Chalak bi bernameya Spoken Word Kurdiyê dest bi bernameyên serdema nû dike

Spread the love

Koma xwendekaran a çand, huner û sosyalîzasyonê li Stenbolê Chalak Events, bi bernameya Spoken Word Kurdiyê dest bi bernameyên xwe yên serdema nû dike.

Cahalak Events a ku heta niha heft caran ev çalakî pêk aniye, ji bo cara heştemîn li Micasa Teras Cafeyê dicive. Di bernameya heştemîn de beşdar dê gund û bajarên xwe bi kurdî bidin nasîn. Mêvanê vê bernameyê Solîstê Siya Şevê Gokçe Selim e. Selim dê li bernameyê konserteke piçûk bide.

Chalak Eventsê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî çalakiya xwe wiha dide nasîn:

Mijara Spoken Word Kurdiya heştemînê jî ev e: “Danasîna Bajaran”

Tu ji kîjan bajarî, kîjan gundî bî bi devoka xwe were! 

“Bajarê te bi çi navdar e? Navê gundê te ji ku tê? Kîjan xwarin aîdî bajarê te ye? Dînên bajarê te navdartir in an jî nivîskar û stranbêjên bajarê te navdartir in? Ji gundê te kesên ne-nas kîne? Dîroka bajerê te ji kengê û pê ve ye? Bajarê te ji govendan ‘boblekan’ê dileyize an jî ‘şêxanî’ dileyîze? Di nav Kurdan de bajarê te bajarê ‘kaçaxçiyan’ e, ‘îsotçiyan’ e, ‘dizan’ e an jî yê ‘komirciyan’ e?”

Ka tu jî were û ji me re qala bajar û gundê xwe bike! Vê carê em ji te bibihîsin. Dik ya te ye jî, kirde tu yî. Çi helbest, çîrok, mamik, çîrçîrok û zûgotinok çi jî performansên dîtbarî hima tu çi bixwazî dikarî bibêjî yan jî bikî. Di dilê te de çi hebe dikarî bidî der, bi bîneran re parve bikî. De haydê, em li benda te ne!

Çalakî bêpere ye!

Hêjayî gotinê ye ku Chalak Events ji aliyê çand xwendekarên Stenbolê ve hatiyê avakirin. Oranîzasyoneke serbixwe ye û ji bo kesên ku bi çand û hunera kurdan re eleqedar in bicivîne çalakiyên çandî, hunerî û zimanî li dar dixe.

https://www.facebook.com/events/486763718473468/