Mem Ararat li Stenbolê konsertekê dide

mem ararat
Spread the love

Mem Ararat 11’ê Mijdarê li mekanê bi navê Cemiyet ya li Beyogluya Stenbolê konserteke dide.

Hunermend Mem Ararat ku demek berê albûma wî ya nû Xewna Bajarekî hatibû belavkirin û rastî elaqeyeke mezin hatibû 11’ê Mijdarê li mekanê bi navê Cemiyet ya Beyogluya Stenbolê saet 20.30’an dê li konsertekê stranên xwe yên nû û kevn bistire.

Hunermend Mem Ararat di sala 1981’ê de li gundikê Girkê Şêxê ji dayik bûye. Li Qosera Mêrdînê dijî û ligel muzîkjeniyê karê cotkariyê dike. Ararat di sala 2014’an de bi navê “Quling, Ewr û Baran”, di 2016’an de “Kurdîka” û îsal di sala 2018’an de jî albûma xwe ya sêyemîn “Xewna Bajarekî” derxistiye.

https://www.instagram.com/p/Bp1AXLtAPsyuON5jOA10fKXMZoP3CSKDvEZ9_o0/?hl=tr