Albûma nû ya Diljen Ronî Xewna Derew derket

Xewna Derew, Diljen Ronî
Spread the love

Diljen Ronî piştî albûmên xwe yên ‘Çend Gotinên Evînê’, ‘Du Demsal’ û albûma klasîkên kurdî ya bi navê ‘Çile’ bi navê ‘Xewna Derew’ bi albûmeke nû li pêşberî guhdêran e.

Hunermend Diljen Ronî, duhî (19.11.2018) li studyoya Utopya Muzîkê ya li Beyogluya Stenbolê bi kokteylekê albûma xwe ya nû ‘Xewna Derew’ da naskirin. Di şeva danasînê de endamên çapemeniya kurdî û dostên Ronî yên nêzîk amade bûn.

Diljen Ronî ji Nûçexaneyê re axivî û diyar kir ku ew 5 salan li ser albûmê xebitiye û got: “Min albûmek derxist, ji bo xizmeta muzîka kurdî. Bi vê albûmê bi kedeke piçûke be jî, me xwest xizmeta muzîka kurdî bikin.”

‘GOTINÊN 4 STRANAN JI ALIYÊ RONÎ VE HATINE NIVISÎN Û WÎ MUZÎKA 7 STRANAN ÇÊKIRIYE’

Diljen Ronî di albûma xwe ya nû ku ji aliyê Kom Muzîkê ve hatiye tomar kirin de cih daye stranên bi şêweya pop-rockê. Di albûme de wî strana Sînê ya Kerem Gerdenzerî ku solîstê Koma Wetan bû ji nû ve şîrove kiriye û wekî din Diljen Ronî cih daye strana “Ez û Yar”ê ku muzîka wê ji aliyê Hozan Dilgeş ve hatiye çêkirin û ev yek ji helbestên Cegerxwîn e. Ji 9 stranên ku di albûma Xewna Derew de ne gotinên 4 stranan ji aliyê Ronî ve hatine nivisîn û wekî din wî muzîka 7 stranan çêkir. Di albûmê de gotinên 3 stranan helbestên Muslum Aslan in.

Diljen Ronî ji bo amadekirina albûma “Xewna Derew” bi ûstadê bas gîtarê Îsmaîl Soyberk re, Ayhan Orhuntaşê muzîkjen û aranjor û bi pisporê muzîka pope Alper Atakanî re xebitî.

Aranjeya strana ‘Xewna Derew’ ku navê xwe daye albûmê ji aliyê Alper Atakan ve û ajaranjeya stranên din ji aliyê Ayhan Orhuntaş ve hatiye kirin.

Yekem car Diljen Ronî sala 2008’an de bi albûma xwe ya bi navê ‘Çend Gotinên Evînê’ dengê xwe li muzîkê kurdî zêde kir û wî di sala 2012’an de navê xwe li bin berhema ‘Du Demsal’ û 2018’an de jî li bin ‘Çile-Klasîkên Kurdî’ nivisî.

Hêjayî gotinê ye ku di dawiya şeva danasînê ya Xewna Derew de Diljen Ronî ji bo endamên çapemeniyê û beşdaran albûma xwe ya nû îmze kir.

Diljen Ronî
Diljen Ronî

DILJEN RONÎ KÎ YE?

Hunermend Diljen Ronî di sala 1981’ê de li Cizîra Botan ji dayîk bû. Di salên zarotiyê de wî bala xwe da ser muzîkê û pê re eleqedar bû wî lîse li Diyarbekirê xwend û sala 1998’an dest bi xwendina zankoya doktoriyê kir. Ji piştî ku di sala 2006’an de ji zaningehê derçû ve weke doktor dixebite. Ronî bi çend hevalên xwe re dest bi karê muzîkê dike û sala 2008’an albûma wî ya yekemîn ‘Çend Gotinên Evînê’ ji aliyê Kompaniya Anadolu Muzîkê ve tê tomarkirin. Albûma duyemîn a Diljen Ronî ya bi navê ‘Du Demsal’ sala 2012’an derdikeve û weke dawî ji aliyê Kom Muzîkê ve sala 2018’an albûma klasîkên kurdî ya bi navê ‘Çile’ tê tomarkirin.

 

Ji guhdarkirina albûmê li ser Spotify:

https://open.spotify.com/album/79yfyCaDOYv3L6fpg4YUJo?si=w-62e9agRoWEPDOoMphAsg

Li ser Youtubeê :

https://www.youtube.com/watch?v=pTTSZlPWVfU&t=0s&list=PL5TTbX69ix7Hce8N3MCaMX8FoePF8M8B0&index=2