Hunermendê kurd Mirov ji bo Supermen stranek çêkir

Spread the love

Albûma pêşî ya hunermendê kurd Mirov, Kêzikê Sergêj, di meha Berfanbarê de li ser platformên dîjîtal hat belavkirin.

Di albûma Kêzikê Sergêj a Mirovî de du stran jê tirkî, şeş kurdî, bi tevahî heşt stran hene. Stran bi giranî motîfên blues û rockê dihundirînin.

Di albûma Mirovî de ji Supermen re stranek (Xewna Zarokekî: Supermena min), stranek ji bo kêzîkekê stranek (Kêzik: Ji Tenêtiyê re) û straneke bi navê (Şewat) jî heye ku bi awayekî balkêş hema bêje navên hemû hevalên xwe bi bibîr tîne.

Mirovê ku di sala 2012’an de dema li Îzmîrê xwendekar bûye dest bi muzîkê kiriye bi albûma xwe ya yekemîn Kêzîkê Sergêj li pêşberî guhdaran.

Mirov, di derbarê albûma xwe de taybet ji Nûçexaneyê re axivî û diyar kir ku ew hunermendekî kolana ye û dibêje ku ew kolanê nêzîkî xwe dibîne.

Mirov
Mirov (Foto: Arşiva Mirov)

‘Wekî rûh ez kolanê nêzîkî xwe û muzîka xwe dibînim’

Mirov dibêje ku ew muzîkjenekî kolana ye, lewra ew wekî ruh kolanê nêzîkî xwe û muzîka xwe dibîne: “Ez muzîkjenekî kolana me. Ez kolanê nêzîkî ruhê xwe û muzîka xwe dibînim. Min di sala 2012’an de li Îzmîrê dema xwendekariyê dest bi muzîkê kir. Demekê gîtara min li ser milê min ez di navbera Konak û Alsancakê de çûm û hatim. Piştî salekê min dibistana xwe û beşa xwe guherand. Min û gîtara xwe me berê xwe da Çanakkaleyê. Li wir jî muzîkjenî domand. Ez sê salan li wir mam. Li wir min hem muzîk çêkir û hem jî qezenc kir. Ya rastî demên bikêf û zehmet bûn. Strandina bi kurdî li Çanakkaleyê bi xwe re hinek pirsgirêk anîn. Min car din dibistana xwe guherand, beşa xwe jî. Vê carê ez tevî gîtara xwe hatim Stenbolê.”

Mirov destnîşan kir ku hatina wî ya Stenbolê çêkirina muzîkê ye, “Dema ez li Çanakkale û Îzmîrê bûm gelek caran dihatim Stenbolê. Her cara ku dihatim Stenbolê min muzîk çêdikir. Di wê demê de min û Weysî me hev nas kir. Min bi hev re muzîkê çêkir. Tevî ku me pere qezenc nedikir in jî ji aliyê muzîkaliteyê ve me hevdû bi pêş ve bir. Bi hev re me gelek bername çêkirin. Dîsa wekî berê demên xweş û zehmet bûn. Yek ji sedema hatina min a Stenbolê jî ev bû ku me dikarî bi gelek muzîkjen û mekanan re di peywendiyê de bin û kontaktên semîmî deynîn.”

Mirov
Mirov (Foto: Arşiva Mirov)

Min Gokçeyê Siya Şevê nas kir, me demoyek tomar kir, dûre albûm û dawiya dawî me albûm qedand’

Mirov diyar dike ku çêkirina muzîkê digihîje demên xwendekariya wî ya lîseyê. Mirov wiha berdewam kir: “Fikra çêkirina muzîkê bi xwe digihîje demên xwendekariya min a lîseyê. Wê demê car caran min stranên ku dinivîsin beste dikirin û ji heval û hogirên xwe re distirand. Çûna min Zanîngehê û hatina min a Stenbolê derfetên çêtir dane min ku ez muzîkê xwe çêbikim. Neçar mam, min dibistan terikand.  Dema ku li Taksîmê li çayxaneyekê dixebitim, min solîstê Siya Şevê Gokçe Selîm nas kir ku ez heyranê Siya Şevê me. Baş e ku min û Gokçe Selîm me hev nas kir. Me demoyek tomar kir û dûre albûm û dawiya dawî me albûm qedand ku niha li pêşberî we ye.”

Mirov, “Di demeke kurt de tiştên baş derketin holê. Albûm, du stran jê bi tirkî, şeş kurdî, bi tevahî ji heşt stranan pêk tê. Stran bi giranî motîfên blues û rockê dihundirînin. Bi saya serê mamoste Gokçe xebateke pir taybet û cidî derket holê. Ez hêvîdar im ku stran cihê xwe bigirin û bigihijine guhdarên xwe.”

Hunermend Mirov
Mirov (Foto: Arşiva Mirov)

Mirov Ki ye?

Di sala 1993’an de li Bismilê çêbû. Hunermendê kolanan Mirov, heta niha li beşên weke Mamostetiya Cografyayê, Radyo Sînema û Televîzyon û Dîroka Hunera xwendiye lê ne biriye serî. Nihal i Stenbolê dijî. Albûma wî ya yekemîn Kêzîkê Sergêj di Berfanbara 2018’an de ji aliyê Ses Muzîkê ve hat belavkirin.

 

Hûn dikarin albûmê ji vir guhdarî bikin