Li Stenbolê pêşandana kurtefîlmên xelatgir ên kurdî tê lidarxistin

Kurtefîlm
Spread the love

Li Şa Performansê 7-8 û 9’ê Berfanbarê pêşandana kurtefîlmên xelatgir ên kurdî tê lidarxistin.

Li mekanê bi navê Şa Performansê ya li Beyogluya Stenbolê  7-8 û 9’ê Berfanbarê bi koordînatoriya derhêner Bilal Korkut pêşandana kurtefîlmên xelatgir ên kurdî tê lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyê de dê di 3 rojan de 12 kurtefîlmên kurdî ên xelatgir bêne nîşandan.

‘ARMANC HEVNASKIRINA DERHÊNER Û TEMAŞEVANAN E’

Derhêner Bilal Korkut ji Nûçexaneyê re axivî diyar kir ku armanca lidarxistina vê çalakiya li Şa Performansê ew e ku temaşevan û derhênerên kurd zêdetir hevdu binasin.

Derhêner Bilal Korkut
Bilal Korkut –  Foto: M.Oguz

DÊ DI 3ROJAN DE 12 KURTEFÎLM BÊNE NÎŞANDAN

Korkut wiha axivî: “Em dê li Şa Performansê di 3 rojan 12 kurtefîlmên derhênerên kurd bidin nîşandan. Bi vê mînîfestîvalê me xwest em temeşevanên xwe û derhênerên xwe binasin. Derdê me ew e ku kesên bi sînemayê re eleqadar li hev bicivin û hewdu binasin.”

Korkut destnîşan kir ku di pêşandanên kurtefîlman de zêdetir fîlmên ku di hundirê du salên dawiyê de hatine çekirin û xelat stendine hatine bijartin û dibêje, “her du mehan carekê em dixwazin ji kurtefîlman guldesteyeke nû bidin pêşandan û bi vî awayî kurtefîlmên kurdî bigihîjin zêdetir temaşevanan.”

BERNAMEYA 3 ROJAN

 

07.11.2018 ÎN
07.12.2018 În

 

08.12.2018 Şemî
08.12.2018 Şemî

 

09.12.2018 Yekşem
09.12.2018 Yekşem