Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwendekarên xwe re tê ba hev

Spread the love

Helbestkar Rênas Jiyan 8’ê Berfanbarê li Şevin Teras Cafeya Stenbolê bi xwendekarên xwe re tê ba hev.

Helbestkar û nivîskar Rênas Jiyan wê roja şemiyê (8’ê Berfanbara 2018an) saet 14:30’an  li Şevîn Teras Cafeya li Taksîma Stenbolê bi xwendevanên xwe re bê ba hev.

Rênas Jiyan wê di bernameyê de li ser berhemên xwe biaxive, helbestan bixwîne û romana xwe ya nû  “Stranên Sor Niviştên Mor” îmze bike.

Hêjayî gotinê ye ku demek berê romana sêyemîn a Rênas Jiyanî, Stranên Sor Niviştên Mor ji Weşanên Belkiyê hatibû weşandin.

Rênas Jiyan heta niha bi navê Janya, Mexzenê Xwîne, Diêşîya û Dîn û Şîn pirtûkên helbestî belav kirine ku ew zêdetir bi berhema xwe ya bi navê Janyayê tê naskirin. Herwiha Jiyan ji 2003’an û vir ve bi navê Weşanxaneya Belkiyê di nava kar û barên weşangeriyê de ye jî.

Rênas Jiyan li Stenbolê ye
Rênas Jiyan dawiya heftê li Stenbolê ye