Breaking News

Agirê Newrozê Ji Bo Kê Tê Çi Maneyê?

Agir wek yek ji serekîtirîn tovên xwezayê, li cem Zerdeştiyan û xelkê Kurdistana kevnar xwedî rêz û hurmeteke taybetî ye û di dema cejn û merasîman de reng vedaye, bi taybetî di cejna çarşema sor û Newrozê de ku her sal li Kurdistanê tê pîroz kirin, ji bo Zerdeştiyan xwedî rêz û taybetmendiyên zêde ye, bi awayekî ku gelek caran ji aliyê gelek kesan ve bi agirperestiyê tên tawanbar kirin.

Ji serdemên kevin heta niha çendîn merasîmên olî û kulturî di nav gelê Kurd û Zerdeştiyan de hebûn ku têde agir dihate pêxistin, wek yek ji tovên girîng ku Yezdan pêşkêşî wan kiriye. Zilamên Kurd û Zerdeştî ji berê heta niha di wê baweriyê de ne ku eger agir nebe, jiyan radiweste û agir berdewam bûye sedema pêşketina jiyana mirovahiyê.

Çarşema sor û agirê şahiyê, Newroz û cejna Sede, ji wan roja ne ku li cem Kurd û Zerdeştiyan xwedî rêz in û agir têde semboleke. Cejna Sede ku wek cejna agir tê nas kirin, ji aliyê paşayê Kurdistanê û damezrênerê hikûmeta Sasaniyan û Erdeşîrê Babekan ve wek roja pişûyê hatiye diyar kirin, ku bi armanca girîngîdan a bi ola Zerdeştiyê bû di hikûmetê de.

Derbarê dîroka cejna Sede de ku pêştir li Kurdistan û Îranê bi merasîman dihate pîroz kirin û niha ev cejn tenê ji aliyê Zerdeştiyan ve tê parastin, di pirtûka (Eltefhîm) û (Elbaqiye) de wiha tê gotin; ‘‘Sedema pêxistina agir vedigere wê yekê ku Biyurasb (Bêwer esp, Zehak)  her roj mejiyê du mirovan dida marên ser milê xwe û cotyarekî jîr yê bi navê Ermayîl hebû ku her roj yek ji wan du kesan rizgar dikir û dişan de çiya. Piştre ji bo komkirina wan kesan ku xwe li çiya veşartibûn, ferman dan ku her kes li ser banê mala xwe agir pêbixe û yek bigrin û li dijî Zehak şoreşê bikin. Heta roja îro jî li ser banên gundên Kurdistanê agir tê pêxistin ku sembol û rêzgirtina wê rojê ye.’‘

Zanayê mezin ê Îranî Ebû Reyhanê Bîrûnî di vê derbarê de wiha nivîsiye: ‘’Sede wate sed û mîrateke ku ji Erdeşîrê Babekan maye û derbarê vê cejnê de gotine ger şev û rojan bi awayê cuda bijmêrin, di navbera wan û dawiya salê de hejmara sed dimîne, li gor baweriya hinek kesên din jî di vê rojê de zarok û neviyên Keyumers bavê yekem mirov, dibe sed kes! Li gor baweriya hinek kesên din jî di vê rojê de zarokên Meşî û Meşiyane dibine sed kes û herwiha hatiye gotin ku hejmara zarokên Adem di vê rojê de geheştiye sed kesan.’’

Omerê Xeyam di pirtûka Newroznameyê de wiha dibêje: ‘’Hemû salê heta îro, cejna Sede ji aliyê paşayên Îran û Turanê ve hatiye pîroz kirin, piştre ev cejn hatiye ji bîr kirin û tenê Zerdeştiyan ku parêzerên urf û adetên resen in vê cejna kevin pîroz dikin’’.

Cejna agirê Zerdeştiyan piştî bidawî hatina çileya biçûk û di roja 10’ê rêbendanê de tê pîroz kirin û nêzîkê merasîma roja zemawenda Pîrşalyarê li Hewremanê ye. Li Kurdistanê û di merasîma Pîr Şalyar de xelk li ser banên xwe agir pêdixin.

Di êvara roja cejna agir de, Zerdeştî li ser çiya û banên mala xwe agir pêdixin û vê şevê bi şahî û xweşî derbas dikin. Şeva cejna agirê Zerdeştiyan wek şeva agirê şahiyê gundên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku xelk li ser banên malên xwe bi pêxistina agir hurmeta agir digirin. Zilamên oldar yên Zerdeştî di roja Sede de bi li xwekirina cilên spî û civîna li dor agir, piştî xwendina deqên Avestayê, ji amade bûyan dixwazin hurmetê li pêşeroj û kelepûra xwe bigrin.

Ji serdemên kevin heta niha Kurd di wê baweriyê de bûn ku herkesê/a di ser agirê Newrozê re xwe bavêje, xwe ji çepeliyên sala borî paqij dike û sala nû tije xweşî dibe, lewra niha jî li gundan piştî pêxistina agir xelk xwe di ser agir re diqevêzin. BasNews

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …