Breaking News

Albuma Nû ya Xêro Ebas ‘Tu’ Derket…

Piştî çend sal bêdengî hunermendê Kurd, Xêro Ebas albûmeke nû bi navê ’’Tu’’ derxist. Ebas bi taybetmendiya dengê xwe di albûma xwe ya nû de cîh daye her du şêwazên muzîka gelêrî û rojavayî.

Albûma „Tu“ ji 11 stranan pêk tê. Yek ji van stranan bi zaraveya Soranî, yek jê Zazakî û neh stran jî bi zaraveya Kurmancî ne. Hilberînerê muzîka vê albûmê Hakan Akay kiriye. Akay hilberînerî û tonmaisterê albûma  duyem a Xêro Ebas ‘‘Westîya bû“ jî bû.

Di albûmê de muzîkjenên naskirî yên Stenbolê, Orkestraya String a Stenbolê, Umer Aslan, Hasan Gözetlik, Ertan Tekin, muzîkjenên navdar yên li Kölnê Clemens T. Ort, Klaus Bittner, Fhilipp Bardengber, Roland Bûttgen, Florian Bungardt bi amûrên xwe albûm xemilandine.

Albûm ji alîyê Sony Musicê ve tê belavkirin û di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarê bê daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê tê bi dest xistin. BasNews

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …