Breaking News

Artêşa Azad wê Efrînê ji kê azad bike (Dawud Çîçek)

Dawud ÇîçekNûçexane – Sûriyê bûye gola Beqa, welatên herêmî û welatên mezin hevrikî, nakokî, kîn û heyfa xwe li Sûriyê birêve dibin, hemû kesî şerê xwe hinartiye Sûriyê û ji xwe re kirine qada şer û li şûna ku leşkerên wan vî şerî bimeşînin. çima? Her aliyek,  peyên xwe û ejindeyên xwe avakirine, li şûna ku xelk û leşkerên wan bê kuştin pereyan dirijînin û şerê xwe li derveyî sînorên welatê xwe dimeşînin û berjewendiyên xwe cî bi cî dikin.

Şerê niha li Sûriyê birêve dice êdî ji wateya şoreşa azadiyê yan şoreşa gelan derçûye, bûye gola Beqan her kes şerê xwe li vî welatî dimeşîne. Bûye şerê Sunî û Elewî, şerê Rûsya –Çîn-Êranê li hemberî welatên Ewrûpa û Amerîkayê. Şerê Îsraîl li gel Êranê. şerê Tirkiyê li dijî Partiya Karkerê Kurdistanê û gelê Kurd. Şerê selefiyan li dijî layîktiyê….. HTD. Tenê ne şerê gelê Sûriyê li dijî rêjîma dictator ya Ba`sîtiyêye.

Her kes dipirse gelo çima Sûriyê ewqas li berxwe da. Gelo Beşar Esed ewinde bihêze, gelo Amerîka û Ewrûpa hesabê Rûsya û Çînê û Êranê dike, ditirse ku berve şerekî mezintir bibe ku bibe şerê cîhanê….. gelo… gelo… htd.

Em werin li ser rûdanên dawî û êrişên grûpên bi nave artêşa azad ku bi rastî grûpên çekdarî ne lê ne azadin. Êrişeke bê watebû, bi plan û armanc bû. Ji bo çi artêşa azad êrişî taxên Kurd dike di demekê de gelê Kurd taxên xwe diparêze, ne hêzên ewlekarî û ne jî qereqol yan navendên leşkeriyê yên rêjîma Sûrî lê hene.. ev plan aşkira bû ku armanc hêzên Yekîneyên Parastina Gel bûn ku bi aşkirayî hêzên ku êrişî Eşrefiyê û yên êrişî gundên Efrînê dikin, diruşman li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê hildidin. Armanca wan plana Tirkiyêye ku hêzên gerîla li Şemzînan û Hekariya (Colemêrgê) û Şirnexê, Botan , Zagrosê, berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê her weha li şûna ku leşkerên wê bên kuştin, xwefiroş û çeteyên xwe yên li Sûriyê li hemberî Kurdan û Partiya Karkerên Kurdistanê bide şerkirin û meydana şer derbasî Sûriyê bike û bila dolarên Tirka gorî çekdarên artêşa azad bin. Armanc ne YPG`ê ye belku armanca wan vîna gelê Kurd e.

Ji aliyekî din ve ji bo ku nehêlin li Rojavayê Kurdistanê Kurd bibin otorîte û desthilata li navçeyên xwe bi cî bikin, dive Kurd kole û bindest bin, pirsa Kurd ya netewî nemîne. Ji bo ku bandoriya Kurdên rojava li Bakûrê Kurdistanê nebe û Kurdan bê maf bihêlin û şerê Kurd – Kurd dirust bikin daku Kurdan lawaz bikin. Artêşa azad jî ketiye vê xefkê.

Gelê Kurd ne li dijî şoreşê ye, berovajî wê Kurd ji her kesî zêdetir hatiye çewsandin, kêşeya me ne gihîştina desthilata Sûriyêye, kêşeya Kurdan netewî û demokrasiye û mafê xwe parastinê ye, partiyên Kurd ev yek dîtin.

Hinek dibêjin çima rêjîma Esed li Kurdan naxe. Gelo Esed ji me hez dike an ew jî dizane ku ger Kurdan bike armanc pêşeroja Elewiyan tarî dibe. Xelk ne hesabê îro dike belku hesabê pêşerojê dike. Pirseke din gelo çima Kurd rasterast neket nava şer. Başe Kurd jî dipirsin “ka kê mafê min weke gelê Kurd ku li ser axa xwe Kurdistanê dijî naskiriye”, ne opozisyonê û ne jî rêjîmê ev yek nekir. Başe gelê Kurd wê xwe bide kijan alî, kî dostê wêye û kiye dijminê wê. Li hemberî van hemû pirsan siyaseta Kurd ew bû ku xwe biparêze û navçeyên xwe li hemberî bêdengiya navdewltî biparêze.

Rojnameyekî Rûsî belavkiriye ku, eger Kurd çekan hilgirin û şer bikin rêjeya kuştinê wê li Sûriyê zêdetir bibe. Her kes vê yekê dizanê. Kengî biryara navdewltî hate standin û nexşeya li ser Sûriyê diyar bû wê demê Kurd ji her ihtîmalekê an jî senaryoyekê  re wê amade bin.

Tişta herî giring ewe ku gelê Kurd bi bêhneke fereh berê xwe bide rûdanan û nekeve xefka çi aliyekî, tenê haya wan ji şerê birakujî hebe ku çê nebe. Ev yek metirsiya hemû Kurdan e. ev erk li ser mile hemû partî û aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û yên Kurdistanî. Eger ev yek xwedê neke bibe, berya her kesî partiyê me yên Kurdistanî berpirsyarin û divê rê li pêşiya vê yekê bigrin. Disa ez dibêjin bila diyalog û bêhnferehî di navbera Kurd – Kurde hebe. Berjewendiyên hizbî bidin aliyekî û bila baweriya we bi gelê we hebe.

Gotina dawî dixwzim bêjim ku dive hemû gelê Kurd li hemberî êrişên li ser navçe û taxên Kurd mile xwe bidin hev û tu kes wê valatiyê nebîne ku destên xwe dirêjî nava me bikin. Ne rêjîm û ne Tirkiyê û ne jî artêşa azad, Kurd hedefê xwe û maf û hiquqê xwe fêm dike û jibo wê têkoşîn dike. Hawar … hawar … haya we ji sere birakujî hebe … dûvre emê pişîman bibin.

Dawud Çîçek
Rojnamevan û siyasetmedar: 
31/10/2012

Jêder: Xendan.org

About editor

Check Also

Şerê derûnî yê li dijî Peşmerge tê meşandin… (Mihemed Sanri)

Di bin sponsoriya rejîma terorê ya Îranê de, ji destpêk şerê Daîşê ta niha şereke …