Breaking News
Avesta
Avesta

Avestayê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir

Weşanxaneya Avestayê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir û ji xwendekaran re got merheba.

Îro roja şemiyê (22.12.2018) yek ji weşanxaneya herî mezin û girîng a kurdî, Avestayê li Stenbolê cihê xwe yê nû bi kokteylekê vekir.

Di kokteyla vekirinê de tevî nivîskar û xwendekarên Avestayê gelek nivîskar, şa’ir, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, blogger û kurdên li Stenbolê beşdar bûn û elaqeyeke germ nîşanî çalakiya vekirinê dan. Çalakiyê vekirinê di hewaya kokteylekê û atmosfereke germ de derbas bû.

Xwedî û berpirsê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin û xebatkarên weşanxaneyê pêşwazî li mêvanên xwe kirin yek bi yek bi wan re elaqedar bûn.

Beşdaran û mazûvanan li ser mijarên cur bi cûr sohbet kirin û bi kurdî civat gerandin. Di dawiya çalakiyê de beşdaran ji Weşanên Avestayê têra xwe pirtûk stendin.

Hêjayî gotinê ye ku Weşanên Avestayê ji sala 1995’an û vir ve kar û barên weşangeriyê dike û heta niha piraniya wan bi kurdî zêdetirî 600 kitêbî çap kiriye.

Navnîşana Nû Ya Avestayê:
Şehit Muhtar Mahallesi, Basma Tulumba Sokak, No: 5 Beyoglu/ ISTANBUL

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Welatê ku înterneta herî bilez bikar tîne kîjan e?

Ajansa nûçeyan a Koreyê Yonhapê encamên rapirsîna derbarê lezbûna înternetê de eşkere kir. Li gor …