Breaking News
Aynûr Dogan

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr Dogan jî nîşan da. Dengdan dê heta 31’ê Berfanbarê li ser înternetê bidome.

Zanîngeha DeuPauw ya li eyaleta Indianayê ya li Amerîkayê ji bo “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” 11 berendam diyar kirin.

Di nava berendaman de hunermenda kurd a bi nav û deng Aynûr Dogan jî heye.

Kesên ku dixwazin beşdarî dengdanê bibin dikarin heta 31’ê Berfanbarê (31.12.2018) li ser înternetê dengê xwe bikar bînin. Hat diyarkirin ku kesê/a serkeftî dê di serê sala nû de were aşkerekirin.

Kesên ku dixwazin beşdarî dengdanê bibin dikarin bi rêya vê lînkê dengê xwe bidin Aynûr Doganê: http://21cm.org/magazine/special-features/2018/12/06/2018-pop-finalists/

Aynûr Dogan

AYNÛR DOGAN KÎ YE?

Stranbêja kurd Aynûr Dogan ji bajarê Dêrsîmê yê Bakurê Kurdistanê ye. Wê heta niha bi kes û komên navdar ên weke YO-YO MA and Silk Road Ensemble, Kayhan Kalhor, Javier Limon, Kinan Azmeh, Mercan Dede, Cemil Qocgiri, Morgenland All Star Band, Quatour Voce, Nerderland Blazers Ensemble re di projeyên hevbeş de cî girtiye û di çendîn fîlmên sînemayê de leyîstiye. Aynur, di sala 2004’an de albûma “Keça Kurdan” û di sala 2005’an de jî albûma “Nûpel”ê belav kiriye ku zêdetir piştî belavkirina van herdû albûman rastî elaqeyeke mezin hat û navdar bûye. Di sala 2010’an de albûma wê ya bi navê “Rewend” ji terefê Sony Muzîkê ve hatiye belavkirin. Dêrhênerê navdar Fatih Akin ji bo strana Aynûrê ya Rewendê li Heskîfê klîbek çêkiriye. Aynûrê di sala 2013’an de bi albûma xwe ya bi navê ”Hevra” ku bi bestekar û gîtarîstê navdar Javier Limon re derxistibû di lîsteyên Muzîka Cîhanî ya Ewropayê de di rêza sêyemîn de cî girtiye. Aynûr Dogana ku heta niha çendîn xelat stendine herî dawî di Adara 2017’an de ji aliyê Enstîtûya Deryaya Spî ya Muzîkê ya Berkleeyê ku yek ji baştirîn dibistanên muzîkê ye li Amerîkayê layiqî “Xelata Hosteya Muzîkê ya Deryaya Spî ya sala 2017’an” hatiye dîtin.

Foto: Malpera Aynûr Doganê

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …