Breaking News
Balans

Balansê promiyera xwe kir

Yek ji lîstikên bi kurdî ya serdema nû Balansê 4’ê Cotmehê li Sehneya Kumbaraci50‘yê promiyera xwe pêk anî.

Balans lîstikeke bi kurdî û dêrhêneriya wê Berfîn Zenderlîoglu dike. Teksta lîstikê ji aliyê Selîm Akgul ve hatiye nivîsandin. Di lîstikê de tevî nivîskarê lîstikê Selîm Akgul, Nazmî Kirik, Sabahattîn Ozan Aslan û Ozlem Taş jî cih digrin.

 

Bultena Danasînê ya Balansê wiha ye:

Tamîrxaneyeke otomobîlan. Zava, bira, çirax û xwişk. Hinek kartolên qelandî, hinek jî kufte. Û wekî din di fonê de jî belkî fîlmekî Hitchcockî. Balans çîrokek e ku di nava çerxa peywendiyên takekesî û berjewendiyan de durûtî û riyakariyî çawa tê normalîzekirin şanî me dide . Balans, çîroka mêzênên ku bi rê û rêzanên berjewendiyên derewîn hatine danîn û binyadên malbatî û takekesî ku her ku diçe bêxislet dibin. Di dawiya rojê de dema em xwarina xwe dixwin, dubendiyên di navbera me de bi vê mêzêna nû çareser dibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Balans dê 9’ê Cotmehê li demjimê 20.30î li heman dikê derkeve pêşberî şanohezan.

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …