Breaking News
Peykerê Hadî Ziyadînî
Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî ya hunerî li nava malbateke helbestkar û zanayan de dest pê kir û serê pêşî bi wênesaziyê re elaqedar bû, pey re bi peykersaziyê re.

Peykersaz û hunermend Hadî Zîyadînî
Peykersaz û hunermend Hadî Zîyadînî

Peykersaz û hunermendê mezin Zîyadînî Di sala 1977’an de diçe Zanîngeha Tehranê ya Hunerên Bedew. Li wir ligel mamosteyên peykersaz şîyan û zanîna xwe bi pêş dixe. Paşê vedigere tê Sineyê û pêşangeha xwe ya pêşîn li wir vedike.

Hadi Ziyadini (1)
Hadi Ziyadini (1)

Hunera Hadî Ziyadînî xwe dispêre hizra civakî û dîmenên şakar ku ew jî paşxaneyê şênber dikin.

 

Hadi Ziyadini (2)
Hadi Ziyadini (2)

Hêmayên sereke yên Hadî Ziyadînî çanda xwedawendî, jin, xweza, destan, av, ax, dilovanî û hwd. ne.

Hadi Ziyadini (3)
Hadi Ziyadini (3)

Ziyadînî peykerên gelek hunermend, helbestkar, nivîskarên kurd yên wekî helbestkar û dîroknas Mestûre Erdelanî, şa’iran Mamosta Nalî, Wefayî û Şêrko Bêkes, Mamosta Hejar,  romannûs Yaşar Kemal û hwd jî saz kiriye.

Hadi Ziyadini (4)
Hadi Ziyadini (4)

Atolyeya Ziyadînî di nava avahîyeke qedîm a li Mîrnişîna Erdelanê de ye û mîna perestgeheke hunerî ye.

Hadi Ziyadini (5)
Hadi Ziyadini (5)

Hin nimûneyên peykerên peykersazê kurd Mamoste Hadî Ziyadînî di galeriya Nûcexaneyê de ne.

Hadi Ziyadini (6)
Hadi Ziyadini (6)
Hadi Ziyadini (7)
Hadi Ziyadini (7)
Hadi Ziyadini (8)
Hadi Ziyadini (8)
Hadi Ziyadini (9)
Hadi Ziyadini (9)
Hadi Ziyadini (10)
Hadi Ziyadini (10)
Hadi Ziyadini (11)
Hadi Ziyadini (11)
Hadi Ziyadini (12)
Hadi Ziyadini (12)

 

Foto: E.Î & R.E.

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …