Breaking News

Çand û Huner

Kurdistan wekî welatek beşdarî aktîvîteyekê bû

Nûçexane – Di Seyrana Dîplomasî ya ku ji alîyê welatê Polonîyayê ve her sal tê sazkirin de, cara ewil Kurdistan jî bi jûrî û ala xwe wek welatekî beşdarî kir. Li gor nûçeya Kurdistan TVyê nûnerên Herêma Kurdistanê cara ewil wek welatekî ji bo Seyrana Dîplomasî ya Polonîyayê hatine vexwendin û ligel jûrîya xwe ya bi ala rengîn xemilandî, di …

Read More »

Kurdên Azerbaycanê Doza Mafê Xwe Dikin

Nûçexane – Li paytexta Azebaycan Bakoyê, bi sernavê `Rewşa Ciwanên Kurd ên Azerbaycanê û di navbera salên 1905-1920an ji alîyê Taşnakên Ermenî ve Komkûjîya 800.000 Kurd` konferansa çapemenîyê hat lidarxistin. Di konferansa rojnamevanî de, ligel babeta têkildarî konferansê mafê perwerdehîya Kurdî jî tê de, gelek daxwazên Kurdên Azerbaycanê hatin ragihandin û hat xwestin ku, pêşî li asîmilasyonê bê girtin. Konferans …

Read More »

Wê Perestegeha Laleşê ji nû ve bê vejandin

Nûçexane – Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê Perestgeha Lalişê li ser erkê xwe ji nû ve bide vejandin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di sala 2009an de piştî serdana xwe ya Lalişê ferman dabû ku perestgeh ji nû ve bê vejandin. Perestgeha Laleşê ku 52 km li başûrê rojhilatê Duhokê dikeve, perestgeha bi tenê ya kurdên êzdî li seranserê Herêma Kurdistanê …

Read More »

Helebçe: ‘Şehîdê Bêdeng’ dibe fîlm

Nûçexane – Wêneyê Rojnamevan û Wêngir Ramazan Ozturk, yê ku bûye sembola komkûjîya Helebçeyê dibe mijara fîlmekî. Li gor nûçeya Pukmedîyayê Ramazan Ozturk, ji bo fîlmê li ser wêneyê şehîdkirina Omer Xawer û zaroka wî ya yek mehî ya li ber milê wî bi hikumeta Herêma Kurdistanê û şaredarê Helebçe Xidir Kerîm re hevdîtin pêk anî ye û piştgirîya wan …

Read More »

Kurdên Xoresanê weşana kurdî ya TVyê dixwazin

Nûçexanê – Kurdên Xoresana Bakur ên Îranê ku serjimara wan milyonek û nîv heye, ji rêvebirîya Şêvraya Îslamî doza weşana bi Kurdî di televizyona Etrek de kir.   Li gor nûçeya malpera Partî Demokratî Kurdistan a Îranê, heyamek berî niha xelkê parêzgeha “Xorasana Bakûr” ku piraniya wan Kurd in, çend caran ji îdareya “Deng û Reng” a wê parêzgehê û …

Read More »

Xelatên Mîhrîcana Fîlman a Zarokan hatin belavkirin

Nûçexane – Mîhrîcana Fîlma ya Zarokan ku, li bajarê başurê Kurdistanê Ranyayê di navbera rojên 12-15 Pûşperê hat lidarxistin bi dawî bû. Di mihrîcana ku biboneya Roja Cîhanî ya Zarokan hat lidarxistin de, xelatên beşên baştirîn senaryo, baştirîn derhênan, baştirîn lîstikvana keç, baştirîn lîstikvanê kur û xelata taybet ya lijneyê li kesên serkeftî hatin belavkirin. Di merasîma dawîya mîhrîcana Ranyayê …

Read More »

Şaredara Wêranşarê Mala Çandê ya Jinê vekir

Nûçexane – Şaredariya Wêranşarê ji bo jin di warê çand û civakî de xwe baş bînin ziman Mala Çandê ya Jinê vekir. Li mala çandê kursên xwendin û nivîsandin, kuaforiyê û nexş û dirûn û fesalê tên dan. Şaredariya Wêranşarê di warê civakî de xebatên xwe bi pêş dixe. Şaredariyê berê Navenda Çandê, Kompleksa Sporê, Termînal Otobusan a herêmê ya …

Read More »

‘Pisîkên’ Ghobadî diçin Sînemardinê

Nûçexane – Wê 6. Mîhrîcana Sînemardîn a Navetewî ya Mêrdînê di 24-30’ê Pûşperê de were lidarxistin. Mîhrîcan bi hevkariya Komeleya Sînemardîn û Komeleya Filman a Mêrdînê tê amadekirin. Wê di mîhrîcanê de derbarê analîzên filman, pevxistin û senaryo atolye bêne vekirin. Temaya mîhrîcanê ya îsal jî “otorîte” ye. Mêvanê herî girîng ê mihîrîcana Sînemardînê derhênerê Kurd ê navdar Behman Ghobadi …

Read More »

Enstîtut a Ehmedê Xanî ya Ûrmiyeyê kovara ‘Xanî’ derdixe

Nûçexane – Înstîtut a Çandî û Hunerî û Endîşe ya Ehmedê Xanî li Ûrmiyeyê, kovara Edebî çandî ya Xanî derdixe. Di amadekirina kovara ku wê 2 mehan carekê bê belavkirin de, nivîskar û helbesvanên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê beşdar dibin û tê xwestin, ji her aliyên Kurdistanê nivîskar û helbestvanên kurd bi nivîs û lêkolînên xwe bibin alîkar. Li gor …

Read More »

Li Qendîlê perwerdeya bi kurdî-latînî dest pê kir

Nûçexane – Navenda Jinan a Qendîlê ji bo jinan perwerdehiya bi tîpên latînî ya kurdî da destpêkirin. Ji bo dansala perwerdehîyê jî navê Leyla Qasim a ku, di sala 1974an de ji alîyê rejima be’es ve hatibû darvekirin hat danîn. Li gor nûçeya ANFê, waneya perwerdehîyê li gundê Balayan ê Qendîlê bi rêwresmekê hat vekirin û hat ragihandin ku ji …

Read More »

Beşdarên Konferansa Kurdolojîyê pejirandina fermî ya mafên kurdan xwest

Nûçexane – Encamnameya Konferansa Navnetewî ya Kurdolojîyê ku ji alîyê Zanîngeha Hekarîyê ve bi beşdarîya bêhtirî 40 nivîskar, lêkolîner, zanyar û rewşenbîrên kurd hatibû lidarxistin ji raya giştî re hat ragihandin. Konferans di navbera 25-30ê Gulanê de hat lidarxistin û di konferansê de gelek gotarên li ser mijarên cihê yên girêdayî kurdan hatin pêşkeşkirin. Encamnaye ku ji alîyê beşdarên konferansê …

Read More »

Kovareke nûjen û xwerû kurdî ASÎVA derket

Nûçexane – Xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê Kovareke xwerû bi kurdî ya çandî, hunerî wêjeyî û ramanî bi navê ‘ASÎVA’ derxist. Xwendekaran ragihand ku, Kovara Asîva bi awayê ramyarî serbixwe ye û bi naveroka xwe ya xurt hewl dide li asoyê çirûskeke bi kurdî biçirisîne. Xwendekaran da zanîn ku, dirûşma wan a weşana vê kovarê ‘Şewla di asoya …

Read More »

Hawîrdorparêz ji projeyên AKPê ne razî ne

Nûçexane – Hawîrdorparêz ji hikumeta AKPê ku, bi mebesta 100emîn salvegera komarê dixwaze heta sala 2023yan li seranserê Tirkiye bendavên enerjiyê li ser rûbarên mezin çebike, metirsdar in. Bi rayeyên taybet ên ku hikumetê dane kompanyayên çêker, ji xeynî binpêkirina sirûştê mafê şêniyên wan deveran jî tên binpêkirin. Li gor nûçeya rojnameya îngilîzan The Guardian, Serokwezîrê Tirkiye Tayyip Erdogan, him …

Read More »

Konferansa Kurdolojiyê li ser înternetê temaşe bikin

Nûçexane – Ji bo Konferansa Kurdolojiyê ya li Zanîngeha Hekariyê li ser înternetê malpera http://kurdoloji.kongre.tv/ lînka temaşekirina gotarên konferansê hat vekirin. Kesên bixwazin dikarin li ser înternetê hemû gotar û guftûgoyên konferansê bi rêya Kongre TV temaşe bikin. Bi pêlkirina ser wêne hûn dikarin herin ser weşana konferansê…

Read More »

Pirtûka Kurdistana Sor derket

Nûçexane – Li ser banga komeleya “Berbang”ê ya li Kazaxistanê, semînerek ji bo nivîskarê pirtûka “Dîroka Kurdistana Qafqasyayê”, Wekîl Mistefayêv hate sazkirin. Siyasetmedarê Kurd Wekîl Mistefayev, di vê pirtûka ku cara yekem e li ser Kurdistana Sor tê nivîsandin de, hemû belge û agahiyên dîrokî yên ber destê xwe xistine nav pirtûkê. Tê zanîn ku rola Wekîl Mistefayêv di avakirina …

Read More »

Zeynelabidîn Zinar: Saziyên Kurd tim bûne parêzvanên ziman

Nûçexane – Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidîn Zinar li Weqfa Çandî û Lêkolînî (Kurd-Kav), bi sernavê ‘Parêzvanên Ziman’ semînerek li dar xist. Zinar, di semînerê de bal kişand ser dewlemendiya zimanê kurdî û zêdebûna devok, zarava, alfabeyên cuda û saziyên mîna medrese, şêxîtî, axatî, zargotina devkî û hemû wek parêzvanên vê dewlemendiyê nîşan dan. Bi beşdariya nivîskar û lêkolînerê zargotina kurdî …

Read More »

Li ser gengeşiyên Konferansa Kurdolojiyê Î.Seydo Aydogan daxuyaniyek weşand

Nûçexane – Îbrahîm Seydo Aydogan ku, berpirsiyarê organîzasyona Konferansa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Hekariyê ye, li ser banga TZP-Kurdî, BDP, KESK û herî dawî jî ya Brader Mûsîkî daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Îbrahîm Seydo Aydogan: Min banga TZP, BDP, KESK û herî dawîn jî daxuyaniya hunermend Brader ya li ser Konferansa Kurdolojiyê ya Colemêrgê xwend. Weke ku tê zanîn, ez berpirsiyariya organîzasyona …

Read More »

42 akademîsyen û kurdolog ji bo Konferansa Kurdolojiyê hatin ba hev

Nûçexane – Di vekirina Konferansa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Hekarî de rektor Prof. Dr. İbrahim Belenli, da zanîn ku, heger wek beşeke zanyarî behsa xebatên li ser Kurdolojiyê bê kirin, laboratuara vê xebatê Hekarî ye. Belenli, li ser protestoya konferansê ya ji aliyê komeke ciwanan ve û terikandina wan a salonê jî got, ev pir normal e û ji ber ku …

Read More »

Pirtûka Konferansa Kurdolojiyê bû mijara lêpirsînê

Nûçexane – Pirtûka ‘Ziman û Wêjeya Kurdî’ ku ji gotarên Konferansa Kurdolojiyê ya sala 2010an hatibû tomarkirin, berî Konferansa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Hekariyê ku 25ê vê mehê tê lidarxistin bi 3 rojan, li çapxaneyê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û nimûneyeke pirtûkê ji bo lêpirsînê şandin dozgeriyê. Organîzatorê Konferansa Kurdolojiyê û mamosteyê Zanîngeha Sorbonne Îbrahîm Seydo Aydogan, ragihand ku, …

Read More »

H. Mem, li Kurd-Kavê li ser aliyên fîlozofî û zanistî yên Ehmedê Xanî axivî

Nûçexane – Li Weqfa Çandî û Lêkolînî ya Kurdî (Kurd-Kav), panelek bi sernavê ‘Bi Perspektîveke Nû Fîlozof Xanî’ hat lidarxistin. Vegoterê panelê H.Mem, Ehmedê Xanî wek fîlozofekî pir serkeftî yê dinyayê nirxand û berhemên Ehmedê Xanî ligel sembol û naveroka xwe ya zanistî rave kirin. Li avahiya Kurd-Kavê ya Stenbolê paneleke bi navê ‘Bi Perspektîveke Nû Fîlozof Xanî’ bi vegotina …

Read More »

Yuksel Avşar: Armanc û xeyala min yekîtî ye

Nûçexane – Namzeta serbixwe ya Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Erdexanê Yuksel Avşar got, xeyala min a herî mezin yekîtiya gelê Kurd e û destnîşan kir ku, armanca bloka hilbijartinê xurtkirina vê têkoşînê ye. Namzeta Serbixwe ya Erdexanê Yuksel Avşar, di hevpeyvîna ku daye rojnameya Rûdawê de diyar kir ku ew jineke Kurd e lewra dema doxtora dikir, ji …

Read More »

Zere Yusubova: Sedema paşmayîna Kurdî ne Kurd in

Nûçexane – Duyemîn Konferansa Pirsgirêkên Kurdolojî ya ji bo bîranîna Kurdologê navdar Mihail Lazerev li Moskowê pêk hat. Di konferansê de ji Êrîvan, Saint Petersburg û Moskowê saziyên bi mijarê re eleqeder beşdar bûn û li ser pirsgirêkên Kurdan ên aborî, polîtîk û çandî gotûbêj hatin kirin. 2. Konferansa Navnetewî ya Kurdolojî li Moskowê pêk hat. Di konferansa salona Akademiya …

Read More »

Li Zanîngeha Bilgiyê Panela ‘Wêjeya Klasîk a Kurdî’

Nûçexane – Di çarçoveya çalakiyên cejna zimanê Kurdî de, li Stenbolê Zanîngeha Bilgiyê bi sernavê “Wêjeya Klasîk a Kurdî” panelek hat lidarxistin. Di panelê de li ser kesayetî û berhemên çar lehengên mezin ên wêjeya kurdî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Baba Tahirê Hemedanî û Feqiyê Teyran nirxandin hatin kirin û ji berhemên wan çend mînak hatin xwendin. Di panela ku …

Read More »

Piştî Kongreya Kurdolojî ya li Dihokê

Nûçe-Raport : Bi beşdariya 200 zimanzan û pisporên taybetmend ên zimanê Kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li jêr dirûşma `Kurdolojî biyaveke zindî ji çanda mirovatiyê` Enstûta Kurdî li Parîsê bi hevkariya zanîngeha Dihokê di rojên 01-03.05.2011an û li herdû danên sibê û êvarê kongireya Kurdologiyê ya navdewletî ya dûyem li Dihokê saz kir. Pispor û berhevbûyên kongreya …

Read More »

Li Amedê Muzexaneya Ahmed Arîf tê vekirin

Nûçexane – Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiye biryar da ku li Diyarbekirê Muzexaneya Çand û Edebiyatê ya helbestvanê mezin Ahmed Arîf veke. Muzexane 17ê Gulanê bi vekirina TUYAPê re bi beşdariya Wêzîrê Çand û Turîzmê Ertugrul Gunay, bi awayekî fermî vedibe. Li gor agahiyên nûçexane bi ser ve bûye, Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiye hemû amadekariyên ji bo vekirina …

Read More »