Breaking News

Çand û Huner

Komîteya ‘Karnavala Serxwebûna Kurdistanê’ Bang Dike!

Çend nivîskar û rewşenbîrên Kurd komîteyek ji bo pîrozbahiyên Serxwebûna Kurdistanê amadekariya Karnavala Serxwebûnê dikin. Wan bi daxuyaniyekê daxwaz ji hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê kir ku piştîvaniya wan bikin. Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê de tê gotin: ‘’Komîteyek ji her pênc parêzgehên Başûrê Kurdistanê amadekariya karnavala milyon kesî dikin bo piştîvaniya serxwebûna Kurdistanê, ev komîteya han …

Read More »

Hunermend Alîn Klîbek Ji Bo Pêşmerge Amade Kir

Stranbêja Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Alîn ji bo piştgirîya pêşmergeyên Kurdistanê bike sirûda pêşmerge çêkir. Çav li rê ye li demeke nêz klîba hunermend Alîn li televizyonên Kurdî bigere. Ber le maweyek Xanime Goranîbêjî Rojaway Kurdistan Alîn, be serdanêkî çend roje hate Kurdistan bo encamdanî çend karêkî hunerî, lewane tomar kirdinî dû klîp ke yekêkyan goraniyek bû be Zarawey Soranî …

Read More »

Beytocan Piştî 23 Salan Vegeriya Tirk

Hunermendê Kurd Beytocan, piştî 23 salên koçberîya Ewropayê roja Çarşemê vegerîya welat ku ji Stenbolê derbasî Amedê dibe. Beytocan, bi stranên xwe yên navûdengî li nav Kurdan tê naskirin ku stranên wî ji aliyê gelek stranbêjan ve hatine strandin ku yek ji wan hunermendan jî Îbrahîm Tatlises e. Ew ji sala 1991’ê ve li bajarê Stokholm yê Swêd dimîne ku …

Read More »

Cejna Zimanê Kurdî li Stenbolê Hate Pîroz Kirin

Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê li Stenbolê bi pêşengîya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi çalakîyekê hate pîroz kirin. Di daxuyanîya ku li ber Komeleya Dihê (Eruh) ya li Fatîh a Stenbolê hate dayîn de, ji bilî mamoste û xwendekarên Enstîtuyê, dayikên aştîyê, zarokên Kurd û rêvebirên BDP’ê jî beşdarî kirin. Di daxuyanîya ku ji alîyê Hevseroka Enstîtuya Kurdî Gulseren Yilmaz …

Read More »

Kongreya Tibê ya Mezopotamya li Mêrdînê Birêve Diçe

Îsal li Mêrdînê, bi mêvandariya Odeya Tabîban a Mêrdînê 6. Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bi beşdariya gelek vexwendiyan bi kokteyla vekirinê destpê kir. 6. Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê li Buyuk Mardin Otel’ê pêk hat û di kokteyla vekirinê de ji çar parçeyên Kurdistanê, DYA û Ewropayê, gelek doktorên Amerîkî, Alman û profesorên tipê amade bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê …

Read More »

Mîr Celadet Alî Bedirxan Rojeke Wek Îro Hawar Derxist

Îro 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Di Hawar a Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara 1’ê de ku rojeke weke îro dest bi weşanê kir ev danasîna han hebû. Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike… Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko …

Read More »

Li Pêşengeha Adil Bazencîr Nexşên Kêliyên Komkujiya Roboskê

Yekemîn pêşengeha Resamê Kurd Adil Bazencîr ya li Stenbolê bi piştgirîya Galerîya Hunerê ya Vakifbankê (Vakifbank Sanat Galerisi) vebû. Resamê Kurd di vê pêşengeha xwe ya ku li nav derdorên hunerê rastî eleqeke baş hat de, komkujiya Roboskê jî kêlî bi kêlî bi resmên xwe nexişandiye. Ressam Adil Bazencîr, Zanîngeha Gazî ya Enqerê beşa Hunerên Bedew qedandiye û niha mamosteyekî …

Read More »

DAIŞ’ê Peyekerê Şêrekî Dîroka Kurdan Rûxand

Komên çete yên DAIŞ’ê li bajarê Reqa yê Sûriyayê pûtê şêrekî ku bi dîroka wê vedigere serdema Memleketa Hidato ya Kurdî (niha gundê Şêran ê Herêma Kobanê) ku rêjîma Baasê ji herêmê rakiribû bajarê Reqayê şikandin. Di salên di navbera 1927-1928’an de Lêkolînerên berhemên şûnwaran li gundê Şêranê yê herêma Kobanê rastî du şêrên ku dîroka wan vedigerin sedsala 8’an …

Read More »

Ji HEBÛN’Ê Kampeyna ‘EZ NETEWEPERWER IM’

Piştî kempeyna ‘Ez Kurdistanî me’ niha jî komeleya Hebûn bo Hizrên Neteweyî ku li Hewlêrê xebatên xwe dike, kampeynek bi navê ” EZ NETEWEPERWER IM ” daye dest pê kirin.  Hebûn ev kampeyna di roja rojbûna Mîr Celadet Elî Bedirxan de daye destpêkirin ku hîna berdewam e. Yên bixwazin beşdarî vê kempeynê bibin bi wêneyekî li ser ‘Ez Neteweperwer im’ …

Read More »

Ciwan Haco: Divê Kurdên Sûrîyê Derfeta Zêrîn Biparêzin

Di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka, stêra muzîka Kurdî Ciwan Haco behsa muzîka xwe dike û dide xuyakirin ku ji destpêka xebata wî ya hunerî de wî ti plane nebû ku bi şêweyekî taybet derkeve pêş guhdaran. Birêz Haco ji Dengê Amerîka re dibêje ku mana wî li Ewropa hiştiye ku muzîka Kurdî û ya Rojavayî tevlî hev bike …

Read More »

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman da Ronayî Onen

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li roja damezirandina xwe Xelata Ziman ya Feqî Huseyn Sagniç a 10’an da mamosteya Kurdî Ronayî Onen. Bernameya Xelata Ziman û pîrozkirina salvegera Enstîtuya Kurdî roja Înîyê êvarê anku 18’ê meha 4 bi beşdarîya gelek rewşenbîr, mamoste, xwendekar û kesayetên Kurd li Stenbolê pêk hat. Xelatgir Ronayî Onen ku hêjayî vê xelatê hate dîtin, bi salan …

Read More »

Li Amedê Sempozyûma Zimanê Dayikê Tê Lidarxistin

Li Amedê sempozyuma ‘Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî’ ya ku bi piştevanîya YE’yê tê lidarxistin destpê dike. Sempozyuma 2 rojî îro li Navenda Çand û Hunerê Ya Cîgerxwîn dest pê dike û sibe jî berdewam dike. Ev sempozyûma ku ji aliyê KURDÎ-DER’ê vê tê organîzekirin, bi piştgirîya Navenda Lêkolînê Ya Siyasi û Civakî (MLYSC) ku girêdayî Yekîtîya Ewropayê  ye pêk tê. …

Read More »

Albuma Nû ya Xêro Ebas ‘Tu’ Derket…

Piştî çend sal bêdengî hunermendê Kurd, Xêro Ebas albûmeke nû bi navê ’’Tu’’ derxist. Ebas bi taybetmendiya dengê xwe di albûma xwe ya nû de cîh daye her du şêwazên muzîka gelêrî û rojavayî. Albûma „Tu“ ji 11 stranan pêk tê. Yek ji van stranan bi zaraveya Soranî, yek jê Zazakî û neh stran jî bi zaraveya Kurmancî ne. Hilberînerê …

Read More »

Kamkaran û Yehya wê ji bo nexweşên kanserê bistirin

Grûba hunerî ya Kamkaran tevî hunermend Behcet Yehya li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê konsertan ji bo nexweşên kanserê lidar dixin. Konser 29’ê Nîsanê destpê dike û Hoşeng Kamkar di vê derbarê de got: ‘‘Dê Grûba Kamkaran ligel Behcet Yehya du konseran li bajarên Silêmaniye û Hewlêrê bide û dahata her duyan ji bo zarokên nexweşiya kanserê ye.’’ Hoşeng wiha axifî: …

Read More »

Şehrîban: TRT 6’ê Salane bi 600 hezar Euro xwest ez bername çekim

  Hefteya borî hunermenda Kurd a navdar Şehrîbana Kurdî li Herêma Kurdistanê bû û beşdarî festivala Azadî û Newrozê ya Hewlêrê bû. Di serdanekê de bo BasNewsê, me karî vê hepeyvînê ligel Şehrîbana Kurdî bikin. Şehrîban wiha dibêje: ‘‘Bi rastî ez bi hunerê cîdahê bo neteweya xwe dikim, ez dibînin ku ji bo welatê xwe şer dikim û bi kurtî …

Read More »

Serok Barzanî Pêşangeha Pîrktûkan Vekir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, beşdarî merasîma vekirina Pêşengeha Pirtûkan ya Hewlêrê ya 9’emîn bû. Ev pêşangeh li jêr çavdêriya serok Barzanî û bi beşdariya 250 navendên çap û rewşenbîrî, cîhanî, erebî, navçeyî, îraqî û kurdistanî û her wiha amadebûna hejmareke zêdeyê kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û konsol û xelkên biyanî hate vekirin û 10 rojan berdewam dibe. Di merasima …

Read More »

Weqfa Ciwan Haco li Swêd û Tirkiyê Vebû

Hunermendê navdar ê Kurd Ciwan Haco bi armanca geşkirin û piştgirîya hunera kurdî, Weqfa Ciwan Haco li Swêd û Tirkiyê damezirand. Ciwan Haco di daxuyaniyekê de ragihand ku wî weqfa xwe ya Ciwan Haco ya ku bingeha wê li Swêd e û şaxekî wê li Stanbolê ye, damezirnad.  Ciwan Haco diyar kir ku wî heta niha bi derfetên xwe yên …

Read More »

Newroza Amedê…

Jibo ku beşdarê pîrozbahîyan bibin ji çar alîyên cîhanê 600 nûnerên partî û rêxistinên sivîl hatibûn. Ji Başûrê Kurdistanê 170 mêvan hatibûn. Di bernama Newrozê de Parlamentera BDPê ya îdirê Pervin Buldan nameya Abdullah Ocalan xwend. Rêberê PKKê destnîşan dike ew çawa ku di şer de wêrek bûn, di aşitîyê de jî wêrek in. Lê divê Tirkiye biryar bide ka …

Read More »

Peyama Serok Barzanî ya Newrozê

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî Newroz bi peyamekê pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser Kurdistan ligel hemû astengan jî serdikevê û zêdetir pêşketinê bi xwe ve tîne. Bi navê xwedayê mezin û dilovan Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê Pir bi dil pîrozbahiya cejna neteweyî ya newrozê li we dikim. Hêvîdarim her dem li xweşî û bexteweriyê da …

Read More »

Diyarbekir ji bo Newrozê amade ye!

Amadekariyên Newroza Diyarbekirê ku dê sibe bi girseyî were pîroz kirin heta berevarkî jî berdewam bûn. Hat diyarkirin ku heta derengê şevê jî dê amadekarî bidomin da ku di pîrozbahiyên sibe de tu kemasi dernekevin. Meydana Newrozê jî bi rengên kesk û sor û zer tên xemilandin.

Read More »

Newroz Pîroz Be!

Cejna Newrozê li gelê Kurd yê çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê pîroz be. Bi hêvîya rojên azad û aştîyane… Nûçexane

Read More »

Serok Barzanî Cejna Netewî Newroz Pîroz Kir

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî, bi minasebeta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ragihand. Bi navê xwedayê mezin û dilovan Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê Pir bi dil pîrozbahiya cejna neteweyî ya newrozê li we dikim. Hêvîdarim her dem li xweşî û bexteweriyê da bin. Pîrozbahiyê li hemû takekî Kurd û malbata serbilindê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dikim. Newroz ji …

Read More »

Agirê Newrozê Ji Bo Kê Tê Çi Maneyê?

Agir wek yek ji serekîtirîn tovên xwezayê, li cem Zerdeştiyan û xelkê Kurdistana kevnar xwedî rêz û hurmeteke taybetî ye û di dema cejn û merasîman de reng vedaye, bi taybetî di cejna çarşema sor û Newrozê de ku her sal li Kurdistanê tê pîroz kirin, ji bo Zerdeştiyan xwedî rêz û taybetmendiyên zêde ye, bi awayekî ku gelek caran …

Read More »

Konê Reş Hêjayî Xelata Helbestan ya Cegerxwîn Hate Dîtin

Nivîskarê Lêkolîner Konê Reş yê li Rojavayê Kurdistanê hêjayî xeleta Cegerxwîn ya 2014’an hate dîtin. Di daxuyanîya Rêvebiriya Komîta Xelat a Cegerxwîn de tê gotin, Hevbenda N.R.K. li Sûrî xelata Cigerxwîn da nivîskar Konê Reş. Komîta xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ya sala 2014an, biryar da ku xelata xwe ya îsal bide helbestvan û nivîskarê navdar Konê Reş, ji …

Read More »

Ronayî Onen Xelata Ziman ya Feqî Huseyîn Sagniç Distîne

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman ya Feqî Huseyin Sagniç îsal dide Perwerdekar û lêkolînera Kurdî li Zanîngeha Bilgiyê Ronayî Onen. Enstîtuya Kurdî ji sala 2005’an ve xelata zimanê Kurdî dide ku sala 2013’an jî ew xelat bi merasîmekê dabû Sazîya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê. Ronayî Onen ku hêjayî xelata îsal hatiye dîtin, demeke dirêj li Enstîtuyê jî di …

Read More »