Breaking News

Çand û Huner

Hafiz Nazirî Albûmek Derxist

Di marasîmeke taybet de bi beşdariya hejmarek hunermendên naskirî yên Îranê yekemîn albûma Hafiz Nazirî, kurê Şehram Nazirî hat nasandin. Di merasîmê de hunermendên wek Şehram Nazirî, Nadir Meşayêxî, Mehdî Azer Sîna, Cewad Mecabî û çend kesayetiyên din amade bûn. Merasim li hola ’’Mîlad’’ a Tehranê birêve çû, berpirsê mala muzîka Îranê ligel ku behsa projeya hevbeş a Şehram û …

Read More »

36 Gerîlayan Bawernameya Zimanê Kurdî Wergirt

Akademiya Ehmedê Xanê ya ji aliyê Komîteya Perwerde û Ziman a KCK’ê ve tê organîzekirin du dewreyên perwerdeyê ziman bi dawî temam kir. Di merasîma dewreyê de endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta axivî û diyar kir ku  di avakirina neteweya demokratîk de ziman rola herî sereke dilîze. Komîteya Perwerde û Ziman a KCK’ê bi merasîmekê dewreyên perwerdeya …

Read More »

Hîşam Zaman: Pêwîst e Sînema li Nav Malbatên Kurd Bibe Kulturek

Derhênerê Navdar yê Sînemaya Kurdî Hîşam Zaman, bi fîlmê xwe yê dawî ‘Berîya Barîna Berfê’ (Før Snøen Faller) beşdarî Festîvala Fîlman !F Istanbul bû. Fîlmê derhêner ji alîyê sînemahezên Tirkîyê ve jî rastî eleqeyeke baş hat, ku di beşa pêşbirkê ya festîvalê de hate pêşandan. Derhêner Zaman, piştî pêşandana fîlmê xwe li Stenbolê beşdarî bernameyeke taybet bû ku ew bername bi fîlmê wî …

Read More »

Sazîya Zimanê Kurdî Roja Zimanê Dayikê Pîroz Kir

Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojavayê Kurdistanê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên cîhanê û gelê kurd pîroz kir û  bang li hemû kesî kir ku di 20’ê Sibatê de tevlî çalakiyên ziman bibin. SZK’ê derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku roja ziman li hemû gelan hate pîrozkirin wiha …

Read More »

Mamê Îbrehîm di 83’ê saliya xwe de fêrî kurdî bû

Kalê 83’ê salî Ibrehîm Ebdo Eyo hesreta xwe ku di ciwaniya xwe nikarîbû pêk bîne di pêngava şoreşê de karîbû wekî şagirtekî tevlî perwerdeya zimanê kurdî bibe û fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bû. Mamê Ibrehîm ji niştecihên taxa Til Hecer a Hesekê ye. Çend meh berê navenda Saziya Zimanê Kurdî li nêzî mala wî vebû. Mamê Ibrehîm bi vê …

Read More »

Pirtûka Kawayê Kurd Bi Îtalyanî Derket

Pirtûka bi navê “Kawaye kurd” ku ji aliyê dîrokzana fransewî Sandrine Alexie hatibû nivîsandin, li îtalyanî hat wergerandin. Wergera ji aliyê Laura Anania hat kirin û ji Weşanên Pentagora ve ya li Mîlanoyê hat weşandin. Pirtûk bi sernivîsa “Koka gelekî hatiye înkarkirin” dest pê dike û tê de efsaneya Kawayê Hesinkar bi dirêjahî tê vegotin. Di pirtûkê de sê beşên …

Read More »

Stranbêj Leyla Xan Bi ‘Stranên dilê min’ Hat!

Dengê ciwan ê muzîka kurdî Leyla Xan bi albuma xwe ya yekem, “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan! Leyla Xan ya ku heta niha rêwîtîya xwe ya muzîkê bi şêweyeke amatorî dimeşand, bi albuma xwe ya yekem “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan. Album bi hilberînerîya Pel recordsê bi xebateke nêzîkî du salî hat amedekirin. Qeydên albumê bi giranî li …

Read More »

Jiyan û Têkoşîna Şêx Seîd Dibe Belge Fîlm

Jiyan û têkoşîna Şêx Seîd ku di sala 1925’an de li Meydana Deriyê Çiyê ya Diyarbekirê ligel 46 hevalên xwe hatin darvekirin, dibe belge fîlm. Dokûmantera ku ev du sal in kar li ser tê kirin, dê ji 10-14 beşan pêk were. Belge fîlm dê wek fîlmekî demdirêj were kişandin û bi galaya li Diyarbekirê di mehên pêş were nîşandan. …

Read More »

Gundê Maweta Goştê Dîkan Naxwe?

Gelê navçeya Maweta a ser bi parêzgeha Silêmaniya wisa bawer dikin ku Dîkan ew ji komkujiyê xilas kirine, ji ber vê yekê bi sedan sal e ku Dîkan serjê nakin. Li bajarê li quntara çiyê, xelkê navçeyê peykereke Dîkê ya bi qasî 3 metre û nîvan çêkirine, ev peyker jî nîşan dide ku gelê navçeyê gelek Dîkan pîro dibîne. Li …

Read More »

Kurdên Yarsan (Kakeyî) Çima Bê Xwedî ne?

Kurdên Ola Yarsan anku Kakeyî yên li Îraqê dijîn gazinan ji hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin û dixwwazin çand, dîrok û ola wan jî mîna yên din were pejirandin û nirxa wan hebe. Roja pêncşembê (16.01.2014) cejna Xawenkarî ya Yarsanan (Kakeyî) li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bû, li gor çavkaniyên dîrokî ku nîv milyon Kurdên Kakeyî li ser bajar, …

Read More »

Rojîn: Pêdivîya Kurdan Bi Muzîk û Çanda Populer Heye

Hunermenda Kurd Rojîn, behsa albuma xwe ya nû ku tê çaverê kirin li demek pêş derkeve dike û rewşa muzîka Kurdî dinirxîne. Rojîn ji Dengê Amerîka re dide zanîn, di albuma nû de ji 10 stranan 2 jê bi soranî ne. Ew dibêje, jibo fêrbûn û pêşketina zimanê Kurdî li nav ciwanan pêdivî bi çand û muzîka populer heye ku …

Read More »

Rojbûna Beşîkçî û Salvegera Damezirandina Weqfê Hate Pîrozkirin

Salvegera diduyan ya damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ku li heman demê roja jidayikbûna Mamoste Beşîkçî ye (01,07,2014) li Stenbolê salona weqfê hate pîroz kirin. Li şeva pîrozbahîyê gelek kesayetên Kurd yên serbixwe, endam û rêvebirên sazî û dezgehên sîyasî û civakî beşdarî kirin. Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz û rêvebirê weqfê Ahmet Onal bi Kurdî û Tirkî kar û xebatên ku …

Read More »

Bi Xêr Hatî 2014!

Bi zimanê xwe xîreta xwe biparêzin; Ziman xîret e! Ziman hebûn e! Ziman misogeriya neteweyekê ye! Kurdino! Bi hêviya ku Kurdî di dil û mêjiyê we de şên û geş bibe, 2014 li Kurdên Kurdistaneke Azad û Serbixwe û Yekbûyî dixwazin, pîroz be! Bi hêvîya ku sala 2014 bi taybet li seranserê dinyayê ji bo hemû miletan bibe sala aştî …

Read More »

25 Salîya Nivîskarîya Helîm Yûsiv Hate Pîroz Kirin

Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv ku bêhtir bi pirtûkên xwe yên çîrokan tê nasîn, bi minasebeta 25 salîya nivîskarîya xwe û ji nû ve çapkirina pirtûkên xwe li Stenbolî bi xwendekarên xwe re hate ba hev. Helîm Yûsif 25’ê Kanûnê 2013’an  li salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî beşdarî bernameyeke ku ji bo 25 salîya nivîskarîya wî hatibû amade kirin bû. Çîroknûs Helîm …

Read More »

Avakarê Enstîtûya Ehmedê Xanî ya Urmîyê Koça Dawî Kir

Muhendis Wecdî Hatemî kesatiyê xebatkarê Urmiye li nexweşxaneya Kurdistan “Azerbaycan”a Urmiye wefat kir. Muhendis Hatemî avakerê enistîtuya Ehmedê Xanî li Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê bi sedema nexweşiyê li Urmiye koça dawiyê kir. Bi vê sedemê ve em weke navenda çandî wêjeyiya Kurmanc li zanîngehên Urmiye srersaxiyê li hemû neteweya KUrd dikin û xwe bi şîrîkê xemên wan dizanin. Em vê …

Read More »

Hejmara Nû ya Kovara ‘Kürt Tarihi’ Derket!

Kovara Dîroka Kurd  (Kürt Tarihi) ku bi mijarên balkêş yên li ser dîroka Kurdan dosye û nivîsên akademîk û lêkolînî belav dike gihîşt hejmara xwe ya 10’an. Di hejmara Kanûn û Çileyê de, bi navê ‘Kurd Li Dema Damezirandina Tirkîyê’ (Türkiye Kurulurken Kürtler) dosyayek hatiye amade kirin. Ji xeynî nivîsên dosyayê di kovara Kurt Tarîhî ya vê hejmarê de, nivîs …

Read More »

Li Merîwan Xelata ‘Berûya Zêrîn’ Hate Dayîn

Koma çandî-huneriya Vejîn li doma xebatên xwe de û bi hatina şeva Yelda, bi pişkdariya hejmareke zor ji helbestvan û edîbên Kurd, korik edebî birêve bir. Roja Şemî, 30ê Sermawezê korik edebî û şaîrane li şarê Merîwan bo birkirina şeva Yelda hate rêxistin ku têde xelata sal bi Celal Melekşahî, helbestwanê binavê Kurd hate pêşkeş kirin. xelata “ Berûya zêrîn” …

Read More »

Fîlmê Xwe Nikare Temam Bike

Derhênerekî kurd ji ber pirsgirêkên darayî nikare fîlma xwe temam bike Derhênerê kurd Erol Mîntaş, diyar kir ku yekemîn fîlma xwe ya dirêj kişandiye lê ji ber nebûna derfetên darayî nikare fîlma xwe temam bike. Mîntaş da zanîn, ji ber wê jî bi rêya înternetê dest bi komkirina alîkariyê kiriye. Derhênerê kurd Erol Mîntaş, yekemîn fîlma xwe ya dirêj a …

Read More »

Yekemîn Konferansa Seîd Nursî li Hewlêrê Hat Lidarxistin

Hewlêr – Ev cara yekêm li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê konferansa zanayê Kurd Seîd Nursî di ware ola Îslamê de hat lidarxistin û 4 lêkolînên girîng di warê miyanrewî û îslamê de hatin gotûbêjkirin. Derheqê konferansê de Endamê Komîteya Lidarxistina Konferansê Dr. Raed Rifet got: “Konfrans di bin navê Konfransa Herêmî ya Seîd Nursî li Hewlêrê hat lidarxistin û rojekê berdewam …

Read More »

Festîvala Helbestan a Kurdistana Mezin Li Dar Dikeve

Nûçexane – Li Germiyan Festîvala Helbestan a Kurdistana Mezin tê lidarxistin û şaîrên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin. Festîval bi slogana ‘’Helbest kepreke bo nasnameya me ya neteweyî’‘ ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê û bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Huner a Germiyan û Rêveberiya Rewşenbîrî û Huner a Kelar ve tê lidarxsitin. Derbarê festîvalê …

Read More »

Koma Palyaçoyan Kurdî Fêrî Zarokan Dike

Nûçexane – Şanogerên Kurd bi mebesta zindîkirina çanda Qirdikîyê (Palyaço) û fêrkirina zimanê Kurdî projeyek bi navê ‘Zarok û Ziman’ amade kirin. Damezrînerê Koma Palyaçoyên Kurd Keremo dibêje, jiber ku zarokên Kurd heta niha bi bişaftinê re rû bi rû mane, armanca vê projeyê jî ew e ku ew dixwazin bingeha Kurdî di mêjiyê zarokan de deynin. Şanogerên Kurd, bi vê …

Read More »

Kakeyî, li Çilrojîyê bi Berhema Dawî Hate Bîranîn

Nûçexane – Berehama Dawî ya Rewşenbîr û kesayetê navdarê Kurd Felakedîn Kakeyî bi navê  ‘Lêkolînên Edebî û Jiyana Şaîrên Kurdistanê’ di çilrojîya rehmetî de hate belav kirin. Li Salona Konferansan a Saad Ebdulla ya bajarê Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek kesayetî û malbatên Kakeyî îro (12.09.2013) çileyê matemeniyê bo rewşenbîrê koçkirî Felakedîn Kakeyî birêve çû û berhema dawî ya …

Read More »

Kurdan Tenûrên Xwe Anîn Stenbolê

Nûçexane – Kurd li cihê ku koçber dibin kultura xwe jî bixwe re dibin. Nemaze li bajarên mîna Stenbolê ku bi milyonan Kurd lê dimînin domandina vê çandê bêhtir balê dikişîne. Li Stenbolê bi vekirina kargehekê çanda nanê tenûrê bi tenûrên resen û nanpêjîya jinên Kurd tê domandin. Du şirîkên Kurd demek berê bi destûrên fermî kargeha nanê tenûrê vekirin ku …

Read More »

Kovara Nûbiharê ya Jimara 124an Derket!

Nûçexane – Kovara Nûbiharê ku ev 21 sal in bi naverokeke dewlemend bi Kurdî weşana xwe dike, bi jimara xwe ya 124an derket pêşberî xwendevanan. Di vê jimarê de, edîtorê kovarê Suleyman Çevik, di nivîsara xwe de li ser bûyerên ku li rojava diqewimin sekiniye û bi sernavê “serê xetê û binê xetê yek parçe ne…” nivîsara xwe nivîsandiye. Mesût Serfiraz  …

Read More »

Hevditîna Wênekêşên Kurdan li Almanya

Nûçexane – Hunermendên Kurd yên wênekêş bona 4 rojan hatin libal hevdu. Di vê hevdîtina xweş de wan hûnerên hevûdu şirove kirin, ji hevdu re pêşniyarî û rexneyên hûnerî pêşkêş kirin, ku pêre gihîştin tecrûbeyên nû, û her wisa li ser bûyerên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê axifîn. Hûnermendan diyar kirin ku “hevdîtinên weha gelek watedar û kêrhatî nin.” Nizamettin …

Read More »