Breaking News

Çand û Huner

Fawaz Husên: Nivîskarê Kurd Nikare Xwe Ji Kurdayetîyê Rizgar Bike

Nûçexane – Nivîskarê Kurd Fawaz Husên ku 36 sal berê ji Amûdê koçî Ewropayê kiriye, ji Dengê Amerîka re çîroka nivîskarîya xwe û pêşketina romana Kurdî vedibêje. Fawaz Husên, ji xeynî nivîskarîya berhemên Kurdî û Fransî, li Parîsê mamostetîya zimanê Fransî jî dike. Nivîskar Husên dibêje, “bi bawerîya min di van salên dawî de, romana Kurdî pêş ketîye û ne …

Read More »

Li Hewlêrê Festîvala Kurte Fîlmên ji 4 Parçeyên Kurdistanê

Nûçexane – Festîvala Kurte Fîlman ya Duyemîn îro li Hewlêrê Hola Medya destpê dike. Ji çar parçeyên Kurdistanê derhênerên Kurd bi fîlmên xwe beşdarîya vê festîvalê dikin. Festîvala ku bi piştgirîya Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê tê  sazkirin wê çar rojan dom bike. Îro şemiyê (20-07-2013) li Hola Medya ya bajarê Hewlêrê Dûyemîn Festîvala Kurte Fîlman a her çar parçeyê Kurdistanê …

Read More »

Ji Kovara Lehengên Romanê Dosyayeke Berfireh li ser Romana Kurdî

Nûçexane – Kovara 2 Mehî ya bi navê Lehengên Romanê ku bi Tirkî diweşe di hejmara xwe ya dawî de, li ser romana Kurdî dosyayeyke berfireh amade kir. Di beşeke vê dosyayê de li ser ‘Wergirtina Xelata Nobel’ ya Romana Kurdî jî tê rawestîn ku nivîskarên dosyayê vê babetê dinirxînin. Kovara Lehengên Romanê (Roman Kahramanları) di hejmara xwe ya Tîrmeh …

Read More »

Peykersazên Kurd Li Festîvala Misrê ne

Nûçexane – Peykersazê Kurd Elî Heme Ezîz li gel pênc hunermendên din yên Kurd beşdarî li festîvala Şerm Şêx ya welatê Misrê dikin, di nava karên wî de jî yekem car peykerê keçekê ji Isfencê dirust kiriye û pileyekî baş bi dest dixe. Peykersaz Elî Heme Ezîz ji Xendanê re ragihand: Li gel komek hunermendên Kurd me beşdarî li festîvala …

Read More »

Gerdenzerî: Dibêjin We Çawa Ev Rengê Kurdî Daye Muzîka Rock

Nûçexane – Damezrînerê Koma Wetan ku yekemîn gruba Rock a Kurdî ye Kerem Tahir Gerdenzerî ji Dengê Amerîka re behsa serpêhatîya xwe ya destpêkirina muzîkê dike. Ew dibêje, jiber ku wan di stranên xwe de, gotin, reng û dengê civaka Kurd bikar anîye, hezkarên muzîka Kurdî piştî ew qas dem derbas bûye, hê jî li wê muzîkê guhdar dikin. Koma …

Read More »

Li Weqfa Beşîkçî Belgefîlmê ‘Demsala Dawî’ Hate Pêşandan

Nûçexane – Koma Lêkolînê ya Sînemayê ku li bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî karê xwe dike bi pêşandana belgefîlmê Derhênerê Kurd Kazim Oz yê bi navê ‘Demsala Dawî’ pêşandanên hefteyî yên vê dansalê dawî kir. Belgefîlmê kurmancî yê ku 91 xulek ajot îna borî li salona weqfê hate pêşandan ku ji alîyê gelek sînemhezên Kurd ve bi baldarî hate temaşe …

Read More »

Rockvanê Kurd Robîn Bi Albuma ‘Şaristanbul’ Tê

Nûçexane – Albuma Rockvanê Kurd Robîn ya yekem bi navê ‘Şaristanbul’ 18 vê mehê derdikeve pêşberî muzîkhezan. Rockvanê Kurdî Robîn piştî xebata xwe ya 3 salan vê albuma xwe bi dawî tîne ku di nav albumê de 9 stran cî digirin. Stranên albumê her ku bi awayê muzîka rock hatibin honandin jî, rengê mûzîka rojhilata navîn û bi taybet jî …

Read More »

Birîndar: Sîyaseta Kurd Qîmeteke Têr Nade Xebata Kesên Ne ji Wan Bin

Nûçexane – Hunermendê Kurd Brîndar, bi eslê xwe ji navçeya bajarê Mêrdînê Nisêbînê ye ku jiber sedemên sîyasî ev 33 sal in li derveyî welat dimîne û hîna li Almanya bajarê Kolnê jiyana xwe didomîne. Ew ji xeynî helbest û hunera muzîka Kurdî xemxurekî zimanê Kurdî ye ku nivîskarî û rojnamevanîya Kurdî jî dike. Hunermend Brîndar,  jibo beşdarî bernameyekê bibe …

Read More »

Fîlmên Kurdî Beşdarî li Festîvala Fîlman ya Stenbolê Dikin

Nûçexane – Festîvala Fîlman ya Stenbolê ku ev 32 sal in bi pêşandana fîlmên curbecur tê lidar xistin, îsal jî bi bernameyeke dewlemend tê pêş temaşevanan. Festîvala Fîlman ku di bin Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (IKSV) de, tê lidar xistin bi 20 beşên cuda û pêşandana bêtirî 200 fîlman, li 6 salonên sînemayê yên Stenbolê pêk tê. Di …

Read More »

Li Amedê ‘Dozek, Dewranek û Lehengek’ Hate Bibîranîn

Nûçexane – Siyasetmedarê kurd Wedat Aydin ku di sala 1991’ê de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, bi pirtûka “Dozek, Dewranek û Lehengek” hate bibîranîn. Di bîranînê de ji eniyên cuda yên siyaseta kurd gelek şexsiyet hatin ba hev. Nivîskar Şefîk Oncu ku li Ewropayê dijî, li ser siyasetmedarê kurd Wedat Aydin pirtûkeke bi navê “Dozek, Dewranek û Lehengek” nivîsand. …

Read More »

Eskerê Boyik, ‘Di wêjeya kurdî de şopên Êzdayetiyê’ Nirxand

Nûçexane – Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, di 24ê Adarê de bi Eskerê Boyîk re panelek li darxist. Panêl; li Sînemaya Biçûk a Sumer Parkê, bi beşdarbûna endam, alîgir û gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd pêk hat. Mijara panêlê  “Di wêjeya kurdî de şopên Êzdayetiyê” bû. Panêla ku ji aliyê ÇIRAyê ve hatibû organîzekirin, bi axaftina serôkê komeleyê Burhan …

Read More »

Newroz Pîroz Be!

Nûçexane – Cejna Newrozê ya 2013’an bi hêvîya aştî, aramî û serkeftinê li tevahîya gelê Kurd û Rojhilata Navîn pîroz be.

Read More »

Serok Barzanî Newroza Kurdistanîyan Pîroz Kir

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Cejna Newrozê li Kurdistanîyan pîroz kir û got, Zêdetirê serkeftin, xweşî û nexweşiyên gelê Kurd li Newrozê  rû daye û dîroka me nexşandiye. Bi navê xwedayê bexşînde û dilovan Ji bo hatina cejna neteweyiya Newroz û serê sala nû ya Kurdî germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve û wan …

Read More »

Hûn Ahmedê Hepo Nas Dikin?

Nûçexae – Malpera Dengê Amerîka beşa Kurdî di bloga bi navê ‘Nirxên Me’ de, nivîskarê hêja yê Kurdê Azerbaycanê Ahmedê Hepo dide nasîn. Ahmedê Hepo yek ji wan rewşenbîr û nivîskaran e ku heta temenê xwe yê 76 salî gelek xebat li ser ziman û kelepora Kurdî kirine. Fermo; guh bidin dengê Ahmedê Hepo, wî ji nêz ve nas bikin …

Read More »

Occo Mahabad: Weşangerên me nakevin pey qabiliyetên nû

Nûçexane – Em di serî de ji bo vê hevpeyvînê ji Occo re spas dikin û serkeftinê jê re dixwazin. Jixwe ne hewce ye em li vir qala Occo Mahabad û helbestên wî bikin, helbestên wî ew nîşan didin. Em hêvîdar in dê ev hevpeyvîn bala we bikşîne û hûn ê bi kêfxweşî bixwîn. Gernas Nenas 1-) Di serî de …

Read More »

Munaqeşeyanê Ziwanê Dayîke û Zafziwanîye de Dîyalektê Kurdkî

Nûçexane – 21 sibate Roja Ziwanê Dayîke yê Cîhanî ya û hemeyê dinya de bitaybetî hetê şaranê ke ziwanê înan ameyê qedexekerdiş, tada dîya û tehqîr bîyê ra pîroz bena. Sedemo ke na roje sey Roja Ziwanê Dayîke ameyo qebulkerdiş zî no yo ke, roja 21 sibate 1952 de aktîvîstê ziwanî yê şarê Bangladeşî ke zafê xo wendekarê unîversîte bî, …

Read More »

Derhênerekî Kurd li Tehranê, Xelata Yekem a Festîvala Fîlman Bidest Xist

Nûçexane – Nûçegihaniyên Îranî bilav kirin, kurte fîlma “Çîden Sipîde dem”(Jêkirina ber bi Sibêdê) li nivîsîn û derhênana “Têymûr Qadirî” xelata heftimîn a fistîvala neteweyî û navneteweyî a “Pervîn Êtisamî” bidest anî. Ev kurte fîlma ku li heyamê 15’deqeyan hatiye çêkirin û serpêhatiya zarokek gundî ku jibo peyda kirina hewalê xwe rûbirûyê gelek k arîşe û pirsgirêkan dibe. Fîlm hilgirtina …

Read More »

ÇIRA’yê li Amedê ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî Çira Vêxistin

Nûçexane – Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA li Amedê, bi boneya pîrozbahiyên Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî; di 21ê Sibatê de meşek lidarxist. Çalakiya Komeleya ÇIRAyê, bi vêxistina çiraxan (meşale) û bi xwendina stran û qîrîna dirûşmeyan birêve çû. Di çalakiya ku li ber ACZ Plazayê de, birêvebirê komeleyê Hanîfî Eren daxuyaniyek xwend.  Piştî xwendina daxuyaniyê, endam, alîgir û …

Read More »

Mijara Kovara ‘Kürt Tarihi’ ya vê Hejmarê Alfabeyên Kurdan e

Nûçexane – Kovara ‘Kürt Tarihi’ ango Dîroka Kurdan ku gotar û lêkolînên li ser dîroka Kurdan belav dike, di hejmara xwe ya 5’an de ligel çend dosyayên lêkolînî Alfabeyên ku heta niha Kurdan bikar anîne derdixe pêş xwendevanan. Di nivîsa li ser Alfabeyên Kurdî de tê gotin, heta niha bi qasî 45 ferhengên zimanê Kurdî hatine nivîsîn ku ya pêşî …

Read More »

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî Pîroz Be!

Nûçexane – Îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye. Roja Zimanê Dayikê 61 sal berê piştî bûyerên 21’ê Sibata 1952’yan ku jiber daxwazên nasîna zimanê xwe li Pakîstanê gelek xwepêşandêr hatibûn kuştin ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 1999’an de hate pejirandin. Ev roj cara pêşî di sala 2000’î de wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li seranserê …

Read More »

Li Amedê Konferansa Zimanê Zikmakî Hate Lidarxistin

Nûçexane – Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konferansek lidarxist. Konferans, di 17ê Sibatê de, li  Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê, bi tevlêbûna Birêvebirê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Edîtorê Rojnameya Newepelê Nivîskar Roşan Lezgîn û bi moderatoriya Umît Tektaş pêk hat. Nêzikî 300 kes …

Read More »

Ji Enstîtuya Mezopotamyayê Panelên “Berhemên Edebiyata Sirgunê”

Nûçexane – Enstîtuya Mezopotamyayê Sektîona Mafê Mirovan, “berhemên edebiyata sirgunê” dide ber niqaşê ku wê mehê mehê carekê panelekê organîze bike. Wê panelên Enstîtuyê bi vexwendina nivîskarê berheman werin lidarxistin û panêl ji raya giştî vekirî bin. Panela yekem, li Stockholmê di 23 sibatê de, li Ungdomshus 2. Hemmet a Skarholmen Centrumê, saet 14.00 pêk tê. Romana nivîskar Mistefa Cizîrî …

Read More »

Koma Lêkolînê ya Sînemaya Kurdî Hate Damezirandin

Nûçexane –Li Stenbolê Koma Lêkolînê ya Sînemaya Kurdî bi kombûna çend derhênerên Sînemaya Kurdî di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (IBV) de, hate damezirandin. VOA Kurdî / Salih Turan Jibo agahîyên zêdetir û guhdarîya raportê ji kerema xwe têkevin malpera Dengê Amerîka .

Read More »

Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî li Dîyarbekirê Dihêtê Damezrandin

Nûçexane – Li Parlemana Tirkîyê Bernivîsa Qanûnî ya jibo damezirandina Zanîngeha Weqfa Selaheddîn Eyyûbî li Diyarbekirê, bi piştgirîya her çar partîyên li parlemanê hate qebûl kirin. VOA Kurdî / Hatice Kamer – Diyarbekir Jibo agahîyên zêdetir û guhdarîya raportê ji kerema xwe têkevin malpera Dengê Amerîka .

Read More »