Breaking News

Genel

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr Dogan jî nîşan da. Dengdan dê heta 31’ê Berfanbarê li ser înternetê bidome. Zanîngeha DeuPauw ya li eyaleta Indianayê ya li Amerîkayê ji bo “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” 11 berendam diyar kirin. Di nava berendaman de hunermenda kurd a bi nav û deng …

Read More »

FOTO GALERÎ: Bi çend wêneyan payîza Rojhilatê Kurdistanê

Rojhilatê Kurdistanê Payîz (2)

Kurdistan xweş e. Payîza wê jî. Li ser Rojhilat û payîza wê çi bête gotin heçku dê kêm be. Di demên wiha de carinan muzîk, carinan helbest û carinan jî dîdemek digihîje hewara me. Vê carê wêne gihaştin hewara me û bûne tercumanê hestên me. Wêneyên rojeke payîza Rojhilatê Kurdistanê di galeriya Nûçexaneyê de ne.  

Read More »

Diljen Ronî li Stenbolê konsertekê dide

Diljen Ronî

Diljen Ronî 16’ê Berfanbarê piştî derketina albûma xwe ya nû Xewna Derew cara yekemîn li Stenbolê konsertekê dide. Hunermend Diljen Ronî ku demek berê albûma wî ya nû ‘Xewna Derew’ hatibû belavkirin û rastî elaqeyeke germ hatibû 16’ê Berfanbarê (16.12.2108) li mekanê bi navê Cemiyet ya li Beyogluya Stenbolê saet 19.00’an konsertekê dide. Di konsertê de, Ayhan Orhuntaş bi elektrogîtarê, Erdi Aslan bi saksafon û flutê, Levent Canen …

Read More »

Ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê şevek tê lidarxistin

Chalak Şeva Dengbêjan

Chalak Events, ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê şeveke dengbêjiyê li dar dixe. Chalak Events ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê 22’yê Berfanbarê şeveke bi navê Dengbêj Nights III.  li dar dixe. Şeva dengbêjiyê dê li Şa Performansê û Şevin Teras Cafeya li Beyoglûya Stenbolê birêve biçe. Di şevê de dengbêjên botanî Avdilayê Goyî, Cemalê Mihê, Kurdê û Henîfa Şirnexî …

Read More »

Rênas Jiyan li Stenbolê bi xwendekarên xwe re tê ba hev

Helbestkar Rênas Jiyan 8’ê Berfanbarê li Şevin Teras Cafeya Stenbolê bi xwendekarên xwe re tê ba hev. Helbestkar û nivîskar Rênas Jiyan wê roja şemiyê (8’ê Berfanbara 2018an) saet 14:30’an  li Şevîn Teras Cafeya li Taksîma Stenbolê bi xwendevanên xwe re bê ba hev. Rênas Jiyan wê di bernameyê de li ser berhemên xwe biaxive, helbestan bixwîne û romana xwe …

Read More »

Li Stenbolê pêşandana kurtefîlmên xelatgir ên kurdî tê lidarxistin

Kurtefîlm

Li Şa Performansê 7-8 û 9’ê Berfanbarê pêşandana kurtefîlmên xelatgir ên kurdî tê lidarxistin. Li mekanê bi navê Şa Performansê ya li Beyogluya Stenbolê  7-8 û 9’ê Berfanbarê bi koordînatoriya derhêner Bilal Korkut pêşandana kurtefîlmên xelatgir ên kurdî tê lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de dê di 3 rojan de 12 kurtefîlmên kurdî ên xelatgir bêne nîşandan. ‘ARMANC HEVNASKIRINA DERHÊNER Û …

Read More »

Hunermendê kurd Mirov ji bo Supermen stranek çêkir

Albûma pêşî ya hunermendê kurd Mirov, Kêzikê Sergêj, di meha Berfanbarê de li ser platformên dîjîtal hat belavkirin. Di albûma Kêzikê Sergêj a Mirovî de du stran jê tirkî, şeş kurdî, bi tevahî heşt stran hene. Stran bi giranî motîfên blues û rockê dihundirînin. Di albûma Mirovî de ji Supermen re stranek (Xewna Zarokekî: Supermena min), stranek ji bo kêzîkekê …

Read More »

Li Stenbolê şeva Par Lagerkvistî hat lidarxistin

Şeva Par Lagerkvistî li Stenbolê

Bi minasebeta wergera berhema nivîskarê swêdî Par Lagerkvistî ya bi navê Barabbas bo kurdî duhî (28.11.2018) li Konsulxaneya Swêdê ya li Stenbolê şevekê danasînê hat lidarxistin. Nivîskarê swêdî Pär Lagerkvist (1891-1974) xelatgirê nobela edebiyatê ye. Berhema wî ya navdar Barabbas ku li gelek zimanan hatiye wergerandin bo kurdî jî hat wergerandin. Kurdiya wê îsal bi wergera nivîskar Firat Cewerî ji …

Read More »

Kovara Ziryabê Pêşbirkeke muzîkê lidar dixe

Pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê

Serîlêdanên 1’emîn pêşbirka muzîkê ya ziryabê îro (26’ê Mijdara 2018’an) destpêkirin û dê heta 5’ê Sibata 2019’an bidomin. Ziryab dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke. Li gorî daxuyaniya Kovara Ziryabê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekiriye, Ziryab dê pêşbirkeke muzîkê lidar bixe û dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke. Xwedî û berpirsê Ziryabê …

Read More »

Albûma nû ya Diljen Ronî Xewna Derew derket

Xewna Derew, Diljen Ronî

Diljen Ronî piştî albûmên xwe yên ‘Çend Gotinên Evînê’, ‘Du Demsal’ û albûma klasîkên kurdî ya bi navê ‘Çile’ bi navê ‘Xewna Derew’ bi albûmeke nû li pêşberî guhdêran e. Hunermend Diljen Ronî, duhî (19.11.2018) li studyoya Utopya Muzîkê ya li Beyogluya Stenbolê bi kokteylekê albûma xwe ya nû ‘Xewna Derew’ da naskirin. Di şeva danasînê de endamên çapemeniya kurdî …

Read More »

Ziryab: Em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin

Ziryab - 1 -2018

Yekem kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kuşe Ziryabê dest bi weşanê kir. Ziryab kovareke vedor e û dê ji çar mehan carekê derkeve. Desteya weşanê ya Ziryabê ji Siya Şevê Gokçe Selim û Serhat Temel; Harûn Elkî û Ozan Irmak pêk tê. Edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin. ‘Kovareke …

Read More »

Mem Ararat li Stenbolê konsertekê dide

mem ararat

Mem Ararat 11’ê Mijdarê li mekanê bi navê Cemiyet ya li Beyogluya Stenbolê konserteke dide. Hunermend Mem Ararat ku demek berê albûma wî ya nû Xewna Bajarekî hatibû belavkirin û rastî elaqeyeke mezin hatibû 11’ê Mijdarê li mekanê bi navê Cemiyet ya Beyogluya Stenbolê saet 20.30’an dê li konsertekê stranên xwe yên nû û kevn bistire. Hunermend Mem Ararat di …

Read More »

Li Stenbolê şeva rapbêjên kurd tê lidarxistin

Hejmarek rapbêjên kurd li Stenbolê di çarçoveya bernameyeke taybet a bi navê Şeva Repa Kurdî dicivin û hunera xwe pêşkêş dikin. Rapbêjên kurd 21’ê Cotmehê saet 8’ê êvarê, bi bernameyeke taybet, li mekanê bi navê Cemiyet a li Beyoglu ya Stenbolê, dicivin û û stran û hunerên xwe pêşkêş dikin. Birêvebirê Bernameyê rapbêj Xem ji Nûçexaneyê re dikar kir ku, …

Read More »

Nivîskarê kurd Berekat xelata Max Jacob wergirt

Nivîskarê kurd ê erebînivîs Selîm Berekat xelata wêjeyê ya navdewletî ya Max Jacob wergirt. Xelata edebî ya Max Jacob xelateke wêjeyî ya salane ye ku di sala 1950’î de ji aliyê kesayetî û dewlemendê fransî Florence Frank Jay Gould ve hat damezrandin. Her sal di çaryeka yekemîn a salê de Xelata Max Jacob dibe para berhemeke helbestan a fransî yan …

Read More »