Breaking News

Curbecur

Hunermendê kurd Mirov ji bo Supermen stranek çêkir

Albûma pêşî ya hunermendê kurd Mirov, Kêzikê Sergêj, di meha Berfanbarê de li ser platformên dîjîtal hat belavkirin. Di albûma Kêzikê Sergêj a Mirovî de du stran jê tirkî, şeş kurdî, bi tevahî heşt stran hene. Stran bi giranî motîfên blues û rockê dihundirînin. Di albûma Mirovî de ji Supermen re stranek (Xewna Zarokekî: Supermena min), stranek ji bo kêzîkekê …

Read More »

Heyva Sorîn a Xerabûyî ya herî domdar a sedsalê

Heyva Sorîn a Xerabûyî ango Rûgirtina Heyvê ya herî demdirêj a sedsala 21an îşev (27.07.2018) pêk hat. Rûgirtina Sorîn a Heyvê li seranserê cîhanê hat temaşekirin û dîmenên balkêş derketin derxistin holê.

Read More »

Xwarinên daxwaz û hêza cinsî zêde dikin…

  Her çiqasî tê zanîn ku laşekeî tendurist ji bo jiyaneke cinsî ya saxlem gelekî giring e jî, lê dîsa jî baş tê zanîn ku sûdên bêhejmar ji hinek xwarinan re li ser jiyana cinsî heye. Ji bo jiyaneke cinsî ya bextewar, xwarin gelekî giring e.Gelo kîjan xwarin in ên ku bandoreke afrodizyakê dikin û daxwaz û performansa cinsî zêde …

Read More »

Prof. Şekroyê Mihoyî û Pirtûka ‘Dîroka Kurdistanê’ – Prîskê Mihoyî

Ev qerçimokên dêmê apê Şekroyê Xudoyê Mihoyî tê bêjî şax in ji dîroka Kurd û Kurdistanê! Tê bêjî ev qerçimokên dêmê dîrokzanê meyî mezin bûne wek pişt û kember û me ji ber her «qeda û belayên dîrokî» diparêzin!.. Ev kurdzanê meyî bi nav û deng, Profêsorê bi xwedî rutib û libasê zanyarîyê, akadêmîkê Akadêmîya Ermenîstanê ye. Zanîstîyê tê bêjî …

Read More »

Sineta Jinan li Ewropayê Belav Dibe

Sineta jinan ku wek çand û rîtueleke olî li welatên Afrîkî û hin welatên Rojhilata Navîn serdest e niha bi koçberiyê re berê xwe daye welatên Rojavayê Cîhanê . Li gorî vekolînên fermî yên welatê Brîtanya 170 hezar jinên sinetkirî hene û çav li rê ye 65 hezarên din jî li vê hejmarê zêde bibin. Sineta jinan bi jêkerina parçeyê …

Read More »

Klîba Çopî ya ‘Pêşmerge’ amade ye

Hunermenda kurd Çopî, kilîba xwe ya nû bi navê “Pêşmerge” belav kir. Çopî, li ser rûpela xwe ya facebookê da zanîn ku kilîba xwe ya nû bi navê “Pêşmerge” xilas bûye. Çopî her wiha da zanîn ku têksta wê kilîbê ji aliyê bavê wê ve hatiye nivîsandin, ahenga stranê jî ji aliyê wê ve hatiye çêkirin. Hunermenda navdar got ku …

Read More »

Cureyên Hejîr û Tirîyê Herêma Mêrdînê

HEJÎRÊN HERÊMA MÊRDÎNÊ AYŞÎNÎ : Zer e û ne girs e. Ji siqaqî şêrîntir e û hûrtir e. Nava wê dagirtî ye. Ji hejîrên din şîrîntir e. HECÎ ‘ELÎ : Zerê vekirî ye. Dagirtî ye. HEJÎRA SÊR : Tijî kerik dibin; lê hemû diweşin. HEMEDÊ HORÊ : Hebikî zer e û tahma wê xweş e. Ji rêhanî mezintir û ji …

Read More »

Miss Kurdistan hat hilbijartin: Şaliya Sîrwan bû Şahciwana 2016an

Bi merasîmeke ku li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê birêve çû, sêyemîn şahciwana Kurdistanê hate hilbijartin. Di merasîma ku di televizyonên Başûrê Kurdistanê de zindî hate weşandin de, ji nav 11 keçên mabûn fînalê keça 21 salî ji bajarê Silêmanîyê Şaliya Sîrwan bû yekemîn û erka Şahciwaniya Kurdistanê bi dest xist. Jibo vê mebestê 63 kecan ji Kurdistana Rojhilat û Başûr …

Read More »

Payîz tê, fêdeyên ava leymûnê çi ne?

Leymûn yek ji sewzeya herî zêde mifayê dide tenduristiya mirovan e. Ava leymûnê ji bo gelek nexweşiyên demsalî xweprastina bedena mirovan li ber xeteriyan zexm dike. Werin em çend fêdeyên ava leymûnê bizanin bê ava leymûnê çiqas girîng e ji bo tenduristiya me… 1- Vexwarina ava leymûnê cild/çermê mirovan paqij dike û ji toksînan parzûn dike. Heger vîtamîna C lê …

Read More »

Ji bo pevşabûneke tendurist 10 xalên sereke…

Pisporên tenduristiya pêwendiya cinsî ya jin û mêran ji bo jiyaneke bextewarî bidin ber mirovan lêkolînên xwe berdewam dikin. Di encama pişkinînên pizîşkî û van lêkolînên zanistî de, li ser pevşabûna jin û mêran û çêjdarî û jiyaneke tenduristî pêşniyaran dikin. Li gor pisporan pêwendiya zayendî du alî ye û divê cot hevdu di gelek xalan de motîve û serxwet bikin. …

Read More »

Di IPhone 7’ê de taybetîyên balkêş…

Kompaniya Teknolojîyê ya Cîhanî Apple li San Francisco bi danasîneke li serarserê dinyayê hate şopandin telefona xwe ya nû pêşkeş kir. Iphone 7 ji niha ve diyare dê wek telefona teknolojîya herî nûjen û serkeftî mohra xwe li bazara telefonên jîrik bide. Di Iphone 7’ê de hin taybetmendiyên şoreşî hatine zêdekirin ku êdî bergeheke nû di vê bazara milyar dolaran …

Read More »

Telefona we dibe kilîta otomobîla we

Kompaniya Samsung a Koreyî û Mercedes-Benz’ê xebatê dikin ku bi rêya telefonên jîrik deriyên otomobîlê asê bikin û vekin. Bi vê teknolojiya nû ku li Fûara Otomobîlan a Berlînê danasîna wê hate kirin, êdî wê kesên xwedî telefoneke taybetmendiya NFC a Galaxy karibin deriyên otomobîlên xwe vekin û wan ji dizan jî biparêzin. Heger ev teknolojî bê xebitandin telefon jî …

Read More »

Hûnê şaş bimînin! Sirrên laşê mirov çi ne?

Bedena mirovan xwedî bi milyonan raz û nepeniyan e. Ev razên laşê me heta mirinê jî bi me re ne û em hay ji gelekên wan nînin. Me çend razên/sirrên bedena mirovan ji we re berhev kirin. Gelo we dizanî? 1 > Dilê mirovan di rojeke 24 demjimêran de 100 hezar caran lêdide. 2 > Di maweya jiyana mirovekî/ê de …

Read More »

Pisporên Amerîkî, Fransî û Brîtanî Xendekên Sînorê Kurdistanê Dikolin

Bi çavdêriya tîmeke Fransî, Amerîkî û Brîtanî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi xendekan sînorê nexşeya Kurdistanê yên cudabûna ji Îraqê xêz dikin. Piştî rizgarkirina deverên Kurdistanî yên jêr destê DAIŞê, hêzên pêşmerge bi serpereştiya tîmeke Fransa, Brîtanya û Amerîka ji bo cudakirina sînorê Kurdistanê ji Îraqê dest bi vedana xendekan kirin. Li gor pêzanînên malpera Xed Press ku ji berpirsên wezareta …

Read More »

Platforma Fîlm û Rêzefîlman Netflix Tê 130 Welatên Din

Platforma fîlmên sînema û rêzefilman  Netflix ku li 60 welatan li ser înternetê xizmetê dide biryar stand li 130 welatên din dest bi weşanê bike. Netflix platformeke înternetê ya temaşekirina fîlman e ku li sala 2007an li Amerîkayê wek kompaniyeke kirêkirina DVDyan dest bi kar kiriye û niha 70 milyon bikir û şopînerên wê hene. Biryara belavbûn û berfirehkirina bergeha  Netflix’ê …

Read More »

Dirêjiya Twîtan ji 140’î Dibe 10 Hezar Karakter

Nûçexane Teknolojî – Malpereke teknolojiyê ya Amerîkî ragihand ku Twitter xwe amade dike dirêjahiya peyamên li demnameyê têne parvekirin ji 140 karakteran biborîne û bike 10 hezar karakter. Li gor malpera Re/code, bi vê taybetmendiya nû ya Twitter’ê wê bikarhêner êdî bikaribin peyam û nivîsên heta dirêjiya 10 hezar tîpan parve bikin. Tê pêşbînî kirin ku ev taybetmendiya Twitterê li …

Read More »

‘Game of Thrones’ Bo Kurdî Tê Amadekirin

Çend ciwanên Kurd ku li ser facebook û twitterê hatine cem hev, dest bi xebatê kirine ku rêzefîlma navdar ‘Game of Thrones’ ji bo temaşevanên kurd amade bikin. Wergera ji bo jêrnivîsa fîlm dest pê kiriye û çend beşên fîlm jî hatine amade kirin. Game of Thrones Çawa Destpê Kir? Rêzepirtûka George R. R. Martînî, ya bi navê Strana Agir …

Read More »

Gotara Barzanî di Merasîma Salvegera Karesata Şingalê de (+Vîdyo)

Di merasîma Yekemîn Salvegera Karesata Şingalê (03.08.2015) de ku li bajarê Dihokê birêve çû Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî gotareke dîrokî pêşkeş kir. Barzanî soz da ku bi merdana ew ê tola êzidiyan bistînin. https://www.youtube.com/watch?v=OLktRyihzt4 Serok Barzanî li destpêka axaftina xwe de silav ji bo giyanê pakê şehîdên karesata Şingalê û wan Pêşmergeyên qehreman re şand ku bûne qurbanê bergiriya ax …

Read More »

Demirtaş Bang Kir: Pêwîste Em Têkoşîna Siyasî Bi Ser Bixin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li dijî provokasyonan banga hişyariyê li gel kir. Demîrtaş anî ziman ku hêzên provokator ên negihaştin armanca xwe dixwazin provokasyonê kûrtir bikin û got, “Li ser navê me, bila ji vê saetê û şûn ve kes li kolanan nemîne. Bang li gelê Êlih, Cizîr û Mêrdînê dikim. Kî ji vê saetê û şûn de …

Read More »

Înîsiyatîfa Kurdî Ji Bo Demokratîkbûna Sûrîyê Dixebite

Welatiyên bajarê Hesekê yên ji hemû pêkhateyên bajêr diyar kirin ku Înîsyatîfa Kurdî ya ji bo demokratîkkirina Sûriyê ku ji aliyên partiyên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatibû pêşniyarkirin, çareseriya demokratîk û aştiyane ji bo aloziya Sûriyê ye û ev çare ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê guncaw e û dane zanîn ku ew ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, …

Read More »

Li Qamişlo Vekirina Navenda Zarokan

Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê navenda 3’yemîn a zarokan hate vekirin. Navend bi înîsiyatîfa Yekîtiya Star li taxa Hilêliyê bi beşdariya endamên navenda zarokan a “Şehîd Aye Haco ya Zarokan” a taxa Enteriyê, endamên Rêxistina Yekîtiya Star, Saziya Zimanê Kurdî,  Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên meclîsên gel ên tax û gundên Qamişlo hate vekirin.Ji bo bîranîna zarokên bûne qurbaniyên …

Read More »

Serok Barzanî Cejna Netewî Newroz Pîroz Kir

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî, bi minasebeta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ragihand. Bi navê xwedayê mezin û dilovan Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê Pir bi dil pîrozbahiya cejna neteweyî ya newrozê li we dikim. Hêvîdarim her dem li xweşî û bexteweriyê da bin. Pîrozbahiyê li hemû takekî Kurd û malbata serbilindê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dikim. Newroz ji …

Read More »

Başkurdistan kuder e, çi kes in?

Nûçexane – Çapemeniya Tirkiyê xwe li Başkurdistanê jî kir xwedî û bi navê Başkurtistan bi nav dikin. Lê dîroknasê herêma Başkurdistanê Gelyamos Sellewat dibêje: “Başkurd Kurd in û divê navbera me de peywendî hebin.” Başkurdistan di nava sînorên federasyona Rûsye de cih digre. Başkurdistan, ашҡортостан – Başqortostan; Bi Rûsî: Башкортостан – Başkortostan yan jî (bi zimanê gel) Башкирия – Başkiriya) …

Read More »

Cebar Yawer: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê devkî ye

Nûçexane –  Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer diyar kir ku her du lêjneyên Hewlêr û Bexdayê “bi awayekî devkî” li ser çareseriya arîşeyan li hev kirine. Li gorî nûçeya rojnameya erebî ya Şerq el-Ewset, sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer gotiye ku atmosfera civîna duh a navbera wezaretên pêşmerge û bergiriya …

Read More »