Breaking News

Gişti

Demirtaş piştî Başûrê Kurdistanê diçe Ewrûpayê

Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş piştî dawîanîna serdana Başûrê Kurdistanê ji bo çend danûstandinên siyasî diçe Ewrûpayê. Li gor daxuyaniya Navenda HDP’ê dê Demirtaş digel şandeke partiya xwe biçe serbajarê Almanya Berlînê û serbajarê Belçîka Brukselê. Dê hevdîtinên HDP’ê rojên 27 û 28’ê Îlonê li Brukselê 29’ê mehê jî li Berlîn pêk werin. Di şandeya HDP’ê de ji bilî Selahattin Demirtaş, …

Read More »

Edhem Barzanî: Xwepêşandan ne yên gel in, êrîş bikin destê me vekirî ye!

Berpirsê Civata Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanî Edhem Barzanî got ku wan hişyarî daye aliyên siyasî û ji wan re ragihandiye, “Eger di dema xwepêşandanan de baregahên PDKê bibin amanca êrîşan, ew jî ti garantiyekî nadin ku baregahên wan jî nebin amanc.” Edhem Barzanî di hevpeyvîna bi Rûdawê re eşkere kir ku roja 24ê Îlonê li Silêmaniyê ligel …

Read More »

ENKS ji bo azadkirina endam û alîgirên xwe dîsa dest bi çalakiyan dike

Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştî dawîanîna grevên birçîbûnê xwe amade dike ji nû ve dest bi çalakiyên bo azadkirina endam û alîgirên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê hatine zindan kirin bike. Endamê ENKSê Behcet Beşîr dibêje, heta niha nêzîkî 50 serkirde û endamên wan di zindanên PYDê de ne û nehatine azadkirin, lewma di çend rojên bê de …

Read More »

Bûrayê Salih Muslim destdanîna ser nexweşxaneya Kobanî dibe Ewrûpayê

Xwediyê Nexweşxaneya Taybet Vîyena ku li Kobanî ye destdanîna Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ser nexweşxaneya xwe dibe raya giştî ya Ewropayê. Dr. Izzet Efendî ku birayê Ayşe Efendî ya xanima Hevserokê PYD’ê Salih Muslim e dibêje, ez dê ji ber van kiryarên çekdarên wan PYD’ê li Ewropayê bihetikînim. Dr. Izzet Efendî ji Yekîtî Medîayê re ragihandiye, bi sedema ku …

Read More »

Bombardimana Helebê berdewam e, kuştî birîndar hene

Balafirên Rûsî yên şer taxên dorpêçkirî û taxa Huluk li Helebê topbaran kirin û di encamê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Li gor ajansa Qasiyûn balafirên şer bi bombeyên goşeyî taxa Kerim Homid li bajarê Helebê topbaran kirin û di encamê de 2 kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn …

Read More »

Ji bo FARC û Kolombiya îro roja dîrokî ye

Hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar û Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) rêkeftina aştiyê bi hev re îmze dikin. Hikûmeta Kolombiyayê û rêxistina FARCê îro bi beşdariya 15 welatên Amerîka Latînî, Sekreterê NY Ban Ki-Moon, Wezîrên Derve yê Amerîka John Kerry û 26 wezîrên derve yên welatên din, li navenda kongreyan li seyrangeha Kartahîna bi rê ve diçe. Tê zanîn ku, Serokdewletê …

Read More »

Nûnerê NY: Wê rejîma Sûrî Helebê bistîne

Nûnerê Daimî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî teqez kir ku hikûmeta Sûriyeyê dê careke din tevahiya bajarê Helebê kontrol bike. Caferî li civîna Lijneya Ewlehiyê ragihand ku Ehrar El-Şamê êrîşî embarên madeyên kîmyawî kir û plan dikin ku bi wan madeyên ji wan embaran birine, êrîşên madeyên fosforê li Helebê pêk bînin û wiha dewam kir: “Ew ê …

Read More »

Di navbera Amerîka û Rûsiya de rêkeftineke nû

Li gorî rojnameya Izvestiyayê ku dispêrê çavkaniyên leşkerî û dîplomatîk ên Rûsî, Artêşa Rûsya û Amerîkayê ji bo êrîş û kordîneya operasyona hewayî li Sûriyeyê, li pey peymaneke nû ne ku dibe heta çend rojan were îmzekirin. Çavkaniyê leşkerî ku navê xwe neda, di axaftina xwe de got: “Em li ser lihevkirina belgeye hatin merhaleya dawî û hetanî çend rojên …

Read More »

Hinardeya Petrola Kurdistanê li ser Ceyhanê ji nû ve dest pê dike

Xeta boriya 34 a bîra Petrola Bay Hesen piştî 43 rojan hat çêkirib û cardin proseya şandina petrolê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê di demeke nêzîk de dest pê bike. Di 10ê Tebaxê de Xeta boriya 34 a bîra Petrola Bay Hesen hatibû teqandin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê biryara rawestandina petrolê dabû. Serokê Endazyarên Petrolê li Şîrketa Petrola Bakur …

Read More »

Li Başûr banga protestoya Mamosteyan; Siyaseta Bêehlaq ya Faşil – Mihemed Sanri

Niha li navçeya Sileymaniyê û Germiyan YNK-ê, Gorran, Yêkgirtû, û Komaleya Îslamî biryar girtine ko di 27-ê vê mehê roja destpêka xwendina sala nû de li himberî hikûmetê xwpêşandanê bikin. Bi vê mebestê ew dixwazin mamosta jî “erkê xwe” boykot bikin û beşdariyê li dibistanan nekin. Fermandeyiyên Hêza 70-yê û Hêza 80-yê ya Pêşmergeyî jî duh beyanek hevpişk belav kirin. …

Read More »

Erdogan şandeyekê dişîne Başûrê Kurdistanê

Serokomarê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku wê di demek kurt de şandeke wan biçe Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî bicive. Li gor nûçeya rojnameya ‘Haberturk’ê Erdogani ser serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ya Herêma Kurdistanê de jî axivî. Erdogan got: “Em niha nirxandina vê yekê nakin û em dê di …

Read More »

Mihrac Ural: YPG ji bo Sûriya Yekgirtî Têdikoşe

Serokê rêxistina Muqavemeya Sûriyê Mihraç Ural ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de piştgiriya hêzên hikûmeta wî welatî dike, operasyona “Mertala Firatê” ya ji aliyê Artêşa Tirk û Artêşa Sûriya Azad ve hatiye destpêkirin weke “dagiriyê” binav dike. Mihraç Ural ku hatibû îdiakrin di 30ê Adarê de hatiye kuştin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirk û …

Read More »

Mîrê Êzidîyan: Baweriya me bi Îraqê nayê

Mîrê kurdên êzîdî Mîr Tehsîn Beg bang li NY kir ku Şingalê biparêzin. Mîr Tehsîn xwest ku Şingal bibe parêzgeh û bikeve ser Herêma Kurdistanê. Mîr Tehsîn Beg, di hevpeyvînekê de digel BBC, behsa komkujî û jenosîdên li dijî kurdên êzîdî her wiha xiyaneta ereban li dijî êzîdiyan, girtin û revandina jinên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve kiriye û bang …

Read More »

Demirtaş dîsa çû mêvandariya Barzanî!

Şanda HDPê ya bi serokatiya Selahattîn Demirtaş piştî hevdîtinên xwe yên ligel aliyên din, careke din gihîşte Pîrmamê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 22ê Îlonê hatibû Hewlêrê û pêşî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû. Şanda HDP’ê piştî serdana ligel aliyên siyasî yên hikûmet û parlamenê îro bi hevdîtina …

Read More »

Li Amedê operasyon li ser mamosteyên dûrxistî hate kirin

Li Amedê piştî xwepêşandana mamostetîyên ji kar hatine dûrxistin, polîsan bi ser malên mamosteyan de girtin û bi kêmî 10 mamoste hatin binçavkirin. Li gor nûçeya DIHAyê li navenda Amed, navçeyên Pasûr û Erxeniyê bi ser malên mamosteyan de hatiye girtin û bi kêmî 10 mamoste hatine binçavkirin. Li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 11 hezar mamosteyên ku ji kar hatin durxistin …

Read More »

Behrûz Ceifer: PDK ji Devera Kesk bê hêvî ye, parçebûn li ber derî ye

Pispor û vekolerê aboriya siyasî Behruz Ceifer dibêje, hinek dixwazin Herêma Kurdistanê parçe bikin û Îran jî serkêşiya wan dike. Vekolerê sîyaseta aboriya navdewletî Ceifer li ser rûpela xwe ya facebookê di analîzeke xwe de got, PDK êdî ji “Devera Kesk” bê hêvî bûye. Behrûz Ceifer, da zanîn, ‘hinek dixwazin Herêma Kurdistanê parçe bikin û du-îdaretiyê çêbikin! Helbet ev senaryo …

Read More »

‘Amerîkayê ji Esed lêborîn xwest’

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Washîngtonê li ser êrişa Dêra Zorê ku 62 leşkerên Artêşa Sûriyeyê hatibûn kuştin û derdora 100 leşkerî jî birindar bibûn bi navbeynkariya Moskovayê lêborîn ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad xwest. Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya digel televizyona Rossiya1ê de got: “Amerîkayê li ser bombebarana balafirên koalîsyona navneteweyî ku  êrîş biribû …

Read More »

Almanya ji bo Pêşmerge navenda rahênanê vekir

Îro 23 Eylûlê, di merasîmekê de li Rêveberiya Mîrey Giştî ser bi Wezareta Pêşmerge ve Wezîra Berevaniya Almanya kilîlên fêrgeha serbazî ya almanî li bajarokê Behrekê ser bi bajarê Hewlêrê ve radestî Wezareta Pêşmerge kir. Di merasîmê de Wezîra Berevaniya Elmanya Ursula Von Der Leyen ragehand ku, ciwaniya vê fêrgehê ew e ku em alaya Kurdistan û Almanya li bane …

Read More »

Japonya amade ye alîkariya Kurdistanê bike

Japonya amadeye bi hemû şiyana xwe ya aborî, pişesazî û çandiniyê careke din vegere Iraq û Başûrê Kurdistanê. Welatê Japonyayê xwedan ezmûneke 70 salî yê pişesazî, binesazî û geşedanê ye. Ev welat amadeye van ezmûnên xwe li hemû deverên cîhanê belav bike. Herwiha amadeye veguheze Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî. Ji sala 2003ê ve, piştî hilweşandina rejîma Saddam, rêveberiya Tokyoyê, …

Read More »

Piştî dawîbûna agirbestê bombardimana ser Helebê zêde bû

Balafirên Rûsî û yên rêjîmê doh bi şev bombebarankirina taxên rojhilat ên bajarê Helebê nû kirin di encamê de hejmarek kes bûn qurbanî. Piştî ragihandina artêşa rêjîmê ku ew dest bi operasyoneke nû li Helebê dike, nemaze ligel ragihandina têkçûyîna civîna ’’Grûpa Navwelatî ya jibo Sûriyê’’ di vejandina agirbestê de, balafirên şer ên rêjîmê û yên Rûsî doh bi şev …

Read More »

Şanda ENKS’ê bi Şêwirmenda Merkel û Berpirsê Rojhilata Navîn re civiya

Şanda Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya Seroktiya Îbrahîm Biro, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi berpirsê dosyeya Rojhilata Navîn ê Almanya Frank Hartman re civiya. Di civînê de digel Hartman Şêwirmenda Seroka Almanya Angela Merkel Daniel Şîlegil jî amadehî kir. Li gor K24’ê Endamê Pêwendiyên Derve yê ENKS Siyamend Haco li ser vê hevdîtinê ragihandiye ku …

Read More »

Amadekariya Mûsilê: Niha jî Centcom li Hewlêrê ye

Fermandarê Giştî yê Hêza Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel, gihîşt Herêma Kurdistanê û niha bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re di civînê de ye. Tirafîka hevdîtinên dîplomatîk li Herêma Kurdistanê ev demeke didome. Çendek berê şandeya Brîtanî hatibû Kurdistanê û doh jî Wezîra Berevaniya Almanya hatibû Hewlêrê. Li gor BasNews’ê şanda Amerîka ya bi serokatiya fermandeyê CENTCOMê Joseph …

Read More »

Fermandarê Şîe: Îraq parçe bibe dê xwîn birije

Serokê rêxistina Bedir Hadî Amirî ragihand ku Parçebûna Iraqê dê bibe sedema rijandina xwînê. Hadî Amirî ku di heman demê de fermandarê Heşda Şeibî ye, îro (23-09-2016) li bajarê Necefê di rêwresma Roja Xedîr de gotarek pêşkeş kir. “Niha gelek kes hewl didin Iraqê parçe bikin. Dewleta Şîe, dewleta Sûnnî û ya kurdan ava bikin. Lê em vê yekê qebûl …

Read More »

CHP Biryarnameyên’ Rewşa Awarte’ dibe Dadgeha Bilind

Partîya duyemîn a Tirkiyê, Partîya Komarîya Gel (CHP) piştî zêdebûna nerazîbûn û neheqiyên ku bi Biryarnameyên Rewşa Awarte hatine, ji bo betalkirina wan biryaran serlêdana pêşî li Dadgeha Bilind a Makeqanûnê kir. CHP piştî hewildana darbeyê piştgiriya xwe ji bo Hikumeta AK Partiyê diyar kiribû, lê bi zêdebûna neheqî û mexduriyetên mezin ên biryarên Rewşa Awarte re ev demeke rexneyên …

Read More »

‘Keça min, kengî Rojava bû Kurdistan vegere’

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ku roja Pêncşemê (22.09.2016) Asayişa Kantona Cizîrê êrişî wê kir li êrîşa ser xwe axivî. “Tevî ku bavê min ji hêzên Asayişa Rojava re got, ku keça min ducanî ye, lê wan li min xist, ez rakişandim û kincên min qetandin.” 22yê Îlona 2016, peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ku bi mebesta serdan û dîtina dayik û …

Read More »