Breaking News

Gişti

Kurdî-Der’ê Dibistanên Kurdî Vekirin

Komeleya Lêkolîn û Pêşxwestina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) bi piştgiriya KCDê û Egitim-Senê, li Amedê, Şirnex û Colemêrgê dibistanên seretayî ku tenê bi zimanê kurdî perwerde bibînin, vekirin. Dibistanên ku li navçeyên Rezana Amedê, Cizîra Şirnexê û Gevera Colemêrgê hatine vekirin bi zareveya kurmancî dê perwerde bidin. Vekirina dibistanan bi civîneke çapemenî ku îro li Amedê hate lidarxistin hate aşkera kirin. …

Read More »

Bajarê Xoy li Rojhilatê Kurdistanê

Bajarê Xoy bajarekî kevnar yê Rojhilatê Kurdistanê ku nêzî 5 hezar sal dîroka wê heye. Ev bajarê ku ji bo bajarên derdora xwe wek navendeke aborî û bazirganiyê ye li ser deşteke fireh nêzî Çiyayê Ewrînê hatiye avakirin.Xoy bajarekî kevnar yê rojhilatê Kurdistanê ye û gelheya wê nêzî 500 hezar kesî ye. Di Eyaleta Azerbaycana Rojhilat de piştî Urmiye bajarê …

Read More »

Termê 60 çekdarên DAİŞ’ê ketin destê Pêşmerge

Qeymeqamê qezaya Xebat Rizgar Mistefa eşkere kir ku li çiyayê Zertik termê 60 çekdarên DAİŞ’ê ketine destê Hêzên Pêşmerge û li wê navçeyê DAİŞ hatiye şikandin. Derbarê şer û pevçûnên van herdu rojên borî de li çiyayê Zertik, Qeymeqamê qezaya Xebat a Hewlêrê Rizgar Mistefa got: ‘’Di êrîşên van herdu rojên borî yên Hêzên Pêşmerge de bo ser çekdarên DAİŞ’ê …

Read More »

Kawa Malak: Jibo Kurdan Derfeta Statuya Federalî li Sûrîyê Heye

Berpirsê Tevgera Kurdistana Sûrîyê (T.K.S) Kawa Malak, ji Dengê Amerîka re êrîşên DAÎŞ’ê, helwesta partîyên Kurd li Sûrîyê û rewşa Kurdistana Sûrîyê dinirxîne. Bizavkar Malak dîyar dike, Şoreşa Sûrîyê jibo Kurdan ne tiştekî nû bû, lê hişt ku derfetên nû bikevin destên Kurdan ku niha jî derfet heye Kurd bikarin wekî Kurdistana Îraqê bibin xwedî statuyeke federalî. “Yên ku ji …

Read More »

Parlamena Kurdistanê Dosya Êzdiyan Dibe Holanda

Şanda Parlamentoya Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Serokê Parlamentoya Holanda îro ligel şandekê serdana Holanda dike û dosya Êzdiyan dibe Holanda. Derheqa serdanê de parlemanterê Kurdistnê û endamê şandê Şêx Şamo got: “ Şanda Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed li ser vexwendina femî ya Parlamentoya Holanda ye û ligel şandeke ji hemû fraksyonên parlamentoyê serdana …

Read More »

Pirsgirêka Bê Aviyê li Gundên Derdora Sinê û Urmiyê

Pirsgirêka ava xwarinê di piraniya deverên Kurdakincî, bûye sedema vê hindê ku piraniya rûniştiyên wan gundan ber bi bajaran ve koçber bin. Bi pişt girêdan bi serhejmêriyên fermî ku hatine bilavkirin, akinciyên 271 gudên parêzgeha Kirmaşanê, 600 gundên parêzgeha Sine û 6oo gundên parêzgeha Urmiyê ligel arîşeya bê aviyê rûberû ne. Di parêzgeha Urmiyê, serbaerê kêm bûna ava xwarinê li …

Read More »

Çîrokên Trajedîya Êzîdîyên Şengalê Gihîştin Stenbolê

Bi sed hezaran Êzîdîyên Şengalê ku 3’yê meha Tebaxê bi êrîşên DAIŞ’ê re, rastî malwêranî û komkujîyeke mezin hatin, niha bi çîrokên xwe yên xemgîn û penaberîya neçarî li stargehên nû digerin. Piştî asêmayîna rojên li ser Çîyayê Şengalê, Kurdên Êzîdî bi hezaran xizm, xwişk û birayên xwe li pişt xwe hiştin û derbazî Kurdistana Sûrîyê, Herêma Kurdistanê û bajarên …

Read More »

Kovara Zanko Bi Hejmara Xwe ya Yekemîn Weşiya

Hejmara yekemîn a Kovara Zanist û teknolojîyê ya Zankoyê bi naveroka xwe ya têr û tijî derket. Ev kovar ji ser înternete wek Digi-Kovar ango e-Kovar û bêpere tê belav kirin. Kovar bi hewldana 14 kesan û di demek dûvdirêj de bi kedeke pîroz hat amadekirin. Kovar di heşt beşanda bi 24 mijarên ji hev xweşiktir derdikeve pêşberî me. Di …

Read More »

Şaîra Fars Rûeya Zêrîn: Ez Rêzê li Serxwebûna Kurdistanê Digirim

Rûeya Zêrîn helbestvaneke navdar ya Îranî ye, yekem Fars e ku bi aşkere piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje; ‘‘Ez rêz û hurmetê li xewna dîrokî ya hebûna dewleteke serbixwe digrim, ji ber ku paşeroja her neteweyekê di şiyan û îradeya xelkê wê de ye.’‘ Rûeya di gotara xwe de hevxemiya xwe û çend biraderekî derbarê rewşa niha ya Kurdistanê …

Read More »

Necmedîn Kerîm û Cemîl Bayik li Qendîlê civiyan

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm serdana quntara çiyayê Qendîl kir û ligel Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik civiya û rewşa Şingal û Diyale gotûbêj kirin. Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm doh (19.08.2014) serdana quntara çiyayê Qendîl kir û ligel Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik civiya û rewşa navçeyên …

Read More »

Vîyan Dexîl: Em Nikarin Êdî Li Şingalê Bimînin

Parlamentera Kurdên Êzidî Vîyan Dexîl ku li Stenbolê nexweşxaneyeke taybet tê derman kirin, dubare banga alîkarîyê jibo xelkê Şingalê dike û dixwaze, welatên cîhanê êzidîyan bihewînin. Birêz Dexîl, piştî ketîna helîkoptêra ku alîkarî dibir ji xelkê çiyayê Şingalê re birîndar bûbû û ev demeke li Stenbolê tê derman kirin. Xanima Dexîl, kesên têne serdanê re dubare banga alîkarîyê dike û …

Read More »

Hejmareke zêde ya serkirdeyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di dema birêveçûna civîneke serkirdeyên DAIŞ’ê de li derdora Mûsilê, balafirên şer ên amerîkî ew topbaran kirin û hejmareke zêde ji wan serkirdeyan hatin kuştin. Şeva 15 li ser 16’ê tebaxê, balafirên şer ên amerîkî hejmarek ji pêgehên DAIŞ’ê li derdora Mûsilê topbaran kirin û bi 10’an çekdar ku di nav wan de serkirdeyên rêxistina navborî hebûn, hatin kuştin. Çavkaniyeke …

Read More »

Karnavala Serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe

Komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, ragihand ku wê roja 23ê tebaxê Kernavala Serxwebûn Kurdistanê birêve bibin. Bi mebesta gihandina daxwaza gelê Kurd bo ragehandina serxwebûna Kurdistanê û daxwaza avakirina dewleta kurdî, komîteya amade kar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê bang li hevbîrên serxwebûnê dike ku di 23ê tebaxê de beşdarî karnavalê bibin. Komîteya Karnavala Serxwebûna Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand …

Read More »

Mesûd Barzanî: Yan Kurdistan Yan Neman!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi minasebeta 68mîn salvegera damezrandina PDKê peyamek pêşkêş kir. Barzanî got, lazime xwe amade bikin bo bicihanîna dirûşmeya yan Kurdistan yan neman, şan bi şanê hêzên pêşmerge û tevahiya hêzên Kurdistanî planên dijmin û neyaran pûç bikin. Bi navê xwedayê mezin û dilovan  Peyama min ya bo we a bi minasebeta 68mîn salwegera damezrandina Partiya …

Read More »

Kirmanşan bêkartirîn parêzgeha Îranê ye

Di nûtirîn rêzbendî a parêzgehên Îranê li dor bêkariyê, parêzgeha Kurdakincî a Kirmanşanê bi nirxa ji seda 20.7, bêkrtirîn parêzgeha Îranê ye. Navenda serhejmariya Îranê bilav kir, parêzgehên Kirmanşan û Luristanê li pileya yekem û duyem bêkartirîn parêzgehên Îranê ne û nirxa bêkarî li parêzgeha Kirmanşanê ku nifûsa wê digîje 2 milyon kesan, %20.7 hatiye ragenadin. Herwiha nirxa geşeya nifûs …

Read More »

Sunetkirina Mêran Rîska Nexweşiya HIV Kêm Dike

Lêkolîneke nû dibêje, mêrên Afrîkayî nakevin bin rîska nexweşiya HIV piştî ku tên sunetkirin. Lêkolîn dide zanîn ku sunetkirin dikare bi şêweyekî mezin rîska ziyandîtina ji vîrusa AIDS kêm bike. Ev raport hatiye belavkirin li dema ku Konferansa Navneteweyî ya 20mîn bo AIDS li bajarê Melbourne yê Australia destpê dike. Lêkolîn li parêzgeha Nyanza ya welatê Kenya pêk hat, ku …

Read More »

Dayîkên Kobanê tabûrek ji bo parastinê ava kirin

Dayîkên Kobanê ji bo parastina herêma xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ve, tabûrek jinan a bi navê Şehîd Jîn ava kirin. 30 jin û dayîkên Kobanê bi insiyatîfa xwe li Navanda Asayîşa Jin a bajarê Kobanê kom bûn. Dayîkan çek rakirin, rext li xwe kirin û tabûra bi navê Şehîd Jîn ragihandin. Piraniya jinên di nava tebûrê de 40 sal …

Read More »

Ron Johnson: Divê siyaseta Amerîkayê di berjewendiya Kurdan de be

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongresa Amerîkayê Ron Johnson tekez kir ku divê polîtîkaya Amerîkayê ya li İraqê di berjewendiya hevpeymanên wê de be. Senator û Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongresa Amerîkayê Ron Johnson di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBC a Amerîkî, wiha axifî: ‘’Divê polîtîkaya Amerîkayê ya li İraqê bi awayekî be ku di berjewendiya hevpeymanên wê de …

Read More »

Akgonul: Pêdiviya Tirkîyê bi Şêwr û Zanîna Barzanî Heye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeya pilebilinda ligel wî roja Duşemê serdana Tirkîyê kir ku bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û Serkwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinên vê serdanê de, hate ragihandin ku gotûbêjên herî zêde li ser babetên rewşa siyasî û ewlehîya Îraqê ku rewşeke nû derketiye holê hatine kirin. Herwiha hate zanîn, karbidestên …

Read More »

ENKS Biryara Leşkeriya Mecburî Gotûbêj Dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li bajarê Qamişlo dicive û helwesta xwe ji pejirandina yasaya leşkeriya icbarî dide. Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “îro saet 11ê sibehê, bi dema Qamişlo, sekretariyeta giştî wê civîneke awarte li dar bixe û tê de helwesta xwe ya dawî derbarê …

Read More »

300 Ciwanên Bakur ji ser Sînorê Rihayê Beşdarî YPG’ê Bûn

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, 300 kes ji Rihayê sînor derbas kirin û tevlî refên YPG’ê bûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, 300 kes ji Bakurê Kurdistanê ji bo parastina herêma Kobanê li dijî êrîşên çeteyan bikin, ji Rihayê derbasî herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bûn û tevlî nava refên YPG’ê bûn. ANHA

Read More »

Serokê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî Hate Tirkîyê

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî, jibo serdaneke taybet ku hevdîtinan bi Serokomê Tirkîyê Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re bike li Tirkîyê ye. Hate ragihandin, di hevdîtinên şandeya Serokê Herêma Kurdistanê de, wê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Wezîrê Navxweyî Kerîm Şingalî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir û Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer …

Read More »

Xorşîd Elîka: Hikûmeta Kantonan di Warê Aborî de Nikare Tiştekî Bike

Berpirsê Komela Aborînasên Kurd li Sûrîyê (KAKS) Xorşîd Elîka, rewşa aborî ya Kurdistana Sûrîyê ji destpêka krîzê heta niha ji Dengê Amerîka re dinirxîne. Aborînas Elîka, li Zanîngeha Hesekê Zankoya Al Forat karê akademîk dikir ku heriwaha bi navê Komela Aborînasan li Rojavayê Kurdistanê xebatan dimeşînin. Ew ji Dengê Amerîka re dibêje, “Komeleya me sala 2006’an hatiye ava kirin, lê …

Read More »

Cuma Çîçek: Qanûna Muzakereyan Destpêka Qonaxeke Nû ye

Qanûna Muzakereyan ku çekdanîn, veger û pêşvebirina pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Çareserîyê dide ber xwe, roja Pêncşemê ji alîyê parlemena Tirkîyê ve hate pesend kirin. Li gor vê qanûnê, hem ewlehîya kesên di muzakereyan de cî distînin hem jî muzakereyên bi alîyê Kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk tên, wê bi awayê hiqûqî werin misoger kirin. Nivîskarê Lêkoler …

Read More »

Fuad Elîko: Eger Kurdistana Îraqê Serbixwe Bûya, Wê Pêşmerge Bişanda Rojava

Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) û nûnerê ENKS’ê Fuad Elîko, êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê, rewşa dawî li Kurdistana Sûrîyê û nîqaşên li ser ragihandina Serxwebûna Kurdistana Îraqê nirxand. Birêz Elîko, li ser êrîşên dijwar yên DAIŞ’ê û berxwedana gelê Kobanê wiha dibêje: “Malikî, Esed û Îranê çavê xwe ji pêşveçûna DAIŞ’ê re girtin ku …

Read More »