Breaking News

Gişti

Operasyona Kerkukê dewam e, 11 DAIŞ’î hatin kuştin

Hêza Lîwaya 16 a Wezareta Pêşmerge, li nêzîkê gundê Mûbarek Rehmanê 11 çekdarên DAIŞê kuştin. Rêveberê Polîsên Nevçe û Qazayên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibê (22-10-2016), li nêzîkê gundê Mûbarek Rehman a ser bi bajarokê Leylan a Kerkûkê, komek çekdarên DAIŞê hatine dîtin.” Serhed Qadir got: “Hejmara koma terorîstan 11 kes bûn. Ew terorîst bûn …

Read More »

Şêwirmendê Serokê Îranê: Hin welat dixwazin mîrateya Mûsilê bixwin

Şewirmendê Giştî yê Alî Xamaneyê Serokê Îranê Alî Ekber Welayetî li ser daxwaziya beşdarbûna şerê Mûsilê rexne li Tirkiyê bir. Li ajansa Tesnîm Welayetî ragihand ku, hin welat hene bêyî destûra Îraqê hêza leşkerî şandine û dixwazim li dahatuyê ji mîrateya Mûsilê sûde bigirin. Şewirmendê Serokê Îranê da zanîm ku Îran rasterast beşdarî operasyona Mûsilê nabe û tenê li ser …

Read More »

Cegerxwîn her tim li pey hişyarkirin û serxwebûnê bû

Cegerxwîn bi helbest û dîwanên xwe her û her li pey hişyarkirina miletê xwe û rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bû. Tevî ku wî piştgiriya hemû gelên bindest dikir, lê kula dilê wî ya pêşî û dawî Kurd û Kurdistan bû. Cegerxwîn wiha digot: “Markisî me, dixwazim. Li her derî dibazim. Kûbî me serfiraz im. Berî her tiştî Kurd im. Sofiyat …

Read More »

Neo-cahş çi dikin? (Mihemed Sanri)

Dinya hemî şehid e ko, di serî de Emerîka di asteyê herî bilind de û hemî hêzên li dijî Daîşê jî, ji salekê zêdetir li ber Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî digeriyan ko wî qane bikin da ko Pêşmerge arîkariya şerê Musilê bike. Mesud Barzanî her car digot, rewşa siyasî û îdarî ya piştî rizgarkirina Musilê gelek ji rewşa bi eskerî …

Read More »

Pêşveçûna Pêşmerge didome, 3 otomobîlên bombebarkirî hatin pûç kirin +Vîdyo

Şerê rizgarkirina Mûsilê bi hemû dijwariya xwe didome. Pêşmergeyên Kurdistanê di roja 4’an de hewil didin 300 kîlometr çarçikê din bixin jêr kontrola xwe. Li eniya Başîka pêşmerge 3 otomobîlên bombebarkirî berî xwe bigihînin hêzên wan pûç kirin. Îro pêncşemê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li tevahiya derdora gundê Tîsxerab êrîş kirin û çariya Başîk – Bertele kontrol kirin. Peyamnêrê K24ê li …

Read More »

Barzanî bo CNN: Dê Peşmerge bi ser bikevin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel kanala CNN a Amerîkayê de behsa operasyona Mûsilê kir û got: “Şerê Mûsilê zehmet dibe, lê ez pê bawer im ku Pêşmerge dê serbikeve.” Mesûd Barzanî ku hevdem Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê ye, derbarê destpêkirina operasyona Mûsilê û beşdariya hevbeş a Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de ji …

Read More »

Komîserê NY amadekariya koçberên Mûsilê dike

Komîsyarê Nû Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) Filippo Grandi di civîneke li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, ku Netewên Yekbûyî dê hewl bide, di warê alîkariyên mirovî yên bo awareyan de zêdetir alîkariya Kurdistanê bike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja sêşemê 18.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, li gel Komîsyarê Nû Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) …

Read More »

7 milyon belavok bi ser gelê Mûsilê de hatin barandin

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook ragihand ku, di yekemîn roja operasyonê de Artêşa Iraqê gihîştiye armacên xwe û operasyon li gor pilana ku, hatibû danîn bi rê ve diçe. Derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) peter cook di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku roja yekemîn wekî ku hatî pêşbînî kirin bû, herwiha operasyona …

Read More »

Barzanî: Ev cara yekem e xwîna leşkerên Îraqê û Pêşmerge tevlîhev dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfranseke rojnamevanî de li Mêhwera Xazir, serkevtina qonaxa yekem a operasyona Mûsilê ragihand û got: Pêşmerge derbek kuje li DAIŞê daye û zêdetir ji 200 kîlometeryên çar goşe hatiye rizgarkirin. Îro duşemî 17ê Cotmeha 2016, saet 16:00 Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Mêhwera Xazir …

Read More »

Pêşmerge li DAIŞ’ê dide, li Mûsilê mij û dûman e!

Bi ragihandina Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ya destpêka qonaxa yekem a şerê Mûsilê re Hêzên Pêşmerge hêla pêşî ya bergiriya DAIŞê li mihwerê Başîk têkşikandin. Li gorî jêderekî serbazî ji operasyona Mûsilê ragehand ku, Hêzên Pêşmerge hêla pêşî ya bergiriya DAIŞê li mihwerê Başîk têkşikandin, hêzên pêşmerge li mihwerê Başîk beşdarî operasyonê bûne û herdem ligel pêşveçûnên hêzên pêşmerge li …

Read More »

Ji DAIŞ’ê bo Mûsilê ferman: Kî şer neke û vekişe bikujin!

DAIŞê jibo xwe amadekirina şerê Mûsilê, çend ferman ji çekdarên xwe re derxistin ku ji wan xwest bi ti awayî paşve venekişin. DAIŞê bo şerê Mûsilê, fermanek derxist ku tê de çend rênûma dan çekdarên xwe û daxwaz kir, “bi berxwedanî şer bikin û bi ti awayî ji eniyên şer paşve venekişin.” Di fermana DAIŞê de hate gotin: “Hemû birayên …

Read More »

Dijî Rêveberiya Xweser Jibo Piştgiriya Rejîme banga xwepêşandanê

Li bajarê Hesekê Bangewaziya Xwepêşadanekê li dijî rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser û ji bo piştgiriya rêbazên rêjîma Sûriyê tê belavkirin. Hejmarek çalakvanên bajarê Hesekê bangwaziyê ji welatyên bajêr re dişînin, da ku sibe roja Duşemê tevlî Xwepêşadanê bibin, ji bo vekirina dibistanan li pêş dayîna rêbazên xwendinê yên Wezareta Perwerdiyê ya rêjîma Sûriyê. Herwiha ji bo rawestandin hînkirinê bi …

Read More »

5 hezar kes ji hêza Heşda Eşairî beşdarî şerê Mûsilê dibe

Fermandeyê Heşda Eşairî li parêzgeha Nînowa ragihand ku, 5 hezar çekdarên ean amade ne beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin. Îro 16 Cotmehê, Fermandeyê Heşda Eşairî li Nînowa Şêx Nezhan Sexir Lihêbî ji BasNews re daxuyakirin: “Derdora 5 hezar çekdarên Heşda Şeibî amade ne ku beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin û bajarê xwe ji terorîstên DAIŞê pak bikin.” Navborî got: “Hêza Heşda …

Read More »

Operasyona Mûsilê bi bombardimana asmanî dest pê kir

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi pêşengiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ’ê birêve diçe, îşev (16.10.2016) dest pê kir. Balafirên hêzên Hevpeymanîyê ku destpêkê tê de Amerîka û Fransa amade bûn bişev baregehên DAIŞ’ê yên dorûbera Mûsilê bombardiman kirin û topxaneyên hêzên Îraqî jî piştevaniya wan kirin. Hêjayî gotinê ye di vê operasyonê de niha bi awayekî diyarkirî tenê hêzên Pêşmergeyên …

Read More »

DAIŞ li Mûsilê bîrên petrolê dişewitîne

Bi dawîbûna amadekariyên operasyona mezin a Mûsilê re ku li demek pir nêzîk dest pê dike DAIŞ’ê jî dest bi şewitandina bîrên petrolê kir. Li gor daxuyaniyên şer operasyonê yên karbidestên Îraqê û Herêma Kurdistanê hemû hêzên pêşmerge û leşkerêm Îraqê dorûbera Mûsilê bi çekên giram dorpêç kirine û li benda fermana operasyonê ne. Peyamnêrên Rûdawê yên ku operasyona Musilê …

Read More »

Barzanî: Azadkirina Mûsilê ji bo sûda siyaseta Kurdistanê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser azadkirina bajarê Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, azadkirina bajarê Mûsilê bo Herêma Kurdistanê girîng e û bi sûdeya siyaseta Herêma Kurdistanê ye. Barzanî ragihand ku hemû amadekariyên operasyona Mûsilê bi hemahengiya Bexdayê hatine kirin û li ser piştî azadkirina bajêr jî wiha got: Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya rêkeftina navbera …

Read More »

Dahata 6 mehan a nefta Kurdistanê: 2 milyar û 750 milyon dolar

Li gor datayên Wezareta Samanên Siruştî li Herêma Kurdistanê, di nîvê yekem ê îsal de 100 milyon bermîlên petrolê ji zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û bajarê Kerkûkê hatin firotin, dahata wan jî nêzîkî 2 milyar û 750 milyon dolar bû. Di çile de herî zêde petrol hatiye berhemanîn Wezareta Samanên Siruştî mehane dataya berhemanîn û firotin û dahata petrola …

Read More »

Pêşmerge li benda fermanê ye

Fermandarekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyakirin ku Pêşmerge li hemû eniyan ketiye rewşa amadebaşiyê û li benda demjimêra sifir dike, ku bikeve tevgerê. Îro 15.10.2016ê berpirsê eniya Başîkê yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Hemîd Efendî ji BasNewsê re ragehand: ’’Pêşmerge li hemû eniyên şer de ketiye amadebaşiyê û li benda demjimêra sifir dikin.’’ Ew fermandarê Pêşmerge: ’’Pêşmerge rolekî giring û bi bandor li …

Read More »

Îran jî beşdarî civîna Lozanê dibe

Civîna Lozanê ya di krîza Sûriyê de vegera ser maseyê îro dest pê dike. Ev civîna ku piştî têkçûna agirbesta Cejna Qûrbanê pêk tê li Otêla ku 93 sal berê Peymana Lozanê hatiye îmzekirin anku li bajarê Lozan ê Swîsreyê pêk tê. Di civînê de nûnerê 6 welatan beşdarî dikin ku piştî Amerîka, Rûsya, Siûdî, Tirkiye û Qeterê, Îran jî …

Read More »

Kerkukî bo Ebadî: Pêdivîya me bi leşkerên Îraqê nîne

Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Kemal Kerkûkî ragihand, wî di dema serdana Ebadî ya bo Kerkûkê de jê re gotiye, ku Pêşmerge di operasyona kontrolkirina Hewîceyê de pêwîstî bi Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nîne. Îro înê Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê gihîşt parêzgeha Kerkûkê û ji aliyê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ve hat pêşwazîkirin. Heydr Ebadî piştre serdana …

Read More »

Li Urmiyê vekirina Fêrgeha Kurdî bi fermî hat qebûlkirin

Parêzgarî û Rêveberiya Kultur û Îrşad a Parêzgeha Ormiyê daxwaza vekirina zimanê Kurdî li vî bajarî pesend kirin. Di heyama bihorî de, çend çalakvanên edebî û kulturî yên Kurd ên bajarê Ormiyê dest bi kampaniyayeke komkirina îmzayan bo vekirina nevendeke zimanê Kurdî li Ormiyê kiribûn. Wan çalakvanên Kurd bi wê kampaniyê karîbûn, 20 hezar îmzayên welatiyên Kurd ên bajarê Ormiyê …

Read More »

Prof. Şekroyê Mihoyî û Pirtûka ‘Dîroka Kurdistanê’ – Prîskê Mihoyî

Ev qerçimokên dêmê apê Şekroyê Xudoyê Mihoyî tê bêjî şax in ji dîroka Kurd û Kurdistanê! Tê bêjî ev qerçimokên dêmê dîrokzanê meyî mezin bûne wek pişt û kember û me ji ber her «qeda û belayên dîrokî» diparêzin!.. Ev kurdzanê meyî bi nav û deng, Profêsorê bi xwedî rutib û libasê zanyarîyê, akadêmîkê Akadêmîya Ermenîstanê ye. Zanîstîyê tê bêjî …

Read More »

BIRYAN (PARÊV) – Selam Cizîrî

Gelê kurd bi mîvanperwerî û nanderîya xwe tê naskirin û gellek ji zikê xwe hez dike. Ji ber wê yekê kurd ji alê çêkirina xwarin û pêxwarinan da dewlemendin. Xwarin û pêxwarinên nav û deng di hinek herêman da cihên xwe yên teybet hene. Ev xwarin û pêxwarinên teybet, nav û naşîneke teybet (legitimekê) didin wan herêman. Li herêma Serhedê …

Read More »

Ebadî: Operasyona Hewîceyê dest pê dike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, di demek nêzîk de hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge dê dest bi operasyona rizgarkirina Hewîceyê bikin. Heyder Ebadî ku îro înê bi serdanekê li parêzgeha Kerkûkê ye, bi encumena parêzgeha Kerkûkê û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn kerîm re civiya. Piştî bidawîhatina civînê, Heyder Ebadî û Necmedîn Kerîm konfransek rojnamevanî li dar xistin. Di vê konfransa rojnamevanî …

Read More »

Ji Şaredariya Mêrdînê Pirtûka ‘Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîwanê’

Seroktiya Çand û Hunerê ya Şaredariya Mezin a Bajarê Mêrdînê kitêbek li ser muzîka Kurdî ya stranên Radyoya Rewanê (Êrîvan) çap kir. Pirtûka ku bi berhevkariya Cewad Merwanî hatiye amadekirin, bi navê ‘Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîwanê’ hatiye çapkirin. Ev pirtûka ku wek arşîveke giranbuha ya muzîka kurdî ye ji 951 rûpelan pêk tê û xebata 448 stran û kilamên …

Read More »