Breaking News

Gişti

Sineta Jinan li Ewropayê Belav Dibe

Sineta jinan ku wek çand û rîtueleke olî li welatên Afrîkî û hin welatên Rojhilata Navîn serdest e niha bi koçberiyê re berê xwe daye welatên Rojavayê Cîhanê . Li gorî vekolînên fermî yên welatê Brîtanya 170 hezar jinên sinetkirî hene û çav li rê ye 65 hezarên din jî li vê hejmarê zêde bibin. Sineta jinan bi jêkerina parçeyê …

Read More »

‘Hikûmeta Tirkiyê şandekê dişîne Şamê’

Tê çaverêkirin Hikûmeta Tirkiyê di çend rojên bê de şandekê bişîne Paytexta Sûriyê Şamê ji bo ku ligel rêjîma Beşar Esed danûstandinan bike. Rojnameya “Aydinlik” ya li Tirkiyê li ser zarê jêderekî dîplomasiya Tirkiyê belav kir, ku wê Tirkiye di nav 4–5 rojên pêş de bi mebesta danûstandinan ligel rêjîma Sûriyê bike şandekê bişîne Şamê. Rojnameya Aydinlik şandina wê şandeyê …

Read More »

Misilmanên Amerîkî dê deng bidin Clinton

Li gorî rapirsîneke berî hilbijartina seroktiyê li Amerîka, 70% ji dengdêrên misilman wê dengên xwe bidin kandîda partiya demokrat Hillary Clinton. Di rapirsîna ku ji aliyê Encûmena Pêwendiyên Amerîkî -Îslamî ve hatiye çêkirin de, 86%’ê hemwelatiyan dixwazin beşdarî hilbijartinan bibin. Herwiha 82% ji dengdêrên Misilman pêşwazîkirina penaberên Sûrî bo Amerîkayê bi erênî dinirxînin. Hêjayî bîrxistinê ye hejmara misilmanan li Amerîkayê 3.3 …

Read More »

Li Rojava 2 Rojnamevanên Kurd hîna girtî ne

2 peyamnêrên Yekîtî Media Berzan Şêxmûs (Amûdê) û Alan Selîm Mihemed (Qamişlo) ku ji 16’ê Tebaxê ve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin, ev zêdetirî du mehan e zindankirî ne. Demek berê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ‘Desthilata defakto li Kurdistana Sûriyê hîn herdu rojnamevan Berzan Şêxmûs û Alan Selîm Mihemed bernedane.’ Sendîkeya rojnamevanan ew girtin wek …

Read More »

Ebadî li Kerkukê dê serdana Pêşmerge bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro gihişte parêzgeha Kerkûkê û biryare ligel berpirsên parêzgehê bicive. Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talabanî ji Rûdawê re ragihandibû, “Biryar e îro (14-10-2016) Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana parêzgeha Kerkûkê bike û ligel parêzgar û berpirsên pêkhateyên din ên parêzgehê bicive.” Talabanî dabû zanîn ku armanca serdana Ebadî gotûbêjkirina mijarên şerê li dijî DAIŞê û …

Read More »

Klîba Çopî ya ‘Pêşmerge’ amade ye

Hunermenda kurd Çopî, kilîba xwe ya nû bi navê “Pêşmerge” belav kir. Çopî, li ser rûpela xwe ya facebookê da zanîn ku kilîba xwe ya nû bi navê “Pêşmerge” xilas bûye. Çopî her wiha da zanîn ku têksta wê kilîbê ji aliyê bavê wê ve hatiye nivîsandin, ahenga stranê jî ji aliyê wê ve hatiye çêkirin. Hunermenda navdar got ku …

Read More »

Tirkiye beşdarî şerê Mûsilê dibe, PKK na!

Şervanên ku ji aliyê Tirkiyê ve li Başîkayê hatine perwedekirin dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Ajansa Anadol a Tirkiyê wek nûçeyeke lezgîn ragihand ku dê ew hêza li Başîkayê ji bo Mûsilê hatiye amadekirin beşdarî operasyonê bibe ku ev demeke di navbera Îraq û Tirkiyê de bûbû mijara nîqaş û netazîbûnên tund. Ev agahî piştî daxuyaniya Berdevkê Wezareta DYAyê Mark Toner …

Read More »

Beşar Esed: Me dijî DAIŞ’ê alîkarîya çekan da Kurdan

Serokdewletê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke ligel rojnameya Rûsî ya Komsomolskaya Pravda kiriye de got ku wan ji bo şerê dijî DAIŞ’ê alîkarîya çekan daye Kurdan û ev alîkarî hîn didome. Esed îdia kir, ‘hejmareke zêde ya Kurdan serxwebûnê naxwazin, tenê hin ji wan vê daxwazê dikin.’ Beşar Esed bal kişand ser têkiliyên rejîmê û kurdan û wiha axivî: ‘Hevdîtinên …

Read More »

Hinarên Başûrê Kurdistanê îsal li bazaran zêde bûne

Berevajî piraniya berhemên çandiniyê yên Kurdistanê ku sal bi sal asta berhemanîna wê ber bi kêmbûnê ve ye, hilberîna hinaran îsal zêde bûye. Bi awayekî ku %60ê hinarên bazarên Kurdistanê, berhemên navxwe ye. Berpirsekî Wezareta Çanidniya Herêma Kurdistanê dibêje, axa Kurdistanê bo çandin û berhemanîna hinar gelek guncaw e, û eger çandina wê berfirehtir bibe, Kurdistan dikare hinarên xwe bişîne …

Read More »

‘Tenê çend seet ji şerê Mûsilê re mane’

Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Osman Xanimî ragihand ku, amadekariyên jibo şerê Mûsilê hatine kirin temam bûne. Xanimî got, ‘Hêzên ku dê beşdarî şer bibin li cihên xwe amade ne. Dê şer bi tenê li dijî çekdarên DAIŞê be.’ Di dema serdana bereyên şer de, roja Pênşemê 13 Cotmehê, Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Osman Xanimî daxuyanî da rojnamevanan. “Çend …

Read More »

Antonio Guterres bû Sekreterê Neteweyên Yekbûyî

Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ku 193 dewlet tê de endam in, îro Antonio Guterres ê Portugalî weke Sekreterê nû yê NY destnîşan kir. Îro pênşemî 13ê Cotmeha 2016, Komeleya Gişît ya Netewên Yekbûyî bo gengeşekirin û pesendkirina pêşniyara hefteya çûyî ya Encumena Asayişa Navdewletî bo diyarkirina Antonio Guterres weke Sekreterê nû yê Netewên Yekbûyî kom bû. Antonio Guterres di …

Read More »

Brîtanya vebijarka destwerdana leşkerî ji bo Esed dinirxîne

Wezîrê Karê Derve yê Brîtaniya “Borîs Jhonson” ji bo Sûriyê behsa vebijarkên leşkerî kir. Jhonson got, welatê me nikare derveyî çarçoveya hevpeymaniya navwelatî ti karî bike. Wezîrê Brîtanî di axaftina xwe ya encûmena parlemana Birîtaniya de diyar kir: “Em dikarin niha behsa hemû vebijarkan li Sûriyê bikin ku ji nav wan yên leskerî jî hene. Wezîr Jhonson di êrîşa xwe dijî …

Read More »

Partiya Malîkî daxwaz dike li Bexdayê ofîsa PKK’ê bê vekirin

  Perlemantera îtîlafa Dewleta Qanûnê, daxwaza vekirina ofîsa Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Bexda û parêzgehên din yên Îraqê kir. Ewatif Nîeme, perlementera dewleta qanûnê ya Nûrî Malikî serokatîya wê dike, di beyanekê da ragihand; çi tirsa PKKê li ser asayîşa Îraqê nîne. Ewatifê eşkere jî kir; berî niha ofîsa PKKê li Bexdayê hebû, lê bi fişara Tirkîyê hate daxistin, pêdivîye …

Read More »

Kerry û Lavrov li Lozanê dê Sûriyê gotûbêj bikin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat ragihand ku dê 15ê cotmehê di çarçoveya lihevkirina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry de dê civîna li ser Suriyê pêk were. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê civînli Lozanê bê lidarxistin û wezîrên karên derve yên Rûsya, DYA û hin welatên herêmê dê …

Read More »

Zeyneb Sekanwend li benda sêdarê ye

Jina Kurd li Rojhilata Kurdistanê Zeyneb Sekanwend bi tohmeta kuştina mêrê xwe cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li benda sêdarê ye. Li gor agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan jina ciwan a Kurd Zeyneb Sekanwend di 1’ê Adara 2012’an de ango di temenê 17 saliya xwe de bi behaneya ku hevjînê xwe kuştiye hatiye girtin. Li dadgeha Urmiyê cezayê darvekirinê lê …

Read More »

Duran Kalkan ji Kurdan Kongreya Netewî dixwaze

Endamê Komîteya Rêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan banga Kongireya Netewî kir. Li gor ANF’ê Kalkan got: “Kurd ji qonaxeke xeternak derbas dibin. Pêwîst e hemû rêxistinên Kurdan werin ba hev û kongireyek netewî pêk bînin. Xetereya li ser Kurdan tenê bi kongireyek netewî dê were şikênandin.” Kalkan diyar kir, wan heta niha gelek caran banga yekîtiyê kiriye, …

Read More »

Îraqê hişyariyeke tund da Tirkiyê

Wezareta Derve ya Iraqê gazî li Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçi kir û hişyarike tund da Tirkiyê. Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê wan ji ber gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê hebûna yekîneya Tikiyê li herêma Başîqayê de bi rêya Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçi “hişyareke tund” dane wî welatî. Li ser mijara …

Read More »

‘Dê PKK bi cilên Heşdî Şabî beşdarî operasyona Mûsilê bibe’

Nûnerê kurdên êzîdî li parlamentoya Kurdistanê dibêje, bi nêzîkbûna operasyona Mûsiê re, gerîlayên PKKê tevlî Heşda Şeibî dibin û kincên wan li ber dikin! Parlamenterê êzîdî Şêx Şamo ji BasNewsê re got, haya jê heye ku hêzên girêdayî PKKê yên li Şingalê, bi Heşda Şeibî re li hev kirine ku bi kincên Heşda Şeibî tevlî milîsên şîe bibin û bi …

Read More »

Dr. Kemal Sîdo: Bila Endamên ENKS’ê azad bikin

Nûnerê Rêxistina Gelên di Bin Gefan de yê Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo serdana hejmarek girtiyên ENKS di zîndanên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir. Dr. Kemal Sîdo diyar kir, ew bi nûneratiya Rêxistina Gelên di Bin Gefan de, ji rewşa girtiyên Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) dipirse li ser rewşa wan diraweste. Kemal Sîdo herwiha soz da, ku …

Read More »

Parlamenterên Ewropayê dê serdana Bakurê Kurdistanê bikin

Endamên Parlementoya Ewropayê dê serdana Bakurê Kurdistanê bikin û ligel malbatên ku zarok û xizmên wan di şerê bajaran de hatine kuştin, bicivin. Li gor Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA), hejmarek zêde endamên Parlementoya Ewropayê û parêzvanên mafê mirovan di 20ê Cotmehê de dê serdana Bakurê Kurdistanê bikin. Parêzvanên Mafê Mirovan a Ewropayê dê li Bakur serdana navçeya Sûr û Nisêbînê ku …

Read More »

Elî Ewnî: Îraq û Kurdistanê li ser navçeyên nakok li hev kirine

Rêveberekî PDK Elî Ewnî ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser vegerandina navçeyên Kurdistanê yên derveyî herêma Kurdistanê rêkkevtine. Ednamê encûmena rêveberiya PDKê ji malpera fermî ya PDKê re daxuyakirin, hêzên artêşa Iraqê li navçeyên bin desthilatiya Pêşmerge de derketine û bendava Mûsilê jî derbaskirine. Herwiha Elî Ewnî bal kişand ser ku yek ji mercên herêma Kurdistanê jî …

Read More »

Înîsiyatîfa Serxwebûnê bangewaziyê li Kurdan dike!

Gruba ‘Înîsiyatîfa Serxwebûna Kurdistanê’ bi helmeta îmzeyan a ku da destpêkirin, daxwaza piştevaniya serxwebûna Kurdistanê ji her kesî kir. Înîsiyatîfê bi pêşengiya çend kesayetên kurd ên li Swêd dimînin hatiye destpêkirin ku dixwazin piştevaniya prosesa serxwebûnê xurt bikin. Înîsiyatîfa Serxwebûnê nameyek arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê jî kir ku ew dê ji bo gihîştina wê armancê ligel wî rawestin. Rûpela Facebook a înîsiyatîfê @serxwebunakurdistan Lînka …

Read More »

PKK vegeriya salên 90’an, HPG: ‘Me ew ceza kirin’

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ragihand wan Serokê Şaxê AK Partiyê yê navçeya Pîrana Amedî Deryan Akter kuştiye. Cîgirê Serokê Şaxê AK Partiyê yê navçeya Pîrana Amedî Deryan duh 10ê Cotmehê bi şev seat 23.00ê li îstasyona Benzînê ji rastî êrişa çekdarî hatibû û di cih de jiyana xwe ji dest dabû. …

Read More »

Edogan: Bila Ebadî hedê xwe bizane!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bang li Serokwezîrê Iraqê kir Heyder el Ebadî kir, “Sînorê xwe zanibe”. Erdogan got: “Em derbarê leşkergeha Başîkê de ti fermanan ji Iraqê wernagirin.” Erdogan îro Sêşemê di civîna serkirdeyên îslamî de li Stanbolê li ser nîqaşên Başîkayê peyivî: “Iraq daxwaz ji me kir bo hatina Başîkê, niha jî daxwaza çûna me dike. Ji ber …

Read More »

Hikûmeta Kolombiya û ELN dest bi hevdîtinên aştiyê dikin

Li Kolombiyayê hikûmet û Artêşa Rizgarîyê ya Neteweyî (ELN) dê di 27ê Kanûna Pêşiyê de dest bi hevdîtinan bikin. ELN piştî FARCê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) hêza duyem a çekdar e ku li dijî hikumetê şer kiriye. Hevdîtin dê li Qoitoya paytexta Ekvadorê bê kirin. Hevdîtinên aştiyê yên hikûmet û FARCê bi ser ketibû û hevpeyman hatibû îmzekirin …

Read More »