Breaking News

Hevpeyvîn

Hunermendê kurd Mirov ji bo Supermen stranek çêkir

Albûma pêşî ya hunermendê kurd Mirov, Kêzikê Sergêj, di meha Berfanbarê de li ser platformên dîjîtal hat belavkirin. Di albûma Kêzikê Sergêj a Mirovî de du stran jê tirkî, şeş kurdî, bi tevahî heşt stran hene. Stran bi giranî motîfên blues û rockê dihundirînin. Di albûma Mirovî de ji Supermen re stranek (Xewna Zarokekî: Supermena min), stranek ji bo kêzîkekê …

Read More »

Edhem Barzanî: Xwepêşandan ne yên gel in, êrîş bikin destê me vekirî ye!

Berpirsê Civata Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmanî Edhem Barzanî got ku wan hişyarî daye aliyên siyasî û ji wan re ragihandiye, “Eger di dema xwepêşandanan de baregahên PDKê bibin amanca êrîşan, ew jî ti garantiyekî nadin ku baregahên wan jî nebin amanc.” Edhem Barzanî di hevpeyvîna bi Rûdawê re eşkere kir ku roja 24ê Îlonê li Silêmaniyê ligel …

Read More »

Mihrac Ural: YPG ji bo Sûriya Yekgirtî Têdikoşe

Serokê rêxistina Muqavemeya Sûriyê Mihraç Ural ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de piştgiriya hêzên hikûmeta wî welatî dike, operasyona “Mertala Firatê” ya ji aliyê Artêşa Tirk û Artêşa Sûriya Azad ve hatiye destpêkirin weke “dagiriyê” binav dike. Mihraç Ural ku hatibû îdiakrin di 30ê Adarê de hatiye kuştin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirk û …

Read More »

Beşîkcî: HETA MAFÊN SÎYASÎ NEYÊN DAYÎN ‘HELALKIRIN’ ÇÊNABE

Em vê hevpeyvîna taybet a Çetîn Çeko bi Sosyolog Îsmaîl Beşîkcî re ku di sala 2013’an de kiriye bi wergera edîtorê zazaki.net Roşan Lezgîn wek nucexane.com bi we re parve dikin. Beşikci nirxandinên gelekî girîng li ser rewşa doza Kurd di vê hevpeyvînê de raberî me dike. Sosyolog û nûserê lêkolîner Îsmaîl Beşîkçî prosesa têkoşînê nirxand. Beşîkçî dibêje, dewlet tu …

Read More »

Devliken Kelogirî: Bi fîlmê XOF tola xwe ji xofê distînim

Fîlmê ‘XOF’ ku çîroka dayikeke Kurd û kurê wê li pey darbeya leşkerî ya 12’ê îlon a 1980’yî tîne ziman, ji pêşandana festîvalan û temaşevanan re amade ye. Lîstikvan, nivîskar û çêkerê fîlmê Xof Devliken Kelogirî, ji xeynî nivîskariya xwe ya mîzaha kurdî ev cara ewil e bi fîlmekî derdikeve pêşberî me. Ew vê carê nakenîne, lê bi êşa dayik, …

Read More »

‘Ji min re bêjin jina pêşmerge’

Runak Ebdulwahîd Mistefa ya hevjîna Serokomarê Iraqê Fuad Masûm got, ew dixwaze ne weke hevjîna serokomar lê weke “hevjîna pêşmerge” bê binavkirin. Yek ji damezrênera Yekîtiya Nişmanî ya Kurdistanê (YNK) Runak Ebdulwahîd (74) ji rojnameya Kurdistan Nwe re di hevpeyvînekê de behsa jiyana xwe ya taybet kir. Runak Ebdulwahîd dayîka 5 zarokan e û ji mamostetiyê teqawid bûye û di …

Read More »

Fermandarê PKKê yê Şingalê: Bexda meaşê YPŞê dide, lê çek nedane

Beriya şerê DAIŞê gerîlayên PKKê li Çiyayê Şingalê bûn. Ew dibêjin wan pêşbînî kiribûn ku dê çekdarên DAIŞê bên vê navçeyê. Niha 2 sal li ser şerê DAIŞê re derbasbûn. Şingal û derdora wê li ser 2 hêzan de dabeş bûye; PKK û PDK. Di herêmê de gelek xalên kontrola pêşmerge, gerîla û şervanan hene. Fermandarên PKKê dema behsa şerê …

Read More »

Hevpeyvîneke 34 sal berê ya Têmûrê Xelîl bi Qanatê Kurdo re

Têmûrê Xelîl ev hevpeyvîn sala 1982an, li mala Qanatê Kurdo (li bajarê Lênîngradê, ku navê wî niha Sankt Petersburg e) kirîye, dema Cegerxwînê Mezin hatibû mêvanîya wî û rojnamevanê kurd bi taybet ji bo bi wan ra hevpeyvîn bike çûbû wir. Ewî herwiha di eynî rojê da bi Cegerxwînê mezin ra jî hevpeyvîn kirîye. Ew ber dilê me hevpeyvînên sedsalê …

Read More »

Hevseroka HDP’ê: Em Amade ne Beşdarî Hikûmeta Demkî ya Hilbijartinê Bibin

Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di hevpeyvîneke taybet de jibo Dengê Amerîka babetên rojevê û helwesta partiya xwe nirxand. Hevseroka HDP’ê dibêje, “AKP û Erdogan jibo tola encamên hilbijartinê bistînin şer dane destpê kirin. Cihên ku şer lê hatiye gurkirin jî deverên ku HDP’ê hemû parlemanterên wê bi dest xistine ne.” “Piştî ku li 7’ê Hezîranê AKP’ê …

Read More »

Hişyar Ozsoy: Dixwazin Me Wek Partiyeke Ne Meşrû Nîşan Bidin

Parlementarê Bîngolê (Çewlik) Hişyar Ozsoy dibêje, li gor tesbît û lêkolînên ku me li ser kuştinên sivîlan kirine diyar dibe, bi biryareke navendî teror li ser gel tê meşandin û hemû rêyên hevdîtinên aştiyê jî li ber HDP’ê hatine girtin. “Em li Enqerê rapora kuştina sivîlên li bajarê Agirî Giyandinê pêşkeş dikin. Van rojên dawî li Kurdistanê kuştina sivîlan pir zêde …

Read More »

Alî Akel: Tirkîye Naxwaze Kurd li Rojava Bibin Xwedî Statuyekê

Daxuyaniyên Misteşarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ferîdun Sinirlioglu ku gotibû, ‘Me li ser herêma bi ewle li Sûriyê bi Amerîkayê re li hev kiriye’ bûn mijara nîqaşan li bîragiştî ya Tirkiyê û cîhanê. Wezareta Derve ya Tirkiyê piştre bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku nûçeyên li ser avakirina herêma bi ewle nerast in û wê Tirkiye tenê ligel Amerîkayê piştgiriya parastina …

Read More »

Haşim Haşimî: Hikûmeta Bê Avakirin Wê Hikûmeta Hilbijartinê Be

Piştî hilbijartinên giştî yên Tirkiyê, danûstandinên ewil yên jibo avakirina hikûmeta hevalbendî di navbera AKP û CHP’ê de destpê kirin. Şandeya AKP’ê ya bi Seroktiya Ahmet Davutoglu roja Duşemê (13.7.2015) di çarçoveya gera yekem a danûstandinên avakirina hikûmeta hevalbendî de, li navenda Giştî ya CHP’ê dest bi hevdîtinên xwe kir. Şandeya AKP’ê piştî CHP’ê wê bi partiyên opozîsyonê MHP û …

Read More »

Mesut Yegen 3 Senaryoyên Hikûmeta Hevalbend Dinirxîne

Piştî diyarbûna encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, di siyaseta Tirkiyê de nîqaş û nirxandinên li ser hikûmeteke hevalbendî zêde bûn. Civaknas Prof. Dr. Mesut Yegen, li ser nîqaş û îhtimalên hikûmeta hevalbendiyê û bandora wê li ser prosesa aştîyê ji Dengê Amerîka re peyivî. Birêz Yegen behsa 3 senaryoyên koalîsyonê dike û dibêje, “Piştî nîqaş û nirxandinên du hefteyan wê îhtimalên …

Read More »

Rêvebira TEV-DEM Îlham Ehmed: Xweserî ji Federaliyê Pêşdetir e

Endama Desteya Rêvebirîya Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) Îlham Ahmed, ku jibo beşdarîya çend bernameyan li Stenbolê bû, li ser babetên rojevê yên têkildarî rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê peyivî. Ahmed rexne li ENKS’ê dike ku hincetan tînin pêş û di rêvebirîya kantonan de cîh nagirin. “ENKS’ê bi hinceta betalnekirina hilbijartinan di rêvebirîya Xweserîya Demokratîk de cî negirt. Wan li ser …

Read More »

Îbrahîm Xelîl Baran: Bila DEST Bibe Wesîleya Destê Hevgirtinê

Komeleya Alîkariya Mirovî DEST ku demek berê li bajarê Riha navçeya Pirsûsê damezirandina wê hatibû ragihandin, dest bi xebatên xwe dike. Komeleya DEST piştî penaberbûna xelkê Kobaniyê û xebatên alîkariyê yên bi pêşengiya bizavkarê siyasî û nivîskarê Kurd Îbrahîm Xelîl Baran pêk hatin, hate demezirandin. Komele wê ji bilî alîkariyên mirovî dersên zimanê Kurdî bide, bûrsê bide xwendekarên Kurd û …

Read More »

Şanoger Erbey Bi Navê ‘Qirdik’ Stand Up’a Kurdî Çêdike

Şanogerê Kurd Mehmet Erbey, bi pêşandana xwe ya yek kesî ku bi navê ‘Qirdik’ çand û şêweya jîyana Kurdan radixe pêş çavan, bala temaşevanan dikişîne ser xwe. Pêşandana şanoya yek kesî ango Stand Up karekî zehmet e û li nav Kurdan jî wek hunereke cuda û nû tê nirxandin. Ew, demek berê li Stenbolê bi pêşandana Qirdik li Zanîngeha Bîlgî …

Read More »

Adem Geverî: Di Rêkeftina Hilbijartinê De 2 Xetên Me Yên Sor Hene

Hereketa Azadî ku ligel KCD, DBP, OSP û DDKD bi Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) re jibo hilbijartina 7’ê Hezîran a 2015’an rêkeftin çêkiriye li Stenbolê bernameyeke danasînê saz kir. Bernameya ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê’ roja Şemiyê bi bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê destpê kir. Axaftina vekirina bernameyê ji aliyê Sekreterê Hereketa Azadî yê Stenbolê Parêzer Mahmut Baran ve hate kirin …

Read More »

M.Emîn Aktar: HDP li Bin Bendê Bimîne Dibe ku Ji bo Kurdan Baştir Be

Piştî ku Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) biryar da, bi serê xwe beşdarî hilbijartina giştî ya parlamena Tirkîyê ku li 7’ê meha 6 pêk tê bibe, lêgerîn û danûstandinê tifaqê jî li nav partî û dezgehên Kurdî destpê kirin. Şandeyên HDP, DBP, KCD û dezgehên sivîl ev demeke jibo tifaqê serdanên şêwrê li partî û bizavên Kurd dikin. Dîsa Partiya …

Read More »

Hevpeyvîneke Taybet ligel Şervanekî Birîndar yê ji Kobanîyê

Ciwanê Kurd ji bajarê Kobaniyê Aram ku 2 sal in li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şerê parastina bajêr dike, piştî birîndarbûna xwe ya cara diduyan jibo dermankirinê hatiye Tirkîyê. Me derfet dît jibo Dengê Amerîka serpêhatiya Aram a şerê dijî DAIŞ’ê yê li Kobaniyê, jiyana şervaniyê û babetên taybet jê guhdar bikin. Aram kurê malbateke gundê Minaz a Kobaniyê …

Read More »

Cesîm Soylu: Gotinên, ‘HDP Nûnertiya Kurdan Nake’ Pûç in

Siyasetvan Cesîm Soylu ku bi navê doza KCK’ê hatibû girtin û li sala 2014’an ligel 33 hevalên xwe hatibû berdan, dawiya heftê li kongreya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Stenbolê wek Hevserokê rêxistina bajêr hate hilbijartin. Siyasetvan Soylu, piştî ku wek hevserok hate hilbijartin ji Dengê Amerîka re li ser xebatên partiyê û bi taybet jî li ser hêvîyên …

Read More »

Îbrahîm Biro: Divê Lêvegera Sîyasî Bilez Dest Bi Karê Xwe Bike

Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) Îbrahîm Biro, biryara dûrxistina 3 partîyên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ji Dengê Amerîka re dinirxîne. Îbrahîm Biro, ku niha li Stenbolê ye, li ser biryara roja Çarşemê hate standin bi bîr dixe, “Ew biryar 3 roj berê bi beşdarîya nûnerên wan her sê partîyan hatibû standin û piştî Civata Giştî …

Read More »

Kordînatorê SAMER’ê: DAIŞ Xwe Wek Sîstemeke Xizmetê Dide Nîşandan

Navenda Lêkolînên Sîyasî û Civakî (SAMER) demek berê li ser avabûn, hurgilî û kiryarên Dewleta Îslamî anku bi navê xwe yê din DAIŞ’ê raporek pêşkeş kir. Di rapora SAMER’ê de di encama lêkolînan de hatiye amade kirin de, li ser rastiya DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn, piştgirîya wê ya îdeolojîk û civakî û hevalbendên wê yên herêmî hatiye rawestîn. Li …

Read More »

Prof. Kentel: Mijulkirin û Derengxistinê Hişt ku Pirsa Kurd Bibe Nasnameyeke Netewî

Mamosteyê Zanîngeha Şehîr ya Stenbolê Civaknas Dr. Ferhat Kentel, ji Dengê Amerîka re rewşa birêveçûna pêvajoya aştîyê û rêbazên çareserkirina pirsa Kurd şîrove dike. Prof. Dr. Kentel dibêje, Ger bi çavê çekdanîn û vegera ji çiya li meselê binêrin, ev nabe çareserî. Çareserî bicihanîna daxwazên Kurdan e. “Mafê ziman be her çi mafên din bin, divê demildest bêyî ku wext …

Read More »

Parêzer Yilmaz: Şertên Penaberan Neyên Başkirin Em jî Rehetiyê Nabînin

Cîgirê Serokê MAZLUM-DER’ê yê ji Penaberan Berpirsiyar Parêzer Abdulhalîm Yilmaz Rewşa Penaberên Sûrîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne. Ew dibêje, ‘Alîkariya penaberan erkekî mirovî ye, lewma jî divê ew wekî bar neyên dîtin.’ Parêzer Yilmaz ev demeke dirêje li bin banê Mazlûm-Der’ê xebat û lekolînan li ser rewşa hiqûqî û civakî ya penaberên Sûrîyê dike. Ew dide zanîn, hejmara penaberên …

Read More »

Ferhad Pîrbal: Piraniya Nifşê Nû li Bakur Zimanê Xwe Jibîr Kiriye

Akademîsyen û nivîskarê Kurd Ferhad Pîrbal ku li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê jî dersên ‘Dîroka Edebiyata Kurdî û Rexnegiriyê’ dide, ji Dengê Amerîka re rewşa perwerdeya Kurdî li Tirkîyê nirxand. Mamoste Pîrbal da zanîn, hem ji ber sedema dewlet bi qanûnan rê nade perwerdeya Kurdî hem jî jiber sîyaseta hizbî ya Kurdan rewşa ziman di xeteriyê de ye. Wî got, …

Read More »