Breaking News

Nivîsxane

Gelo serdemê bêminetiya PDK’ê bi dawî bû!?

Aştî Omer Sindî

Salek êdî derbaz dibe û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ( HHK ) di kirîzê de ye û her ku diçe ev kirîz mezintir dibe û bêtir malwêranî û karesatan bi xwe re tîne ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê heta gehaye wê yekê ji ber vê kirîzê rojane bi dehan laşên ku di derya EGE de di xendiqin bi rêya balefirxaneya Hewlêrê …

Read More »

Kengî wê pêngavek mîna Tajîkistanê were avêtin?

Di pêngaveke ne çaverê kirî de perlementoya wî welatî dinrûniştin a xwe ya dawî de çendîn biryar ên bilez û girêdayî asayîşa neteweyî dan, ji wan biryaran qedexekirin a navên Erebî û bi zor tiraşîna rihên kesanên oldar ên radîkal û hizir hişk, daêxistina ciyên firotin a cil û bergên Erebî ku Mûslman ên radîkal wan li xwe dikin. Rojnameya …

Read More »

REWŞENBÎR Û REWŞENBÎRÎ – Şahînê Bekirê Soreklî

Pirsa “intelektuelîzmê” yeke kevnar e û bi hebûna mirovan ve girêdayî ye. Axaftin û nivîsandina derbarê wê de bi hezaran sal hebûye. Mirovê “intelektuel” xwediyê pêkaniyeke taybet e ku jê re “intelekt” (INTELLECT) dihêt gotin. Pêkaniya zûtêgihîshtinê, analîzkirina ligor prensîpên mentiqî û bizava dîtina çareyên bashtirkirina rewshê hinek ji wan shanan in ku rewshenbîran ji yên din cuda dikin. Bi …

Read More »

Kurd ne Kurdên berê ne (Dilyar Amûdî)

Dilyar Amûdî

Kincên kurdan nû ne, telefonên wan yên nû ne, facebook û twitterên wan hene. Êdî gelek tiştên wan ji yên sedsala berê cuda ne. Ka em binerin bê em çiqasî cuda bûne û çawa em ne yên berê ne; 1. Berê eşîrên me hebûn, endamên eşîran mirîdê serokên xwe bûn lê niha partiyên me hene û ti kes ji me …

Read More »

Dewlet bi operasyonên dijwar Kurdan dike yek

Roj bi roj şerê li Bakurê Kurdistanê ku bi hinceta vedana xendekan li hin navçeyan dest pê kiribû dijwartir dibe. Bi qasî hejmara birîndar û qetilkirina Kurdên sivîl ku ji ber operasyonên hêzên dewletê zêde dibe, hejmareke zêde leşker û polîs jî ji aliyê şervanên Kurd yên li wan bajaran bi cî bûne ve têne kuştin. Bi taybetî li navçeya …

Read More »

Çekên ku Bexda ji Pêşmerge dizîye, dê bide gerîla (Aryan Ferec)

Ligel jidestçûna derfeta çareseriya aştiyane ya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê, PKK bi yekcarî teslîmî ecînda û berjewendiyên herêmî yên li dijî kurdan bû. Pirsa rewa ya Bakurê Kurdistanê kir tiştekî erzan bi destê wan aliyên herêmî, ew jî jibilî (şikestina serxwebûnê li Başûr) û (çaşkirina kirina Rojava bo Baisê) û (jinavbirina pêvajoya aştiyê li Bakur) û (bêdengkirina Rojhilat) zêdetir …

Read More »

XWERESIYA DEMOKRATÎK

DTKê (Kongreya Civaka Demokratîk), di civîna xwe ya li Amedê de, biryara “xweseriya demokratîk” da. Biryar, berhema fermana KCK/PKKê ye û ew bo HDPê jî girêdar e. Çima serê wê bi kitekitên babetên bi qestî dirêjkirî biêşînim? Bi kurtî; wekî gelê kurd, ziman, dîrok, nasname û rêvebiriya xwe dixwaze, çima ew dirêjahî û tevlîhevî? Çima nîvê rûpelên danazenê, bi pesndana …

Read More »

Em Çima Dijî Xendekan e?

  Ciwanên Kurd yên bi navê YDG-H ku baskekî PKK’ê yê nav bajaran e li Bakurê Kurdistanê ev demeke bi vedana xendekan û hilgirtina çekan û çandina teqemeniyan di nav şerekî giran ê parastinê de ne. Dewleta tirk pêşî bi polîsên xwe yên tîmên taybet şerê wan kir û zarok û mezin bê cudahî gelek sivîlên Kurd bûne armanca mûdaxaleyên …

Read More »

Ma divê Barzanî destûrê ji Tehranê bistîne?!

Hefteya borî li Rojhilata Navîn, bûyerên dîlomatîk ên sûrprîz çêbûn. Nêzîkbûna Tirkiye û Îsraîlê her wiha avabûna hevpeymaniya îslamî-sunnî bi pêşengtiya Erebistanê li dijî terorê. Ev hevpeymanî ji aliyê Amerîka ve hat pîrozkirin, Rûsya jî li dijî wê derneket. Ev nîşan dide sed salan piştî rêkeftina Syces-Picot (Sayks-Pîko tê xwendina) rêkeftineke din bi wî rengî tê nivîsandin.  Kurd di wan …

Read More »

Li Bakur Kurd Dikarin Bi Kongreyeke Navnetewî Biryara Xwe Bidin!

Serkirdeyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan li ser dijwarbûna şerê li Bakurê Kurdistanê li nav kuçe û bajaran dibêje, ‘Heger xweseriyê qebûl nekin em ê cihêbûnê bidin ber xwe’. Her çiqas rêbaza xendekan nerast dibînim jî baş dizanim ku artêşa Tirkiyê vê rêbazê dike hincet û bi hemû hêza xwe ev demeke dirêje bajar û navçeyên kurdan wêran dike.  Lê …

Read More »

Tirkiye distîne Herêma Kurdistanê radizê

Barê penaberan ê li ser milê Herêma Kurdistanê dehqetî yê Tirkiyeyê ye. Di qada navneteweyî de spasiya Tirkiyeyê tê kirin. Xelat jê re tên dayîn. Lê belê haya raya giştî ya cîhanê jê nîn e ku ji çar kesên li Herêma Kurdistanê yek jê penaber e. Li Tirkiyeyê derdora 2,5 mîlyon penaberên ku piraniya wan ji Sûriyê ne dijîn. Gelek …

Read More »

Bêdewletî!

Ev sed sal e ku ji destpêka Cumhuriyeta Tirkiyê heya niha sazûmana Tirkan her dem Kurd înkar kirine û ji daxwaza azadiya Kurdan ra bersîva tirkan şer û qetlîam bûne. Mirov dikare ji bo roja îroyîn Silopî, Cizîr, Dersîm û hemû bajarên Tirkiya mînak bide! Piştî hilbijartina 07ê Hezîranê 2015an hemû çiya û baniyên Bakur bi ajalan ve hatin şewitandin. …

Read More »

Dêrika Çîyayê Mazî bila wêran nebe, bila kes neyê kuştin

Piştî Cizîrê, Vartoyê, Şemzînan, Farqîn, Nisêbîn û gellek navçeyên Kurdistanê,  niha jî dor hat Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê. Ango bajarê ku ez lê hatime dinyayê. Bajarê ku zarokatîya min di sînga xwe de lorandîye. Bajarê ku ez bi tirî, hijîr, hinar û ava wê mezin bûme. Bajarê ku ez di Tûrcel û Mancel û Êrge Babaya wê de, di …

Read More »

Ragihandina Kurdî û Dayîkbûna Kurdistan24

Di ragihandina Kurdî de cihê dilxweşiyê ye ku gavên nû tên avêtin û medyaya Kurdî jî êdî ketiye nav hewildana ku kirasê xwe nû bike. Ragihandin, bi taybet jî ragihandina dîtbarî bandoreke mezin li ser civakê dike. Çi hestiyarî, çi siyasî, çi derûnî, çi zimanî, çi çandî, çi hunerî û werzîşî be, dihêle ku kurd jî bi zimanê xwe yê …

Read More »

Xemgînim Îşev

Ez îşev gelekî xemgîn im Welatê min wêran dibe Dêrika min talan dibe Lê çi mixabin ew serokên min Hemû bê dengin Tenê yek xwe dixe nava êgir Ew jî serokê pakê mistafa ye Gelo yên din li ku ne Ma nikarin li xwe bikin zehmetî Derkavin nava milet bi serbestî Alîkar bibin ji bona derdê wan Xwedî derkeve li …

Read More »

Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim! – Dilyar Amûdî

Putin gotiye ku Tirkiye têkeve Sûriyeyê, dê mala bavê wê bişewitîne û dê di cih de bombeyeke nûkler biavêje ser Tirkiyeyê ku tenê tirkan dinase ta ku wan bi tenê bikuje lê kurdan nekuje û Tikiye giştik ji kurdan re bimîne. Belê, bi rastî jî.. Eger we rojekê nûçeyeke wisa dît û xwend necefilin û nequtifin, heta nefikirin bê gelo …

Read More »

Karê me kurdan; kêf, rûniştin û slogan e! – Dilyar Amûdî

Gelek caran hûn jî nabêjin, Bes e! Çênabe lew ne lazim e ku mirov ewqasî zorê bidê? Nizanim lê mirov li dîrokê dinêre, li civakê dinêre û ya ji her tiştî girîngtir li xwe dinêre û dibêje; Gelo çi hatiye guhertin ku kêfa min ewqasî tê? Di dîrokê de şerê cîhanê yê yekem, li gel ku erebên ku em ji …

Read More »

HDP, Hay ji xwe hebe serkeftina te ji te nekeve! – Dilyar Amûdî

Hingî ku em bûne koleyên medya Tirkan û bi çavên Tirkan li xwe dinêrin êdî wendakirina nîvê Kurdistanê ji me re wek serkeftinê tê, gava em li parêzgeheke Kurdistanê zora partiyeke tirk dibin, ew ji me re wek serkeftinê dixuyê tevî ku tevahiya partiyên tirkan deng ji me zêdetir stendine.  Balkêş e ku em vê tabloya li jêrê nabînin  Bajar …

Read More »

HDP û Kurdistanîbûn – Dilyar Amûdî

Dilyar Amûdî

Dilyar Amûdî Bakurê Kurdistanê mezintirîn beşê Kurdistanê ye û niha jî biçûktirîn beşê Kurdistanê ye ji ber ku îro referandûmek çêbibe, belkî beşekî biçûk serxwebûna Kurdistanê bixwaze. Helbet ev gotina min ne li ser bingehekî zanistî an li dû lêkolîneke civakî hatiye gotin lê belê ji çavdêriya çend salan e ya ku ez li Tirkiyeyê jiyame. Di vê dema dawî …

Read More »

Nameyeke Vekirî ji Stanbêj û Hozanên Kurmancan re

Stranbêj û Hozanên Kurmancan yên nerxbilind, Pêş dest pê bikim ragihînim, ku wekî me nivîskaran gellek ji we jî dê ji rewşa li holê ne razî bin. Dizanim ku carine neheqî li we jî bûne û dibin, rasterast bin yan bi encama rewşa Kurmanc tê de bin. Lewma ev name ne rexnegiriyeke rasterast li we ye, lê bêtir li rewşê …

Read More »

Demirtaş Sîyasetê Ji bo Çi Dike?

Li qada sîyasî ya Tirkîyê navê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş ev demeke bûye mijara sereke ya gengeşiyê.     Li ser Demirtaş û sîyaseta dike helbet ji hêla Kurdan ve jî nîqaş çêdibin ku pirsa bingehîn ya bê zelalkirin ‘Demirtaş sîyasetê ji bo çi dike?’ ye. Di vê navê de jî nexşe û peşnûmayên li ser Pêvajoya Aştî û Çareseriyê …

Read More »

Sîyaset û Stargeha Derewîn

Li van salên dawî her çiqas nav û dengê Kurdan li her deran olan daye jî bi taybetî Kurd hê jî nizanin ev nav tê çi wateyê. Li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê sîyaseta ku bi navê doza Kurd bêhtirî 30 salan e tê meşandin guherîneke pir mezin a civakî jî di nav Kurdan de çêkiriye. Ev guherîn û veguherîn bandoreke …

Read More »

Jina Kurd li cîhanê cihekî bi rûmet bi dest xist

Di nava refên şerê li hemberî DAIŞê tê meşandin de, di her qad û pêngavê de jinên Kurd hene. Ew her dem di rêza pêş de cih digirin û lehengiyeke bêhempa şanî didin. Sedema cihgirtina wan a di nava refên şer de, ne tenê rizgarkirina welêt, pê re têkoşîna li hemberî kevneperestiya civakî û desthilatdariyê ye. Ev ne cara yekê …

Read More »