Breaking News

Nivîsxane

Hêzdarbûna DAIŞ’ê û Bandora Wê (Şahînê Bekirê Soreklî)

HÊZDARÎBÛNA DA’ISHÊ Û BANDORA LI BALANSA SIYASÎ YA NAVNETEWEYÎ, HERÊMÎ Û KURDÎ – Dîtinek 1: AMERÎKA Û WELATÊN ROJAVAYÎ Hêviya Barack Obama, wek akadêmiyekî ashtîxwaz û kurê bavekî afrîkayî yê musilman û dayeke amerîkî ya bi du mêrên musilman re zewicî, ew bû ku ji dîrokê re pishtrast bike çawa wî rengê rûyê DYA di çavên cîhanê de guherand û …

Read More »

Bajarê Xoy li Rojhilatê Kurdistanê

Bajarê Xoy bajarekî kevnar yê Rojhilatê Kurdistanê ku nêzî 5 hezar sal dîroka wê heye. Ev bajarê ku ji bo bajarên derdora xwe wek navendeke aborî û bazirganiyê ye li ser deşteke fireh nêzî Çiyayê Ewrînê hatiye avakirin.Xoy bajarekî kevnar yê rojhilatê Kurdistanê ye û gelheya wê nêzî 500 hezar kesî ye. Di Eyaleta Azerbaycana Rojhilat de piştî Urmiye bajarê …

Read More »

Egîd! (Devliken Kelogirî)

Egîd kî ye? Egîd, lawekî kurd e… Egîd, xortekî kurd e ku li dij hovtiya dewleta dagirker derketiye… Egîd, sembola şerê çekdarî ye… Egîd, dilsoz û canfedayê wî welatî ye ku ji her hêlê ve hatibû dagirkirin; hemû nirxên wî hatibû talankirin… Egîd, di bêdengiyê de qîrîn e! Egîd, lixwemikurhatin e… Egîd, lixwevegerandin e… Egîd, namûs e… Egîd, xîret e… …

Read More »

Taktîkî Sozdarî Hizbî û Stiratîjî Neteweyî Lay Serok Barzanî

Ewey Serok Barzanî le siyasî û serkirdekanî tir ciyadekatewe rastgoyî le gel stiratîjî neteweyî û xuwêndinewey druste bo qonaxekan û dananî mîkanîzmî guncawe bo çareserî kêşekan û ladanî astengekanî berdem xwast û dawakanî Kurd,le katêkda hendê le serkirdekan ziyatir taktîkî hizbî be amanc degrin û dûr le her pêwerêkî siyasî berdewam be duway sozî şeqam dekewin,be pêçewanewe Serok Barzanî le …

Read More »

Ragihandina dewleta Kurdistanê û polîtîkayên Amerîka (M.E.Ozbîlen)

“Ji boy çi Rizgarîya Rojavayê Kurdistanê ji boy hemû parçeyên Kurdistanê girîng e?” Ji ber ber ko tixûbê vî parçeyê hanê digihêje heta behra sipî. Wê çaxe Kurd dikarê pertola xwe bi awayekî serbestî, di ser xaka Rojavayê Kurdistanê re bigihîne bazara cîhanê. Û ya dinê jî, pêdivîya Başûrê Kurdistanê, bi pabendîya İraqê namîne, lewra dema her du parçeyên Kurdistanê …

Read More »

Jiyan bi Kurdî Xweş e, Giyan bi Kurdî Zindî ye (Samî Tan)

Dem û dewran derbas dibe, pê re jiyan diguhere, mirov diguherin… Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal 22 sal li pey xwe hiştin. Me jî gelek sal li pey xwe hiştin. Belê, em nifşên ku hingî ciwan û nûciwan bûn, niha mirovên navsere ne. Gelekên ku hingî navsere bûn, niha kal û pîr bûne. Hinekan jî ji nav me bar kir …

Read More »

116’mîn Salroja Rojnamevaniya Kurdî

PÊXEMBER Û DENGÊ JIYANÊ: MÎR MIQDAD MEDEHET BEDIRXAN Her du jî hê ciwan bûn ku ji ber Kurdbûn û eşqas doza Kurdistanê ji axa bav û kalên xwe dûr ketin. Yek rewşenbîr û siyasetmedar û yên din jî mîr, Kurdperwer û aşiqê dengbêjan bû. Di dîroka Kurdistanê de Mîr Miqdad Medehet Bedirxan xwedî navekî bilinde. Karê ku wî da dest …

Read More »

Enfal Karesata Karesatan e…

Seddam Husên li Başûrê Kurdistanê hovitiyeke mezin meşand. Navê vê hovitiya ku mirovahiyê ji xwe şerm kir Enfal e. Di Komkujiya Enfalê de hemû rêbazên dermirovî hatin bikarnanîn. Bi hezaran gund hatin wêrankirin. Di Komkujiya Enfalê de ku bênavber 7 mehan berdewam kir de bi sed hezaran kurdistanî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi qasî vê hovîtiyê bêdengiya cîhanê ya …

Read More »

Parêzgeha nû, yan jî guherîna dêmografiya Kurdistanê (Dara Natiq)

Bi dirêjatiya dîroka deshilatdariyê di Îranê de, rejîmên zal û hakim bi ser welatê Îranê de, bi metodên curbicur, serbarê siyaseta asîmîlekirina çand û kultur û şûnasa neteweyî, bi berdewamî û bi pîlanên curbicur, hewla guhirîna dêmogirafiya herêmên Kurdistanê dane, û yek ji wan jî parêzgeha Urmi ye. Raguhastina bi sedan Kurdên vê herêmê bo Xurasan û derdora wê, li …

Read More »

Daweta Dînan!

Devliken

Kurmancî zimanê dayika min e. Ez bi kurmancî ji dawa wê ketim. Di dawa wê de bi kurmancî mezin bûm; bi firê ketim. Stargeha kurmanciyê bû dawa wê,  lê bi firê ketim û ji dawa wê dûr ketim… Dayika min û zimanê xwe bi hev re pîr dibin. Û min ji xwe re zimanekî nûh afirand… Jixwe pêdivî jî êdî …

Read More »

Iraqîbûna Bê Mûçe û Azadî (Ako Mihemed)

Ako Mihemed

Dîmenên duh ên danûstandinên navbera şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê balkêş bûn lê ji hemûyan balkêştir ew bû ku Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî Dr. Roj Nûrî Şawês, li gel şanda Kurdistanî û li hember tîma hikûmeta Iraqê rûniştibû bo gotûbêjên li ser pirsa neft û bûdcê. Ev, nîşan dide ku kurd li nav hikûmeta Iraqê de bi …

Read More »

Nivîsa Beşîkçî Li ser Sazîbûna Weşangerîya Kurdî

Sazîbûnên Di Jiyana Raman û Wêjeyê De Îsmaîl Beşîkcî Di salên dawîn de, di civata kurdan de sazîbûnên mezin pêk tên. Di jiyana ramanê de, di qada lêkolînan de, di hunerê de, di wêjeyê de, di sporê de, di kêşeya jinê de, di jiyana ekonomîk de, di jiyana karsazî de, di şîrovekirina dînî de… li her qadê şopandina vê sazîbûnê, …

Read More »

Kurdên Xweser û Bi Nasnameya Azad!

[avatar user=”salihturan” size=”original” align=”left” link=”file”] Salih Turan Vîdyoyên lêpirsîna Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan yên sala 1999’an ev demeke li ser înternetê têne belav kirin. Tê zanîn weşana ku van vîdyoyan belav dike Ulusal Kanal e û bixwe girêdayî Partîya Karkerên Tirkîyê (İP) ye ku seroktîya wê Dogu Perînçekê niha ji doza Ergenekonê li girtîgehê ye dike. Ji salên 90’an ve têkiliya …

Read More »

Destê Kurdên Sûrî ji Stenbolê Nabe!

[avatar user=”salihturan” size=”medium” align=”left” link=”attachment”] Salih Turan Bi vekirina kargehên penaberên Sûrîyê re li Stenbolê Sûrîyeke biçûk ava dibe. Li van kargehên piranî wekî restoran kar dikin, xwarin û vexwarinên Sûrîyê têne çêkirin ku gelek penaber pê debara xwe dikin. Bi sed hezaran penaberên Sûrîyê jiber şerê navxweyî terka welatê xwe kirine û li seranserê Tirkîyê belav bûne ku yek …

Read More »

Ronî Alasor: Ez ji Xwendevanên Kurd re Nanivîsim

Rojnamevan û birêvebirê ajans û weşanxaneya Ararat News li Belçîkayê, Ronî Alasor diyar dike ku wî ji sala 1988’an ve wekî rojnamevanekî Kurdistanî bêyî cudahî ji bo çar perçeyên Kurdistanê kar kiriye. Em dixwazin tu ji me re xwe bidî nasandin. Ronî Alasor  kî ye ? Ji kengê ve tu li Ewropa û Belçîka dijî? Te çi xwendiye? Ez nivîskar û …

Read More »

Ali Fikri Işik Dîsa Girtin, Lê Ew Ji Ya Xwe Venagere

Nivîskarê Kurd redkarê wijdanî  Ali Fikrî Işik ku leşkerîya Tirkîyê red dike, ji alîyê dadgeha leşkerî ve careke din hate girtin. Doza Reda Wijdanî ya Alî Fikrî Işik, piştî ku sala 2012’an li Dîyarbekirê hatibû desteser kirin destpê kiribû û piştî 4 mehên li girtîgeha leşkerî ya Edîrneyê doza wî li derve berdewam dikir. “leşkerîya Tirkîyê ji bo Kurdan ne meşrû …

Read More »

Li Tirkiyê tofan e

Selahattin Çelik Ez di serî de bêjim ku operasyona 17ê Kanûnê ya berhema şerê AKPê û Cemaeta Gulen, pêşbîniyên min piştrast kirin. Gendelî mehne, mebest siyasî ye Bi girtina zarokên wezîran, şaredar, bazirgan û bûrokratan, şerê navborî ji tarîtiyê derketiye; partiyên şer bi çavsorî êrişî hev dikin. Herçiqas bertîl û gendelî babetên pêş bin jî, mebesta şer desthilat e. Ji …

Read More »

Serpêhatîya Sê Jinan

Mistefa di dergûşê de bû… 1 – “Mistefa di dergûşê de bû. Nîvê şeveke zivistanê bû. Mistefa dest bi girînê kir. Min ew da ser milê xwe û min ew mijand. Ji ber ku şîrê min kêm bû, têr venedixwar. Min kir û nekir girîna wî nedisekinî. Bi ser de jî Mûxtar rabû bi pihînekê li pişta min xist û …

Read More »

Bila Kê Şerm Bike?

Dema ku ji bo bigihîjim ezmuna xwe şiyar bûm, hê tu evdên xwedê li kolanê nebûn.  Bi bazdan ji mal derketim da ku bigihîjîm dolmîşa ji garaja navçeyê radibe. Hê saeta dolmîşê nehatibû yan jî şifêr li bendê bû dolmiş tije bibe. Hewa jî pir sar bû. Ez û çend kalan li benda rabûna dolmîşê li qoltixê kêleka hev li …

Read More »

2013 li Tirkîyê Çawa Derbas Bû? +Deng

STENBOL — Sala 2013 li Tirkîyê bi rojeveke germ ku tevahîya salê dabû ber xwe û têr tije derbas bû. Dema em bi çavpêketinekê li rûdanên Tirkîyê yên sala 2013’an binerin, di serî de pêngavên dîrokî yên jibo çareserkirina pirsa Kurd û vekişîna dersînoran ya serhildayên Kurd tê. Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, nameyek jibo dawî li nîqaş û gumanên li ser …

Read More »

Tirkî Vîrusa Kurdî Ye!

Bi ya min, xebatên bi tirkî yên xwedêgiravî ji bo xurtkirin û geşkirina ruhê kurdayetî û kurdistanî, ji sûd û fêdê bêtir, zirarê dide ruhê kurdayetî û kurdistanî… Gelek canik û camêrên xwedêgiravî ji bo kurdayetiyê dixebitin, hewl didin, bi xebat û çalakiyên xwe yên bi tirkî, zirareke mezin didin binhişiya kurdayetî… Dibe ku di xebatên van canik û camêran …

Read More »

Dengbêjê Gotinên Jiyanê

Di 27’ê rêbendanê de Koma Lêkolînên Sînemaya Kurdî li Weqfa İsmaîl Beşikci fîlma Evdalê Zeynikê da nîşandayîn, piştê fîlmê bi dengçêkerê fîlmê Mukit Aslan re li ser fîlmê hat axaftin, van nirxandinên li jêrê hinê wî ji van axaftinan hatî girtin hinek jî nirxandinên min in.

Read More »

Rojek ji wan rojên reş

Abdulkadir Bîngol / Cizîra Botan

Di vê jiyana kurt a dinyayê de carînan bûyerên welê tên serî mirovî ko heta mirinê jî ji bîra wî naçin. Çiqas dem di ser de derbas bibe jî dîsa bi awayekî ter û taze di mejiyê mirovî de, di sindoqa hafizeya wî de cihê xwe digrin. Kengê bixwaze ji wê sindoqe derdixe, datîne ber xwe û ber yên muşteriyê …

Read More »

Çima BBC dijminatîya Kurdan dike?

Yek ji şaşîtîyên me kurdan ewe kû baş em dost û dijminên xwe ji hev nas nakin. gava em nas dikin jî, zû wan ji bîr dikin. Berî nêzîkî sî salî piranîya ronakbîr, siyasetmedarên kurd rista dewletên sosyalist, û di pêşîya wan de dewleta sovyêta berê, weke yekemîn dostên kurdan didîtin. Piştî komkujî ya Helebçe çalakvanekî kurd çû serdana dostekî …

Read More »

Kurdan Tenûrên Xwe Anîn Stenbolê

Nûçexane – Kurd li cihê ku koçber dibin kultura xwe jî bixwe re dibin. Nemaze li bajarên mîna Stenbolê ku bi milyonan Kurd lê dimînin domandina vê çandê bêhtir balê dikişîne. Li Stenbolê bi vekirina kargehekê çanda nanê tenûrê bi tenûrên resen û nanpêjîya jinên Kurd tê domandin. Du şirîkên Kurd demek berê bi destûrên fermî kargeha nanê tenûrê vekirin ku …

Read More »