Breaking News

Nivîsxane

Dilê Sê Parçeyên Kurdistanê Ji Bo Nazenînê Lêdide

Nûçexane – Piştî ku êrîşên komên îslamîyên radîkal li ser xelkê sivîl yê Rojavayê Kurdistanê zêde bûn û gelek dîmenên hovane rûdan, partî û rêxistinên Kurdan jî neçar dimînin li ser vê yekê biramin. Ji destpêka Şoreşa Sûrîyê ve Kurdên Rojava ne xwestin bibin alîyekî şerê navxweyî ku dîyar bû bêalîbûn bi xwe jî alîyê herî dijwar e û dijminên …

Read More »

Serokomarî, Seroktî yan jî vekişîna Barzanî ji Kurdan re Baş e?

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li devera aloz ya Rojhilata Navîn xwedî girîngîyekê ye, van rojên dawî li ser cenabê wî gelek nîqaş têne kirin. Li alîyekî parlamena Kurdistanê biryara dirêjkirina 2 salan ya seroktîya Herêma Kurdistanê stand, li alîyekî jî piştî nexwîşîna Serokomarê Îraqê Mam Celal Talabanî valahîya serokomarîyê li rastê ye. Li gor destûra parlamena …

Read More »

Ji Kovara Lehengên Romanê Dosyayeke Berfireh li ser Romana Kurdî

Nûçexane – Kovara 2 Mehî ya bi navê Lehengên Romanê ku bi Tirkî diweşe di hejmara xwe ya dawî de, li ser romana Kurdî dosyayeyke berfireh amade kir. Di beşeke vê dosyayê de li ser ‘Wergirtina Xelata Nobel’ ya Romana Kurdî jî tê rawestîn ku nivîskarên dosyayê vê babetê dinirxînin. Kovara Lehengên Romanê (Roman Kahramanları) di hejmara xwe ya Tîrmeh …

Read More »

Roja Dayikan Pîroz Be! (Helbest: Dayik Bê Roj in)

Nûçexane – Roja Dayikan bi taybetî roja dayîkên Kurdistanê ku gelek êş û zehmetî di ber zarokên xwe de kişandine, bendewarîya wan kirine û bi destê xwe di goristanan de ew bicihkirine pîroz be. Bi hêvîya ku dayikên kurd bes êş û janê bijîn û bi bextewarî zarokên xwe hembêz bikin. Fermo ev helbest ji bo we ye: ‘Dayik bê …

Read More »

Bangewazîya Ocalan û Yekîtiya Kurdan

Nûçexane – Bangewazîya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li Newroza 2013’an ya Amedê her çiqas daxwazên li ser naveroka çareserîya pirsa Kurd nîşan nede jî bangeke dîrokî bû. Bê şik û guman çav û guhê her kesî bi taybet jî yê gelê Kurd li ser Newroza Diyarebekirê û banga Ocalan bû. Peyama Ocalan bêyî ti astengan  li ber şahidîya girseya …

Read More »

Salvegera HELEBÇE (Ji doh heta îro Komkujîya Helebçe)

Nûçexane – Navçeya Helebceyê ya ji 1599 kîlometir çargoşe rûberan pêk tê, 75 kîlometre dikeve başûr ê rojhilatê navenda parêzgeha Silêmaniyê. Ji nivîs û belgeyên dîrokî derdikeve ku Helebce niştingeheke dêrin e, lê belê çendîn caran rastî wêrankariyên xedar hatiye. Cara dawî di sala 1650’an de bajar ji nû ve tê avakirin û di sala 1889’an de wekî navçe tê …

Read More »

Rojeva Tirkîyê ya Sala 2012’an û Pirsa Kurd

Nûçexane – Li Tirkîyê di sala 2012’an de, babeta sereke ya ku di sîyaseta navxweyî de, herî zêde gotûbêj li ser hatin kirin pirsa Kurd û berdewama şerê dijwar yê navbera artêşa Tirkîyê û serhildayên PKK’ê bû. Di rêza diduyan de jî berdewama şerê li Sûrîyê hebû ku piştî Kurdan dest danî ser rêvebirîya bajarên xwe, karbidestên hikûmeta Tirkîyê ev …

Read More »

Rewşenbîrên Nerewşen! (Faruk Denlî)

Nûçexane – (Mijara vê nivîsarê ji bo rewşenbîrên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn e) Rewşenbîrên Kurd, nizanim ji rewşa xwe ditirsin an hayê wan ji rewşenbîrîyê tune; newêrin rasterast dîtin, nêrîn û ramanên xwe eşkere û vekirî bînin zimên. An jî gelo dibe ku ev tiştik miştikên vala ku tînin zimên, bera jî dîtin, nêrîn û ramanên wan bin? Xêr …

Read More »

Destdergîya Nasnameyê Miletê Kurdî Ser o

Nûçexane – Kurdbîyayîşê zazayan neke tena çimeyanê kurdan de, heme çimeyanê îslamî û tirkî de zî rastîyêka eşkera ya.   Destpêkê awanbîyayîşê komara Tirkîya ra hetanî ewro karbidestê dewlete vera nasnameyê miletê kurdî de polîtîkayê şaşî û nerewayî tetbîq kerdî. Tirkîyaya kemalîste bi tu hawayî xo nêdayêne verê qebulkerdiş û naskerdişê miletê kurdî, ewro zî karbidestê muhafezekar û îslamî yê …

Read More »

Di Rast Fehmkirin û Rast Beşdarbûna Çapemeniye de Du Pêngav

Nûçexane – Be gûman di sedsala bîst û yekemîn de li ser jîyana mirovan de, bandora herî  mezin, bandora çapemeniye ye. Te xuya kirin ku gelek  cara sîyaset, civak û heya bi  malbatê jî li gor agahîyên ku ji çapemeniye hatine girtin rewş û helwesta xwe digire an duguherînê. Ji ber wan sedeman û hîn gelek sedemên ku me nejimartine, …

Read More »

Îdo Babeşêx nameyeke vekirî jibo Tayyîp Erdogan belav kir

Nûçexane – Berpirsê Ofisa Kar û Barên Êzidîyan li Hewlêrê û Rawejkarê Serokdewletê Iraqê Mam Celal Talabanî yê kar û barên Êzidîyan Îdo Babeşêx, li ser gotinên Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yên derbarê Êzidîyan de, nameyeke vekirî belav kir.  Nameya ku kopîyek wê gihîştîye nûçexanê wiha ye: Nameyek vekirî ji bo berêz Erdoxan Serokwezirê Tirkiyê  Îdo Babeşêx di nama xwe da usa dibêje: Cenabê …

Read More »

Artêşa Azad wê Efrînê ji kê azad bike (Dawud Çîçek)

Nûçexane – Sûriyê bûye gola Beqa, welatên herêmî û welatên mezin hevrikî, nakokî, kîn û heyfa xwe li Sûriyê birêve dibin, hemû kesî şerê xwe hinartiye Sûriyê û ji xwe re kirine qada şer û li şûna ku leşkerên wan vî şerî bimeşînin. çima? Her aliyek,  peyên xwe û ejindeyên xwe avakirine, li şûna ku xelk û leşkerên wan bê …

Read More »

Kurte Çîroka Jiyana Arjen Arî

Nûçexane – Arjen Arî di sala 1956’an de, li herêma Mehsertê, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979’an de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê beşa zimanê tirkî qedand. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976’an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser …

Read More »

Pirs û pirsgirêkên rojnamevaniya Kurdî (Hevpeyvîn bi Baker Schwanî re)

Nûçexane – Rojnamevanê Kurd Baker Schwani di hevpeyvîna ku bi Gabar Çiyan re pêk anîye de, li ser pirs û pirsgirêkên rojnamevanîya kurdî radiweste û dibêje, “Rojnamevaniya kurdî ya profesyonel dikare, hizirkirina bi kurdî, bi rêya derxistina rojname û kovar, çêkirina programên tv, radyoyî li ser mijarên teknîkî, aborî, xwarin, esmên, sihet û dokumenterî û hwd xurtir bike û pêş bixîne.” …

Read More »

Bill Gates û Microsoft

Nûçexane / Occo Mahabad – Bill Gates di sala 1955’an de li bajarê Seattle/DYA( Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatiye dinê.Bavê wî parêzer û diya wî jî mamoste ye. Bill bi hevalê xwe Paul Allen ve di sala 1972’yan de şîrketa Traf of Data saz dike.Ev şîrket ji bo kontrolkirina pergalên trafîkê bername û nivîsbariyan çêdike.Şîrket di nava çend salan de …

Read More »

Çekdanîn yan lihevkirin? (Demhat Dêrikî)

Nûçexane – Nava Tirkiyê dikele! Li bakurê Kurdistanê roj bê kuştin derbaz nabe. Roj nîne ku leşker û polîs neyên kuştin çemên girî ji dilên dayîkên Tirk li ser darbestên zarokên wan nehirike…Û dayîkên Kurd jî hêsirên xwe di nava êşên zarokên xwe yên wendayî , mirî de li bin banê hêviya ku ev şer raweste diveşêrin. Lê berpirsên bilind …

Read More »

Ber bi cîrantîya Kurdistanê ve…

Nûçexane Analîz – Pergala dinyayê di qirna 21ê de ber bi pêvajoyeke nû ve diçe. Ev pêvajoyeke wiha ye ku, qeyraneke nedîtî ya aborî û gelemşeyên siyasî û deshilatî bi xwe re dihewîne.   Êdî sîyaset ne reş ne jî spî ye, reng zere ye Welatên rojava û asyaya navîn dest ji her tiştî berdane û ji bo pêşîyê li …

Read More »

Encamên teqezkirî yên hilbijartinê eşkere bûn

Nûçexane – Sazîya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên teqezkirî yên Hilbijartina Giştî ya Tirkiyeyê ku 12ê Hezîranê pêk hat eşkere kir û encam di rojnemaya fermî ya dewletê de hatin weşandin. Li gor encamên teqezkirî parlementerek li AKPê zêde bûye û ew jî Oya Erolat a ku ji Dîyarbekirê ketiye şûna Hatîp Dîcle ye. Li gor encamên YSKê ragihandine, tevî …

Read More »

Divê mebûsên kurd ji çaygerê meclîsê bi kurdî çayê bixwazin

Nirxandin – Di siyaseta kurdan de li nav siyasetvanan bikaranîna zimanê kurdî heta vê dawiyê jî babeteke hatibû paşguhkirin bû. Îro wekî pêvajo û serdema hilbijartinê bikaranîna ziman bi awayekî pozîtîf derketiye pêş. Hêvîdarim ev pêvajo ne demî be û her berdewamî be. Leyla Zana di mîtingeke xwe de xweş gotiye, ‘Em ê kesên kurdî nizanibin êdî nekin muxtar jî’. …

Read More »

Nûçevaniya Kurdî û Rastnivîsa Nûçeyê

Nûçexane – Em di serdemeke wiha de dijîn ku, ragihandin û agahdarbûna ji bûyer û çalakiyan bi saya teknolojiya hemdem ango bi taybetî jî bi rêya înternetê gihîştiye qonaxa xwe ya herî bilind. Ev jî rê dide me ku, em karibin bi awayê lezgîn xwe bigihînin her cure agahî û nûçeyan. Mafê agahdarbûna ji bûyer û çalakiyên curbecur, êdî li …

Read More »

‘Ji bo bîranîna 24 Nîsan 1915’ 23,5 NÎSAN – Hrant DİNK

23,5 NÎSAN Li welatê ku ji dîroka bi êş a dehsalan derketiye re rojeke spî ya pir girîng e 23 Nîsan. Ev roja ku gotina “Serwerî bê şert û şirûd a milet e” li salona meclîsê hatiye perçînkirin e. Û mîrateya ji zarokan û dahatûyê re bi navê ‘jiyan’ hatiye hiştin e. Belkî jî pêşbîniyeke dîrokî ya herî bi zîrekî …

Read More »

YSKê çi bi dewletê û Kurdan kir?

Nûçe/Analîz – Ev çend roj in rageşî û hêrsbûneke mezin li Tirkiyeyê rû dabû. Bajar û kolanên kurdan û metropolên Tirkiye bi nerazîbûn û hêrseke mezin dikeliyan û heger wiha berdewam bikira, wê rewşa heyî jî ber bi encameke nediyar biçûya. Biryara vetokirina namzetên serbixwe yên ku,  ji ber sedema bend û helwestên bi deh salan ên bêtehamuliya deshilatiya Tirkiye …

Read More »