Breaking News

*BILEZ

Tîmên herî baş ên Lîga Şampiyonan eşkere bûn

Tîmên herî baş û serketî yên Lîga Şampiyonan a UEFAyê hatin eşkerekirin. Li gor lîsteya tîmên serkeftî, bi 561 pûanan tîma futbolê Real Madrid bû tîma yekemîn. Bayern Munih a Almanyayê bi 461 pûanan kete rêza diduyan û tîma Barcelona ya Îspanyayê jî bi 427 pûanan bû sêyemîn. Herwiha tîma Manchester United ket rêza çaremîn û di rêza pêncan de …

Read More »

Avestayê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir

Avesta

Weşanxaneya Avestayê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir û ji xwendekaran re got merheba. Îro roja şemiyê (22.12.2018) yek ji weşanxaneya herî mezin û girîng a kurdî, Avestayê li Stenbolê cihê xwe yê nû bi kokteylekê vekir. Di kokteyla vekirinê de tevî nivîskar û xwendekarên Avestayê gelek nivîskar, şa’ir, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, blogger û …

Read More »

Li Stenbolê pêşangeha “Derbarê Tenêtî û Avê de”

Tevgera “Cih Ji Bo Çandê” li Bomontiadaya li Şişliya Stenbolê “Derbarê Tenêtî û Avê de” pêşangehek vekir.  Tevgera “Cih Ji Bo Çandê” (Kultur Için Alan) Li Febrîqeya Bîrayê ya Berê (Bomontiada) li Stenbolê pêşangeha: “Derbarê Tenêtî û Avê de” li Stenbolê vekir. pêşangeha “derbarê tenêtî û avê de” ya li bomontiadayê #yalnızlıkvesuyadair #kulturiçinalan pic.twitter.com/SI4oOmhtFo — mevlüt oğuz (@mevlutoguz) December 21, …

Read More »

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. Îrandost ê ji Pave ya Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, sala 1996an li Goteburgê ji dayik bûye û wekî futbolîzekî hêja li Swêdê tê zanîn. Delaho Îrandost ji bo tîma mîlî ya Îranê jî hatibû vexwendin, lê neçûbû. Îrondost bi zimanên kurdî, Swêdî û Îngîlîzî dizane û …

Read More »

Welatê ku înterneta herî bilez bikar tîne kîjan e?

Ajansa nûçeyan a Koreyê Yonhapê encamên rapirsîna derbarê lezbûna înternetê de eşkere kir. Li gor rapirsiyên dawî yên seranserê cîhanê derket holê ku înterneta herî bilez li Koreya Başûr tê bikarnînin. Lêklolîn li bajarên Amerîka; New York, San Francisco, Los Angeles, Las Vegas, Kanada; Toronto; Japonya; Tokyo, Hong Kong, Brîtanya; London, Fransa; Parîs, Almanya;  Frankfurt û li bajarên Koreya Başûr …

Read More »

Dezgeha Japonî dê 1120 malan ji bo penaberên Rojava ava bike

Rêxistina Bayê Aştiyê (Riyah Eslam) ya Japonyayê bi piştevaniya Ofîsa Niştecih û Penaberan a Wezareta Derve ya Amerîkayê (BPRM) xaniyên 4 kampên li Hewlêrê yên ku penaberên Rojavayê Kurdistanê lê dimînin, ava dike. Dezgeha Riyah Eslam di rûpela xwe ya fermî de ragihand, bi piştevaniya BPRMê kampên Daraşikran, Gewregosk, Basirme û Qoştepe di nav du salan de werin avadankirin ku …

Read More »

Îran axa ser erdên Belucistanê difiroşe welatên Erebî

Li gor zanyariyan Îran a ku xwe wekî dijberên welatên erebî nîşan dide, li aliyekî jî axa berhemdar a erdên eyaleta Belucistanê difiroşe welatên erebî yên wekî Qetar û Îmaratên Erebî. Îmaratên Erebî bi wê axa ku dikire ji bo avakirina giravan di nav deryayê de bikar tîne û Qetar jî ji bo ziwakirina peravên deryayê û firehkirina erda xwe …

Read More »

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykerê Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî ya hunerî li nava malbateke helbestkar û zanayan de dest pê kir û serê pêşî bi wênesaziyê re elaqedar bû, pey re bi peykersaziyê re. Peykersaz û hunermendê mezin Zîyadînî Di sala 1977’an de diçe Zanîngeha Tehranê ya Hunerên Bedew. Li wir ligel mamosteyên peykersaz şîyan …

Read More »

Şerê derûnî yê li dijî Peşmerge tê meşandin… (Mihemed Sanri)

Di bin sponsoriya rejîma terorê ya Îranê de, ji destpêk şerê Daîşê ta niha şereke qirêj yê saykolojîk (derûni) li himberî Peşmerge tê bi rê ve birin. Hêj di serî de, bi mebesta reşkirina Peşmerge vîdeoyek sexte li taxima apociyan dan çêkirin. Ragihandina apocî qet ji riya vîdeoya sexte ya reşkirina Peşmerge derneket, her li ser wê riya berdwam kir …

Read More »

Amûdê FM hat girtin, Rêveberiya Radyoyê ev kiryar şermezar kir

Asayişa Rojavayê Kurdistanê  bi ser Radiyoya Amûdê FM de girt û xebatkarên wê binçav kirin. Herdu bêjerên jin Ava Xano û Noşîn Ehmed û teknîkvan Pêşeng Xanê û Sîpan Hecî Qasim nêzî 3 demjimêran di bin çavan de man. Her wiha di lêpirsîna bi wan karmendan re doza rêdankirina radyoyê ji wan hate kirin, piştî wê deriyên radiyo bi zincîran hate …

Read More »

Barzanî: 11 û 500 şehîd û birîndar ne ji bo federaliyê bûn

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê de bi eşkere behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê kiriye û got; “Li ser venekişandina ji navçeyên kurdî em li gel Amerîkayê rekeftine.” Serokê Herêma Kuridstanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (16.11.2016) li navçeya Başîkê ligel fermandarên pêşmerge civînek pêk anî û got: …

Read More »

Xwarinên daxwaz û hêza cinsî zêde dikin…

  Her çiqasî tê zanîn ku laşekeî tendurist ji bo jiyaneke cinsî ya saxlem gelekî giring e jî, lê dîsa jî baş tê zanîn ku sûdên bêhejmar ji hinek xwarinan re li ser jiyana cinsî heye. Ji bo jiyaneke cinsî ya bextewar, xwarin gelekî giring e.Gelo kîjan xwarin in ên ku bandoreke afrodizyakê dikin û daxwaz û performansa cinsî zêde …

Read More »

Ji Demirtaş, Balûken û Tanrikulu re doza Hurşît Kulter hat vekirin

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji bo îdiayên li ser revandina Hurşît Kulter li 3 parlamentaran doz vekir. Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji ber îdiayên wan ên revandin û îşkencekirina Rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Şirnexê Hurşît Kulter doz li 3 parlamentaran vekir. Di gilînameya dozê ya Wezareta Navxweyî de ku ji Serdozgeriya Enqerê re kiriye re hatiye şandin de, cezakirina Hevserokê …

Read More »

Doktoran Şehîdbûna Dr. Silêman ragihand

Fermandarê Pêşmergeyên Hêza Agir Dr. Silêman (Dr. Sait Çurukkaya) ku 26’ê Cotmehê li eniya Başik dema pûçkirina mîna DAIŞ’ê li gundê Faziliyê yê rizgarkirî bi giranî birîndar bûbû şehîd bû. Doktorên Nexweşxaneya Kolbenz li Koln a Almanya ragihandin ku dilê Dr. Seîd Çurukkaya li demjimêr 02.00 (30.10.2016) sekinî ye. Şehîdbna Dr. Silêman di nav pêşmergeyan û gelê Kurd de, bû …

Read More »

Senator McCain bang li Tirkiyê kir: Êrîşî YPG’ê nekin

Senatorê Partiya Komarî û Serokê Komîteya Karûbarên Leşkerî yê  Srnatoya Amerîkayê John McCain, bang li Tirkiyê kir ku êrîşên ser Kurdên Sûriyê rawestîne. Senator McCain di nivîsa ser malpera xwe ya şexsî de, got ku êrîşên Tirkiyê yên ser YPG’ê îstikrarê têk dibin û dihêlin nerehetiyeke mezin rû bide. Senatorê dêrîn yê Amerîkî bal kişand ser ku pêwendiyeke demdirêj a …

Read More »

Mîranî: Em bi Bexdayê re li hev bikin referandûm pêwîst nake

Sekretêrê PArtiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fadil Mîranî ragehand ku, rewşa navçeyê pêwîstî rêkeftinekê ye, divê em hemû jibo wê rêkeftinê pêngavan bavêjin, herwiha got: “Heger em lige Bexda rêkbikevin, Kurd jibo serxwebûnê ne pêwîstî referandomê ne.” Êvara îro 27 ê Cotmehê di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan Fadil Mîranî got: “Em hewil didin ku ligel Bexda rêkbikevin, herger ew rêkeftin pêkbê, …

Read More »

Li YE’yê Kampanya ‘Em piştevaniyê li Pêşmerge dikin’

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE (Yekitiya Ewropayê) kampanyayekî komkirina piştevaniyê bo hêzên Pêşmerge hate ragehandin. Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê YE yê Dilawer Ajgeyî ragehand, nûnerê piraniya kutleyên parlamentoya Yekitiya Ewropayê li Strasburgê bi armanca piştevaniya Pêşmerge û azadî bo Mûsilê kombûn. Di civînê de, parlamenterên Yektiya Ewropayê dirûşmên wan ‘’Em piştevaniyê li Pêşmerge dikin û Azadî bo Mûsil’’ …

Read More »

Flaş! NATO bi fermî beşdarî şer dibe…

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stolenberg ragihand, Saziya Peymana Atlantîka Bakur NATO dê bi fermî beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de bike. Wezîrên Parastinê yê 28 welatên endamên peymana NATOyê, ji bo civîna encumena wê peymanê ku giringtirîn organa biryarsaziyê ya mezintirîn hevpeymaniya leşkerî ya cîhanê ye, li Brukselê li hev kom dibin. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stolenberg …

Read More »

Erdogan YPG bi êrîşkirina Efrînê tehdît kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan got, wan biryar daye ku di demeke gelek nêzîk de, PYD û YPG ji Munbicê derxînin û Amerîka jî ji wê yekê agahdar e. Receb Tayyib Erdogan, di civîna Muxtaran de axavtinek pêşkêş kir û got, yan dê hêzên PYD bi rihetî derkevine rojhilatê Çemê Firat yan jî dê bi zorê werin derxistin. Erdogan wiha …

Read More »

Kişanak û Anli hatin binçavkirin

Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli bi hinceta piştevaniya terorê kirine ji aliyê polîsên Asayîşa bajêr ve hatin binçavkirin. Hevserokên Şaredariyê îşev piştî dorpêçkirin û lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê û malên Kişanak û Anli berdewam dike ku sedem jî wek lêpirsîneke ser terorê hatiye ragihandin. Hate ragihandin ku Gulten Kişanak li firokxanê Firat Anli jî li mala …

Read More »

Tirkiye hêzeke mezin li dor Babê bi cî dike

Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de û ji bo bajarê Babê bixe bin kontrola grubên Artêşa Azad hêzeke mezin a leşkerî bi cî dike. Rojnameya Milliyet a Tirkiyê ragihand ku ji bo piştevaniya hêzên Artêşa Azad a alîgirên Tirkiyê bi dehan Treyler çekan dikişînin herêmê û li dorûbera bajarê Babê jî gelek tank hatine bicîkirin. Di nûçeyê de …

Read More »

Pêşmerge û Artêşa Îraqê 5 km nezî navenda Mûsilê bûn

Di roja heştemîn ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzên pêşmerge û supayê Îraqê pênc kîlometran ji navenda bajarê Mûsilê nêzîk bûne. Remezan Hernî, endamê Ragihandin û Rewşenbîrîya Fermandeya Spîlkî ragihand; Hêzên pêşmerge bi rizgarkirina bajarokê Batnayê yê li devers Tilkêfê re, pênc kîlometran ji navenda bajarê Mûsilê dûr mane, hêzên pêşmerge jî di amadebaşîyeke temam de ne bo bersivdana her …

Read More »

Nav û wêneyên terorîstên êrîşa Kerkukê

Rêveberiya Dijî Terorê ya bi ser Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve di operasyonekê de hejmarek terorîstên DAIŞê li Kerkûkê destgîrkirin. Encmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê girtina wan çekdarên DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û nav û wêneyên wan terorîstan weşand. Deqa daxuyaniya Roja Duşemê: Di berdewamiya operasyonên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, jibo eşkerekirin û destgîrkirina encamder û alîkarên êrîşa çekdarên …

Read More »

70 jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞ’ê hatin rizgar kirin

Ji destpêka şerê azadkirina Mûsilê heta niha 70 jin û zarokên Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin, ji wan hin kes wek rehîne li cem DAIŞê hatibûn girtin. Çavkaniyek agahdar ji BasNews re ragihand ku, çekdarên DAIŞê ew keç û zarokên Kurdên Êzidî ku revandibûn, berî destpêkirina operasyonê ew biribûn bajarê Reqa li Sûriyê, lê belê hîna hejmarek ji wan li Mûsilê …

Read More »

ENKS’ê Tirkiye şermezar kir

Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê yên li ser dorûbera Efrînê şermezar kirin. ENKS’ê di daxuyaniyê de topbaran û bombardimana artêşa Tirkiyê ya li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, ‘Tirkiye bi hinceta parastina sînorê xwe, li deverên Kurdistana Sûriyê sivîlan topbaran dike.’ ENKSê daxwaz ji hêzên navdewletî yên Rûsya û Amerîkayê kir …

Read More »