Breaking News

*BILEZ

Pêşmergeyên Kurdistanê 4 xwekujên DAIŞ’ê kuştin

Berpirsekî PDK’ê li Zumar eşkere kir ku DAIŞê bi 4 xwekujan êrîşî hêzên Pêşmerge kir, lê her çar xwekuj ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin. Li gor nûçeya KDP.info Hesen Xelo Berpirsê Navçeya PDKê li Zûmar vê êvarê ragihand ku îro terorîstên DAIŞê li Askê Mûsilê ya bakurê bajarê Mûsilê êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan …

Read More »

Berdevkê Tirkmenên Şîa: Erdogan bikeve Îraqê emê destê wî jêkin

Berdevkê Hêzên Tirkmenên Xwebexş ên girêdayî Heşdî Şabî Seyyîd Alî Huseynî gef li Tirkiyê xwar û got, ‘Heger Erdogan destdirêjiya Îraqê bike em ê wek hêza Tirkmenî wî destî jêbikin’. Berdevkê Tirkmenên xwebexş di hevpeyvîneke xwe ya TesnîmNewsê de red kir ku Tirkiye ji bo piştevaniya Tirkmenan hatiye nav erda Îraqê û hişyarî da ku Tirkiye dê di nav çiravê …

Read More »

Pêşmerge li Şingalê 9 otomobîl teqand û 30 DAIŞ’î kuştin

Hêzên Pêşmerge li navçeya Cedale û Domîz li Rojavayê Şingalê êrîşa çekdarên DAIŞê şikandin û 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Hêzên Pêşmerge berbanga îro bi piştevaniya firokeyên hevpeymaniya navdewletî 9 otombîlên DAIŞê teqandin û şikestin bi êrîşa wan anîn. Herwiha di êrîşê de 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û di heya du demijmêran şerûpevçûn berdewam kir. Herwiha li Aska Mûsilê …

Read More »

Başîqa di bin dorpêça Pêşmerge de ye

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê duh piştî şer û pevçûnên dijwar bajarokê Başîkayê dorpêç kirin. Operasyona girtina Mûsilê ji aliyê Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê ve û bi alîkariya hêzên hevpeymanan berdewam e. Hêzên Pêşmerge duh di berdewamiya operasyonên xwe de, li Eniya Başîkê dest bi êrişê kirin çend wesayîtên bombekirî yên DAIŞê têk birin. Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de Hêzên …

Read More »

‘Em rê nadin ti hêzeke Îraqî têkeve Kerkukê’

Parlemanterê Iraqê yê PDKê Şaxewan Ebdulah dibêje, pêwîstiya bajarê Kerkûkê bi hêzeke Iraqî tune ye û ew bi ti awayekî rê nadin hêzên Iraqê ku bi hênceta valahiya emnî bên Kerkûkê. Şaxewan Ebdulah ji malpera ragihand: “Pêwîstiya Kerkûkê bi hêzên Iraqê tune ye, lê belê pêdviya me bi piştevanî û çek û tifaqê heye, da ku em xwe pê biparêzin. …

Read More »

Pêşmerge Başiq Rizgar kir

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bi piştevaniya balefirên şer ên hêzên hevpeyman ve, nahyeya Başîqa kontrol kir. Li gor nûçeya ajansa Ruetersê ya Amerîkayê îro 23.10.2016ê demek kurt berî naha saet 14:00 hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nahyeya Başîqê yê nêzîk bajarê Mûsilê kontrol kiriye. Herwaha hatiye gotin ku kontrol kirina nahyeya Başîqa ji aliyê Pêşmerge ve, bi piştevaniya hêzên hevpeyman ê navnetewî ve …

Read More »

‘DAIŞ hat paqijkirin, Heşda Şabî gihîşt Kerkukê’

Hadî Amêrî bi hêzeke mezin ji Heşda Şeibî gihêşte navçeya Taze ya nêzîkî Kerkûkê, ku serkirdeyê duyem yê wê mîlîşyayê jî digel de ye. Li gor nûçeya K24’ê hêzeke mezin ji Heşda Şabî bi serpereştiya Hadî Amêrî û serkirdeyê duyem yê wê mîlîşayê Ebû Mehdî Mohendis gihişte navçeya Taze ya nêzîkî Kerkûkê. Hatina çekdarên Heşda Şeibî di demekê de ye ku, …

Read More »

Operasyona Kerkukê dewam e, 11 DAIŞ’î hatin kuştin

Hêza Lîwaya 16 a Wezareta Pêşmerge, li nêzîkê gundê Mûbarek Rehmanê 11 çekdarên DAIŞê kuştin. Rêveberê Polîsên Nevçe û Qazayên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibê (22-10-2016), li nêzîkê gundê Mûbarek Rehman a ser bi bajarokê Leylan a Kerkûkê, komek çekdarên DAIŞê hatine dîtin.” Serhed Qadir got: “Hejmara koma terorîstan 11 kes bûn. Ew terorîst bûn …

Read More »

Şêwirmendê Serokê Îranê: Hin welat dixwazin mîrateya Mûsilê bixwin

Şewirmendê Giştî yê Alî Xamaneyê Serokê Îranê Alî Ekber Welayetî li ser daxwaziya beşdarbûna şerê Mûsilê rexne li Tirkiyê bir. Li ajansa Tesnîm Welayetî ragihand ku, hin welat hene bêyî destûra Îraqê hêza leşkerî şandine û dixwazim li dahatuyê ji mîrateya Mûsilê sûde bigirin. Şewirmendê Serokê Îranê da zanîm ku Îran rasterast beşdarî operasyona Mûsilê nabe û tenê li ser …

Read More »

Cegerxwîn her tim li pey hişyarkirin û serxwebûnê bû

Cegerxwîn bi helbest û dîwanên xwe her û her li pey hişyarkirina miletê xwe û rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bû. Tevî ku wî piştgiriya hemû gelên bindest dikir, lê kula dilê wî ya pêşî û dawî Kurd û Kurdistan bû. Cegerxwîn wiha digot: “Markisî me, dixwazim. Li her derî dibazim. Kûbî me serfiraz im. Berî her tiştî Kurd im. Sofiyat …

Read More »

Neo-cahş çi dikin? (Mihemed Sanri)

Dinya hemî şehid e ko, di serî de Emerîka di asteyê herî bilind de û hemî hêzên li dijî Daîşê jî, ji salekê zêdetir li ber Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî digeriyan ko wî qane bikin da ko Pêşmerge arîkariya şerê Musilê bike. Mesud Barzanî her car digot, rewşa siyasî û îdarî ya piştî rizgarkirina Musilê gelek ji rewşa bi eskerî …

Read More »

Pêşveçûna Pêşmerge didome, 3 otomobîlên bombebarkirî hatin pûç kirin +Vîdyo

Şerê rizgarkirina Mûsilê bi hemû dijwariya xwe didome. Pêşmergeyên Kurdistanê di roja 4’an de hewil didin 300 kîlometr çarçikê din bixin jêr kontrola xwe. Li eniya Başîka pêşmerge 3 otomobîlên bombebarkirî berî xwe bigihînin hêzên wan pûç kirin. Îro pêncşemê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li tevahiya derdora gundê Tîsxerab êrîş kirin û çariya Başîk – Bertele kontrol kirin. Peyamnêrê K24ê li …

Read More »

Barzanî bo CNN: Dê Peşmerge bi ser bikevin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel kanala CNN a Amerîkayê de behsa operasyona Mûsilê kir û got: “Şerê Mûsilê zehmet dibe, lê ez pê bawer im ku Pêşmerge dê serbikeve.” Mesûd Barzanî ku hevdem Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê ye, derbarê destpêkirina operasyona Mûsilê û beşdariya hevbeş a Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de ji …

Read More »

Komîserê NY amadekariya koçberên Mûsilê dike

Komîsyarê Nû Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) Filippo Grandi di civîneke li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, ku Netewên Yekbûyî dê hewl bide, di warê alîkariyên mirovî yên bo awareyan de zêdetir alîkariya Kurdistanê bike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja sêşemê 18.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, li gel Komîsyarê Nû Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) …

Read More »

7 milyon belavok bi ser gelê Mûsilê de hatin barandin

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook ragihand ku, di yekemîn roja operasyonê de Artêşa Iraqê gihîştiye armacên xwe û operasyon li gor pilana ku, hatibû danîn bi rê ve diçe. Derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) peter cook di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku roja yekemîn wekî ku hatî pêşbînî kirin bû, herwiha operasyona …

Read More »

Barzanî: Ev cara yekem e xwîna leşkerên Îraqê û Pêşmerge tevlîhev dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfranseke rojnamevanî de li Mêhwera Xazir, serkevtina qonaxa yekem a operasyona Mûsilê ragihand û got: Pêşmerge derbek kuje li DAIŞê daye û zêdetir ji 200 kîlometeryên çar goşe hatiye rizgarkirin. Îro duşemî 17ê Cotmeha 2016, saet 16:00 Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Mêhwera Xazir …

Read More »

Pêşmerge li DAIŞ’ê dide, li Mûsilê mij û dûman e!

Bi ragihandina Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ya destpêka qonaxa yekem a şerê Mûsilê re Hêzên Pêşmerge hêla pêşî ya bergiriya DAIŞê li mihwerê Başîk têkşikandin. Li gorî jêderekî serbazî ji operasyona Mûsilê ragehand ku, Hêzên Pêşmerge hêla pêşî ya bergiriya DAIŞê li mihwerê Başîk têkşikandin, hêzên pêşmerge li mihwerê Başîk beşdarî operasyonê bûne û herdem ligel pêşveçûnên hêzên pêşmerge li …

Read More »

Ji DAIŞ’ê bo Mûsilê ferman: Kî şer neke û vekişe bikujin!

DAIŞê jibo xwe amadekirina şerê Mûsilê, çend ferman ji çekdarên xwe re derxistin ku ji wan xwest bi ti awayî paşve venekişin. DAIŞê bo şerê Mûsilê, fermanek derxist ku tê de çend rênûma dan çekdarên xwe û daxwaz kir, “bi berxwedanî şer bikin û bi ti awayî ji eniyên şer paşve venekişin.” Di fermana DAIŞê de hate gotin: “Hemû birayên …

Read More »

Dijî Rêveberiya Xweser Jibo Piştgiriya Rejîme banga xwepêşandanê

Li bajarê Hesekê Bangewaziya Xwepêşadanekê li dijî rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser û ji bo piştgiriya rêbazên rêjîma Sûriyê tê belavkirin. Hejmarek çalakvanên bajarê Hesekê bangwaziyê ji welatyên bajêr re dişînin, da ku sibe roja Duşemê tevlî Xwepêşadanê bibin, ji bo vekirina dibistanan li pêş dayîna rêbazên xwendinê yên Wezareta Perwerdiyê ya rêjîma Sûriyê. Herwiha ji bo rawestandin hînkirinê bi …

Read More »

5 hezar kes ji hêza Heşda Eşairî beşdarî şerê Mûsilê dibe

Fermandeyê Heşda Eşairî li parêzgeha Nînowa ragihand ku, 5 hezar çekdarên ean amade ne beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin. Îro 16 Cotmehê, Fermandeyê Heşda Eşairî li Nînowa Şêx Nezhan Sexir Lihêbî ji BasNews re daxuyakirin: “Derdora 5 hezar çekdarên Heşda Şeibî amade ne ku beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin û bajarê xwe ji terorîstên DAIŞê pak bikin.” Navborî got: “Hêza Heşda …

Read More »

Operasyona Mûsilê bi bombardimana asmanî dest pê kir

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi pêşengiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ’ê birêve diçe, îşev (16.10.2016) dest pê kir. Balafirên hêzên Hevpeymanîyê ku destpêkê tê de Amerîka û Fransa amade bûn bişev baregehên DAIŞ’ê yên dorûbera Mûsilê bombardiman kirin û topxaneyên hêzên Îraqî jî piştevaniya wan kirin. Hêjayî gotinê ye di vê operasyonê de niha bi awayekî diyarkirî tenê hêzên Pêşmergeyên …

Read More »

DAIŞ li Mûsilê bîrên petrolê dişewitîne

Bi dawîbûna amadekariyên operasyona mezin a Mûsilê re ku li demek pir nêzîk dest pê dike DAIŞ’ê jî dest bi şewitandina bîrên petrolê kir. Li gor daxuyaniyên şer operasyonê yên karbidestên Îraqê û Herêma Kurdistanê hemû hêzên pêşmerge û leşkerêm Îraqê dorûbera Mûsilê bi çekên giram dorpêç kirine û li benda fermana operasyonê ne. Peyamnêrên Rûdawê yên ku operasyona Musilê …

Read More »

Barzanî: Azadkirina Mûsilê ji bo sûda siyaseta Kurdistanê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser azadkirina bajarê Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, azadkirina bajarê Mûsilê bo Herêma Kurdistanê girîng e û bi sûdeya siyaseta Herêma Kurdistanê ye. Barzanî ragihand ku hemû amadekariyên operasyona Mûsilê bi hemahengiya Bexdayê hatine kirin û li ser piştî azadkirina bajêr jî wiha got: Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya rêkeftina navbera …

Read More »

Dahata 6 mehan a nefta Kurdistanê: 2 milyar û 750 milyon dolar

Li gor datayên Wezareta Samanên Siruştî li Herêma Kurdistanê, di nîvê yekem ê îsal de 100 milyon bermîlên petrolê ji zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê û bajarê Kerkûkê hatin firotin, dahata wan jî nêzîkî 2 milyar û 750 milyon dolar bû. Di çile de herî zêde petrol hatiye berhemanîn Wezareta Samanên Siruştî mehane dataya berhemanîn û firotin û dahata petrola …

Read More »

Pêşmerge li benda fermanê ye

Fermandarekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyakirin ku Pêşmerge li hemû eniyan ketiye rewşa amadebaşiyê û li benda demjimêra sifir dike, ku bikeve tevgerê. Îro 15.10.2016ê berpirsê eniya Başîkê yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Hemîd Efendî ji BasNewsê re ragehand: ’’Pêşmerge li hemû eniyên şer de ketiye amadebaşiyê û li benda demjimêra sifir dikin.’’ Ew fermandarê Pêşmerge: ’’Pêşmerge rolekî giring û bi bandor li …

Read More »