Breaking News

Sirûşt û Ekolojî

Heyva Sorîn a Xerabûyî ya herî domdar a sedsalê

Heyva Sorîn a Xerabûyî ango Rûgirtina Heyvê ya herî demdirêj a sedsala 21an îşev (27.07.2018) pêk hat. Rûgirtina Sorîn a Heyvê li seranserê cîhanê hat temaşekirin û dîmenên balkêş derketin derxistin holê.

Read More »

Bajarê Xoy li Rojhilatê Kurdistanê

Bajarê Xoy bajarekî kevnar yê Rojhilatê Kurdistanê ku nêzî 5 hezar sal dîroka wê heye. Ev bajarê ku ji bo bajarên derdora xwe wek navendeke aborî û bazirganiyê ye li ser deşteke fireh nêzî Çiyayê Ewrînê hatiye avakirin.Xoy bajarekî kevnar yê rojhilatê Kurdistanê ye û gelheya wê nêzî 500 hezar kesî ye. Di Eyaleta Azerbaycana Rojhilat de piştî Urmiye bajarê …

Read More »

Pirsgirêka Bê Aviyê li Gundên Derdora Sinê û Urmiyê

Pirsgirêka ava xwarinê di piraniya deverên Kurdakincî, bûye sedema vê hindê ku piraniya rûniştiyên wan gundan ber bi bajaran ve koçber bin. Bi pişt girêdan bi serhejmêriyên fermî ku hatine bilavkirin, akinciyên 271 gudên parêzgeha Kirmaşanê, 600 gundên parêzgeha Sine û 6oo gundên parêzgeha Urmiyê ligel arîşeya bê aviyê rûberû ne. Di parêzgeha Urmiyê, serbaerê kêm bûna ava xwarinê li …

Read More »

Li Ormiyê Bi Sedan Rêyên Gundan Hatin Girtin

Hat zanîn ji ber barîna berfek giran li gellek deverên parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê rêyên bi sedan gund hatine girtin. Her wiha hat gotin, li bajarê Çaldiranê yê Rojhilatê Kurdistanê jî erd hejiyaye. Ev çend roj in berf û bagerê gellek bajar, gund û deverên çiyayî yên parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê vegirtiye. Li gor agahiyan, rêya gellek gund …

Read More »

Sibe Ekînoks Heye, Mizgînîya Biharê Dide

Ekînoks ew dema salê ye ku roj û şev wekhev dibe. Ekînoks salê 2 caran çêdibe û li parzemîna bakurê dinyayê destpêka biharê ye. Li parzemîna başûr jî nîşaneya destpêka 6 mehên tarîtîyê ye. Di rojên ekînoksan de roj 12 seatan, şev jî 12 seatan dajo. Di ekînoksan de pertavên (tîrêj) rojê li ser ekwatorê çik, ango bi 90° niqira têne dinê. …

Read More »

Fîlamîngo, Gola Urmiyê rizgar dikin

Nûçexane – Bi vegera Fîlamîngoyan bo Gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hevwelatiyên bajêr hêvî dikin ku gol ji ziwabûnê rizgar bibe. Li gor pisporên warê jîngehê jî, vegera Fîlamîngoyan tê wateya ku Gola Urmiyê ji ziwabûnê rizgar dibe. Di vê derbarê de mamostayê zanîngehê û pisporê jîngehê Hoşeng Ziyayî ji Ajansa Nûçeyan a Tesnîm a Îranê re got: ‘’Hatina Fîlamîngoyan tê …

Read More »

Ji Roja Herî Dirêj re Amade Bin

Nûçexane – îro 21’ê Hezîranê ye û roja herî dirêj ya salê ye. Li Nîvparzemîna Bakurê dinyayê 21’ê Hezîranê roja herî dirêj e ku demsala havînê pê destpê dike. Ji vê rojê şûnde roj her diçe kintir dibin şev jî dirêj dibin. Her wiha li Nîvparzemîna Başûrê dinyayê jî 21’ê Hezîranê destpêka zivistanê tê hesibandin ku li hin welatan jî …

Read More »

Li Almanya Navê Parkekê Bû ‘Gezi Park Hamburg’

Nûçexane – Navê Park Fiction ya li bajarê Hamburg yê Almanya jibo piştgirîya Parka Gezi ya Taksîma Stenbolê hate guherandin. Li gor nûçeya ANF’ê înîsîyatîfa Park Fiction jibo piştevanîya xwe ji xwepêşanderên Gezi Parkê re nîşan bidin navê parkê kirine ‘Gezi Park Hamburg’. Înîsîyatîfa parkê di daxuyanîya xwe de silavê ji berxwedêrên Gezî Parkê re dişîne û daxwazê ji hikûmeta …

Read More »

Sirri Sureyya Onder: Mîna Morîka ‘Subhaneke’ Rêz Bûn û Derew Kirin

Nûçexane – Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder piştî ku do ji gaza polîsan birîndar bû, îro şemîyê ji nexweşxanê derket. Onder, li ser daxuyanîyên  derbarê midaxeleya polîsan ya Walîyê Stenbolê Huseyin Avnî Mutlu, Bajarvan Kadîr Topbaş û Midurê Emnîyetê Huseyîn Çapkin got, ‘li kêleka hev wekî morîka ‘subhaneke’ rêz girtin ku li nav çavê xelkê nêrîn û derew …

Read More »

N.Barzanî: Çavê Herêma Kurdistanê ji bo Zîreatê li hevakariya Holendayê ye

Nûçexane – Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, doh li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Harî Molênar sefîrê nû yê Holendayê yê li Iraqê ku, bi minasebeta destbikarkirinê weke sefîrê nû yê Holendayê bo Iraqê û nasandina berpirsê ofisa sefaretxaneya Holendaya a Hewlêrê bi aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kiriye, kir. Di dîdarekê de, sefîrê nû yê Holendayê behsa vekirina ofîsa sefaretxaneya …

Read More »

N.Barzanî: Emê avakirina Kurdistanê heta xewnan bikin rastî bidomînin

Nûçexane – Roja çarşemiyê 04.07.2012ê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pirojeyê ava Xirab-Dêm ku, yek ji pirojeyên stratejîk yên deverê ye, li wîleyeta Duhokê vekir. Di merasim avekirina pirojeyê ava Xirab-Dêm de ku, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê, wezîrê şaredarî û tûrîzmê, waliyê Duhokê û hijamreke berprisên îdariyên deverê amadebûn, serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeşê kir û di peyva xwe …

Read More »

Li Amedê ‘Palehîya Esrarê’ dest pê kir!

Nûçexane – Li Amedê paletiya madeya xam a esrarê king (kenewir) ku bi salan e li derdorê tê çandin dest pê kir. Mirov dikare li ser rêyên bejahî jî li rastî paleyên van zeviyên esrarê bên. Mirov dikare bi çavan van zeviyên esrar lê hatine çandin bibînin. Lê belê leşkerên ku her roj herêmê ji hewayî û bejahiyê ve bombebaran …

Read More »

Gerstêrka ‘Venus’ sibe di nav ‘Dinya û Roj’ê de derbas dibe

Nûçexane – Cîhana me di demjimêrên sibê de wê şahidiya bûyereke esmanî ku pir kêm çêdibe bike. Venûs wê sibe li gorî demjimêra Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê 01.10’an di navbera Cîhan û Rojê de derbas bibe. Ev bûyer 105 salan carekê çêdibe. Sibe dê gerekstêrka Venus di navbera Cîhan û Rojê de derbaz bibe. Ev bûyera ku ji sedeyekê zêdetir …

Read More »

Di Mihrîcana Cizîra Botan de panela Roboskiyê

Nûçexane – 6’emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê a Cizîra Botan bi lidarxistina panel û lîstikên şanoyan didome. Di çarçoveya 6’emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Huner a Cizîra Botan de panelekî bi navê “Roboskî û gorên komî” li Parka Şaredariyê hate lidarxistin. Di panelê de Ferhat Encu yê ku bira û xizmên xwe di komkujiyê de wenda kir, rojnameger Ramazan …

Read More »

CÛREYÊN VÎTAMÎNAN 1

Nûçexane – Nivîskar Bavê Jîndar ku li ser nebat û tenduristîya mirovan lêkolînan dike rêzenivîsek li ser cureyên vîtamînan amade kir. Beşa yekê ya vê rêzenivisê di malpera Lotikxane.com de hat weşandin. Vîtamîna A Vîtamîn  A ya ku di kezeba me de tê depokirin, bedena me ji madeyên xuisardar û nexweşîyan diparêze.Di sîstema xweragirîn û çêbûna proteînan de bi bandor …

Read More »

Bagera Îreneyê New York da ber xwe, ber Washingtonê ve diçe

Nûçexane – Bagera Îrene ku, li Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) bû sedema bobelatê hişt ku, New York û gelek eyaletên din noqî avê bibin. Tê ragihandin, şilîya zêde û firtoneya tropîk ya leza wê gihîştiye 140 kîlometreyan, li herêmên peravê bûye sedema ziyaneke mezin û berê xwe daye Washingtonê jî. Navenda Bagerê ya Netewî, hişyarî da ku çav li rê …

Read More »

Kêmkirina Voltaja Elektirîkê Wê Ziwahî û Birçîbûnê Bîne

Nûçexane – Bi taybetî li Mêrdînê û hin deverên din ên bakurê Kurdistanê ji ber kêmkirina voltaja elektirîkê, av ji bîran nayê kişandin û bi hezaran donim erdên çandî bi hişkahî û ziwabûnê re rû bi rû ye. Gundîyên Mêrdîn û navçeyên wê dibêjin, kêmkirina voltaja elektirîkê helwesteke taybet a hikûmeta AK Partîyê ye û bi vê yekê jî dixwazin …

Read More »

Şirketa Kanadî wê ji Hewlêrê re bi zibil elektrîkê hilberîne

Nûçexane – Wezîrê Şaredarî û Tûrîzmê Semîr Ebdûllah, ligel nûnerê Kompaniya Spektrum a Brîtanî, ji bo paqijkirina bajarokê Pîrmam û beşa jêr a bajarê Hewlêrê peymanek mor kir. Ebdullah her wiha diyar kir ku, kompanyaya Bîo Teknîk a Kanadî jî ji zibilê ku ji bajêr bê berhevkirin, wê di demên pêş de elektrîkê hilberîne û bê pere bide bajêr. Wezîrê …

Read More »

Li Herêma Kurdistan 12 Bendav Tên Çêkirin

Nûçexane – Wezareta Çandinîyê ragihand ku, wê ji bo avdanî û geştîyarîyê li herêma Kurdistanê 12 bendavên mezin û biçûk werin çêkirin. Rêvebirê gîştî yê jêderên avên Herêmê li Wezareta Kiştûkal/Çandiniyê, Endezyar Ekrem Ehmed, li ser armanca çêkirina bendavan ragihand ku, ji avên van bendavan ji bo çandinî û avdanî û her wiha geştûguzarê wê sûde were wergirtin. Ehmed, da …

Read More »

Çiyahilbazê Kurd hilkişiya ser kopika Ewerestê

Nûçexane – Çiyahilbazekî Kurd bi navê Hemîd Dêhqan, hilkişiya ser kopika qûntara çiyayê Ewerestê ku bi 8848 metreyan çiyayê herî bilind ê cîhanê ye. Hemîd Dêhqan endazyarekî xelkê bajarê Sinê ye û bi awayekî bêmînak bêyî sûdegirtina ji oksîjenê xwe gihandiye qûntara çiyê. Dêhqan, ji bo bîranîna çiyahilbazê bi nav û deng yê Kurd, Mihemed Hewraz û zarokên li Kurdistanê …

Read More »

Piştî barana xurt û lehiyê Hewlêr di bin avê de ma

Nûçexane- Barana ku ev çend roj in li Herêma Kurdistanê bênavber dibare, bi taybetî li paytext Hewlêrê hişt ku jiyan raweste. Piştî barana xurt a ku li Hewlêrê barî hat ragihandin ku, gelek xanî û dikan dibin avê de mane û ziyaneke mezin a madî çêbûye. Malpera Buroya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (PUKmedia), ragihand ku, piştî şilî û barana …

Read More »

Nature: Wê 500 milyon kes bi xetereyê re rûbirû bibin

Nûçexane – Kovara Zanyarî ya Îngilîstanê Nature, di gotereke xwe de bal kişand ser 211 santralên nukleerî yên li seranserê dinyayê yên ji bo mirovan xwedî xetereyek mezin in û ragihand, li derdora van santralan zêdetirî 90 milyon mirov dijîn. Kovara Zanyarî Nature ya li Îngilîstanê weşana xwe dike, di gotareke xwe de ragihand ku, li seranserê dinyayê 211 santralên …

Read More »