Breaking News

Tenduristî

Li Dirbêsiyê navendeke perwerdehiya zarokên otîstîk hat vekirin

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbêsiyê ji bo zarokên otîstîk ên xwedî pêdiviyên taybet a lebata jiyanê, navendeke perwerdehiyê hat vekirin. Li gor nûçeya Ajansa Qasiyûn, li navenda ku li ser navê komeleyekê hatiye vekirin, hejmarek ciwanên Kurd perwerdehiyê didin wan zarokên xwedî pêdiviyên taybet û alîkarîya wan ji bo fêrbûna pêwîstiyên jiyanê dikin.

Read More »

Bêzarîya êşa diranan û 7 hincetên reva ji diransazan…

Piraniya mirovan di jiyana xwe de ji êşa diranan bêzar dibin, lê dîsa jî hincet û mahneyan ji xwe re dibînin ji bo neçin cem doktorê diranan. Her çiqas di tenduristiya diranan de gelek pêşketinên teknolojîyê û rêbazên tedawîya bêêş hebin jî mirov dîsa ji bo neçin cem diransazekî mahneyan dibînin û ew û êşa diranên xwe bi hev re …

Read More »

Payîz tê, fêdeyên ava leymûnê çi ne?

Leymûn yek ji sewzeya herî zêde mifayê dide tenduristiya mirovan e. Ava leymûnê ji bo gelek nexweşiyên demsalî xweprastina bedena mirovan li ber xeteriyan zexm dike. Werin em çend fêdeyên ava leymûnê bizanin bê ava leymûnê çiqas girîng e ji bo tenduristiya me… 1- Vexwarina ava leymûnê cild/çermê mirovan paqij dike û ji toksînan parzûn dike. Heger vîtamîna C lê …

Read More »

Ji bo pevşabûneke tendurist 10 xalên sereke…

Pisporên tenduristiya pêwendiya cinsî ya jin û mêran ji bo jiyaneke bextewarî bidin ber mirovan lêkolînên xwe berdewam dikin. Di encama pişkinînên pizîşkî û van lêkolînên zanistî de, li ser pevşabûna jin û mêran û çêjdarî û jiyaneke tenduristî pêşniyaran dikin. Li gor pisporan pêwendiya zayendî du alî ye û divê cot hevdu di gelek xalan de motîve û serxwet bikin. …

Read More »

Gelo xewa nîvro dibe sedema nexweşiya şekir?

Tevlî ku di salên borî de dihat naskirin ku nexweşiya şekir ji bavan diçe zarokan, lê tevlî vê yekê pispor gihan encamên nû ku pir tiştên dî hene dibin sedema nexwesiya şekir û nexweşî kirine sê beş. Şekir1, şekir2, şekirê ducanî. Pispor tekez dikin ku xwa nîvro ya bêhtir ji yek saetê didome bibe sedemek ji nexweşiya şekir re. Herweha …

Read More »

Hûnê şaş bimînin! Sirrên laşê mirov çi ne?

Bedena mirovan xwedî bi milyonan raz û nepeniyan e. Ev razên laşê me heta mirinê jî bi me re ne û em hay ji gelekên wan nînin. Me çend razên/sirrên bedena mirovan ji we re berhev kirin. Gelo we dizanî? 1 > Dilê mirovan di rojeke 24 demjimêran de 100 hezar caran lêdide. 2 > Di maweya jiyana mirovekî/ê de …

Read More »

Sunetkirina Mêran Rîska Nexweşiya HIV Kêm Dike

Lêkolîneke nû dibêje, mêrên Afrîkayî nakevin bin rîska nexweşiya HIV piştî ku tên sunetkirin. Lêkolîn dide zanîn ku sunetkirin dikare bi şêweyekî mezin rîska ziyandîtina ji vîrusa AIDS kêm bike. Ev raport hatiye belavkirin li dema ku Konferansa Navneteweyî ya 20mîn bo AIDS li bajarê Melbourne yê Australia destpê dike. Lêkolîn li parêzgeha Nyanza ya welatê Kenya pêk hat, ku …

Read More »

Kongreya Tibê ya Mezopotamya li Mêrdînê Birêve Diçe

Îsal li Mêrdînê, bi mêvandariya Odeya Tabîban a Mêrdînê 6. Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bi beşdariya gelek vexwendiyan bi kokteyla vekirinê destpê kir. 6. Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê li Buyuk Mardin Otel’ê pêk hat û di kokteyla vekirinê de ji çar parçeyên Kurdistanê, DYA û Ewropayê, gelek doktorên Amerîkî, Alman û profesorên tipê amade bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê …

Read More »

Li Amedê Pêşbirka Aşpêjan Hate Lidarxistin

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 140 aşpêjên herî baş ên Tirkiyeyê derketin ber juriyeke 44 kesî. Aşpêjan peyama “Çêjên me cuda bin jî biratiya me yek e” da . Roja 19-20ê nîsanê 2014 li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate pêkanîn. 1emîn Pêşbirka Xwarinên Andolu ya Navneteweyî ya Başûrojhilatê Anadoluyê ku Komeleya Aşpêj û …

Read More »

Pakêtek Cîps Bi Qasî 5 Lître Rûn Zirarê Dide

Kesên ku rojane pakêtek cîpsên kartolan dixwin , weke ku salane 5 lître rûnê xwarinê bixwin, ji xeynî ziyanên xwê, şekir û rûnê ku di amadekirina wan de tên bikaranîn. Piştî hewldaneke zêde, şîrketên çêkirina cîps hejmareke zêde ya xelkê bi berhemên xwe ve girêdan da ku rojane berhemên wan bixwin. Şîrket pirr bi hûrbînî li ser mêjî kar dikin. …

Read More »

Li Duhokê Şideta Li Dijî Jinan Zêde Bûye

Rêveberê Nehiştin û Şopandina Şîdetê yê parêzgeha Duhokê Dr. Samî Celal ragihand ku di sala 2013’an de li gor sala borî rêjeya şîdetê li parêzgehê ji sedî 25 zêde bûye. Di vê derbarê de Dr. Samî Celal ji BasNewsê re got: “Niha li 15 nivîsîngehên nehiştina şîdetê li seranserê parêzgeha Duhokê hatine vekeirin û 1 hezar û 281 giliyên şîdetê …

Read More »

Li Urmiyê 327 nexweşên AIDS’ê hene

Urmiye – Hat ragehandin ku li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 327 kesên bi nexweşiya AIDS’ê ketine hene. Cîgirê Rêveberê Zanîngeha Pizîşkî ya Urmiyê Dr. Resûl Întizar ragehand ku nexweşiya AIDS’ê li Urmiyê belav dibe û hejmara nexweşan li gor amarên sala par zêde bûne. Dr. Resûl Întizar derbarê hejmara nexweşên AIDS’ê de li Urmiyê got: “327 nexweşên AIDS’ê li …

Read More »

Li Ormiyê herî zêde zilam bi nexweşiya AIDSê ketine

Nûçexane – Zanîngeha Zanistên Pijîşkî ya bajarl Ormiyê, amara kesên ku li parêzgeha Azerbaycana Rojava bi nexweşiya AIDSê ketine eşkere kir. Li gorî amarê, 327 kes li parêzgehê bi nexweşiya AIDSê ketine. Li gorî nûçeya ajansa Mêhr a îranî, berpirsê karûbarên tenduristiyê û xizmetguzariyên dermanî yê Zanîngeha Zanistên Pijşkî ya Ormiyê Dr. Resûl Mehdî îro (17.12.2013) di civîneke rojnamevanî de …

Read More »

Pirtûka ‘Zanista Tenduristîya Gel’ ya Kurdî Derket!

Nûçexane – Weşanxaneya Zanîngeh Akademî ku bi taybet di warê zanyarî de, ji sala 2010’an vir ve xebatan dike pirtûkeke zanyarî bi navê “Zanista Tenduristîya Gel” gihand ber xwendevanan. Nivîskarê pirtûkê Dr Abdil Wahab Haci yê Basiqlî, di pêşgotina pirtûkê de, bi şanazî behsa ked û xebata ji bo amadekirina vê pirtûkê ku bi zimanê Kurdî ye dike û dibêje, …

Read More »

Li Hewlêrê Doxtorekî Sextekar 5 Sal Ceza Xwar

Nûçexane – Li bajarê Hewlêrê welatiyekî ku xwe wekî pizîşk nîşan da û nexweşxane vekiribû bi 5 sal cezayê girtîgehê hate ceza kirin. Dadgeha Hewlêrê bi tometa nebûna tu belgeyeke yasayî ku pîşeya wî pizîşke di rûniştina ku doh pêk hat de, 5 sal û mehek sizayê zîndanê li wî kesî birî. Endamê dozgeriya giştî li dadgeha lêkolînê li bajarê …

Read More »

‘Şekirê Zêde Dijminê Hinavan e’

Nûçexane – Şekir ku wekî tiştê li Herêma Kurdistanê herî zêde tê bikaranîn e, dema kêm be di aliyê derûniyê de ne baş e, lê dema zêde be jî dijminê hinavan e. Li Herêma Kurdistanê, li gorî parçeyên din şekir zêdetir tê bikaranîn. Pisporên tenduristiyê dibêjin ev ne baş e. Li gorî lêkolînan, şekir herî zêde ji bo hêstewariyê baş e. Giyana mirov …

Read More »

Hay ji nexweşîyên payîzê hebin

Nûçexane – Di mehên payîzê de ku êdî hewa sar dibe nexweşiyên alerjîk weke zekemê pir zêde çêdibin. Mirov kare bi hêsanî xwe ji van nexweşiyan biparêze. Piştî sarbûna hewayê rûdanên alerjîk zêde dibin wek kuxik, herikandina avê ji pozê, êşa qirikê û çavsorî. Ev nexweşî ji her 100 kesî di 20 kesî de tên dîtin. Pispor diyar dikin ku …

Read More »

Dendikên Gulan kolestrola zêde dadixin

Nûçexane – Di lêkolîna ku di Kovara Journal of Agricultural and Food Chemistry de hatiye belavkirin de diyar bûye ku dendikên gulan ji bo kêmkirina kolestrolê baş in. Di lêkolîna ku li Amerîkayê hatiye encamdan de, li ser xurekên kolestrolê kêm dikin hatiye rawestîn û diyar bûye ku, di nav xurekên bi qaşil de fitosterol a ku kolestrolê dadixe heye. …

Read More »

Ji bo tansîyona bilind tasek mast bixwin bes e

Nûçexane – Weqfa Dil a Amerîkan di encama lêkolînek de nîşan da ku mast dikare tansiyona zêde, kêm bike. Weqfa Dil a Amerîkan, li ser têkiliya di navbera mast û nexweşên tansiyonê de lêkolînek kir. Ji 2 hezarî zêdetir kesên tansiyona wan ne zêde ye, tevlî lêkolînê bûn. Lêkolîn 15 sal berdewam kir. Di encama lêkolînê de derket holê ku …

Read More »

Karbonhîdrata kêm sedema nexweşiya dil e

  Nûçexane – Yên ku xwarina bi proteîna pir û karbonhîdrata kêm dixwin, rîska peydabûna nexweşî û sekna dilî li wan zêdetir e, li gorî lêkolînek swêdî-emerîkî. Lêkoleran 16 salan 43 000 jin şopandine li herêma Uppsalayê. Ev lêkolîna ku armanca wê naskirina bandorên demdirêj yên diyetên kêmkarbonhîdrat e, di çerçeweya heta niha yek ji mezintirîn lêkolînên zanistî de hatiye …

Read More »

Feyda sporê hem ji laş re hem jî ji xwendinê re heye

Nûçexane – Lêkolîneke berfireh ku li başûrê Swêdê hatîye kirin nîşan dide ku spora rojane feydeyeke mezin hem dide dersan hem jî saxlemîya laş. Lêkoler û însîyatîfgir dixwazin ew bibe beşek ji sîstema perwerdê. –      Çalakîyên rojane yên fizîkî, antreman, spor û tendurustî performansa dibistanê baştir dike, dibêje mamosteya Zanîngeha Malmö Ingegerd Ericsson. Ingegerd Ericsson yek ji wan lêkoleran e ku 200 …

Read More »

Berdana Cixarê Ji Feqîran Re Zehmet, Ji Dewlemendan Re Hêsan e

Nûçexane – Lêkolînvanên Amerîkî dibêjin, mirovên belengaz bêhtir girêdayî cigarekêşanê dibin û dest jê berdan jî ji bo wan zehmettir e. Heman tişt ji bo kesên dewlemend hêsan e. Ev lêkolîn li ser 2700 kesên cigarekêş hatiye kirin û bi rêya guhertina nerîna wan, ew xistine bin çareserkirina destberdana ji cigarekêşanê. Piştî 3-6 heftiyan encamekî baş bidestxist û piştî sê …

Read More »

Dezgeh û ronakbîr wê ji bo siheta Demirbaş bicivin

Nûçexane – Siheta şaredarê navçeya Dîyarbekir SUR ê Abdullah Demirbaş, nebaş e û nexweşiya wî lê girantir dibe. Ji bo tedawiyê divê derkeve derveyî welêt. Lê ji ber biryara qedexeya dadgehê, nikare derkeve derveyî welêt. ”Komîteya Piştgiriyê ji bo Siheta Abdullah Demirbaş” li Stockholmê bangek li kesên di dezgehên cewaz de kar dikin û kesên dikarin bibin alîkarê Demirbaş kir …

Read More »

Kurdwatch û CHAKê derheqê Abdûllah Demîrbaş raporek belav kir

Nûçexane – Kurdocide Watch û CHAKê li ser rewşa tenduristî û rênedana tedawîya şaredarê navçeya Sûrê ya Diyarbekirê Abdûllah Demîrbaş raporek amade kir. Di raporê de hewldanên heta niha yên ji bo li derveyî welat tedawîkirina nexweşîya Demîrtaş pêk hatine, ji raya giştî re hat ragihandin. RAPORA TAYBETÎ YA KURDOCIDE WATCH-CHAK Ê BELAV BÛ Abdullah Demirbaş ji bo pêkanîna şaredariyek …

Read More »

Nexweşiya AIDSê li Kurdistanê zêde dibe

Nûçexane – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Xalis Qadir, diyar kir, metirsiya zêdebûna nexweşiya “aids” li Kurdistanê heye û got, hinek tedbîr ji bo vê yekê hatine girtin. Xalis Qadir got, niha li Herêma Kurdistanê, 15 nexweşên AIDSê hene û diyar kir, xetera wê heye ku nexweşiya AIDSê zêde bibe. Qadir, derbarê sedema vê yekê de jî got, yek ji …

Read More »