Breaking News

Werziş

Tîmên herî baş ên Lîga Şampiyonan eşkere bûn

Tîmên herî baş û serketî yên Lîga Şampiyonan a UEFAyê hatin eşkerekirin. Li gor lîsteya tîmên serkeftî, bi 561 pûanan tîma futbolê Real Madrid bû tîma yekemîn. Bayern Munih a Almanyayê bi 461 pûanan kete rêza diduyan û tîma Barcelona ya Îspanyayê jî bi 427 pûanan bû sêyemîn. Herwiha tîma Manchester United ket rêza çaremîn û di rêza pêncan de …

Read More »

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. Îrandost ê ji Pave ya Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, sala 1996an li Goteburgê ji dayik bûye û wekî futbolîzekî hêja li Swêdê tê zanîn. Delaho Îrandost ji bo tîma mîlî ya Îranê jî hatibû vexwendin, lê neçûbû. Îrondost bi zimanên kurdî, Swêdî û Îngîlîzî dizane û …

Read More »

Xirwatistanê piştî rûsan îngilîz jî têk birin: Kurd pê şa bûn!

Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de tîma fitbolê ya Xirwatistanê piştî Rûsyayê tîma Îngilîzan jî têk bir û di dîroka xwe de cara yekem derket qonaxa nîvfînalê. Maça tîmên Xirwatistan û Brîtanyayê bi encama 1-1 yeksanî bidawî bû.  Di maça ku 90 xulekan bi yeksanî dewam kir de encam neguherî û di nav 120 xulekên dirêjbûna maçê de fitbolîzê …

Read More »

Mihrîcana Werzîşê ya Mezopotamya Birêve Çû

Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bi stran, govendan bi coşeke mezin bi dawî bû. Di roja dawîn de Serokê Şaredariya Ranyayê Serdar Ehmed destnîşan kir ku niha ala Kurdistanê çar perçe ye û ew hêvî dikin ku ev al li ser perçeyek bilind bibe. Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ya ji aliyê Midûriyeta Şaxa Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya …

Read More »

Di Werzişe de Serdema Hevserokatiye

Li navçeya Baxlarê ya Amedê, ev salek e klûba werzişî ya şaredariyê bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Hevseroka klûba werzişî ya şaredariya Baxlarê Sema Koç, diyar kir ku ev cara yekemîn e di cîhanê de tiştekî wisa dibe û wiha got: “Em dixwazin bi vê sîstemê rengê jinê bidin werzişên mîna fûtbol û basketbolê yên ku di bin hakiyeta zilam de ne.”

Read More »

Hewlêr Îro li Fînala Kupaya Asyayê Dileyize

Nûçexane – Tîma Futbola Hewlêrê Îro Şembî li fînala kupaya Yekîtîya Asyayê (AFC) dileyize. Di fînalê de, ku li paytexta Herêma Kurdistanê birêve diçe, Hewlêr bizavê dike ku tîma Kuweyt ya Kuweytî têk bibe. Ev cara yekemîn e di dîroka de ku tîmeke Kurdistana Îraqê li fînala AFC bileyize. Herwiha cara yekemîn e ku fînala AFC li Kurdistan û Îraqê …

Read More »

Serokwezîr Barzanî Kluba Hewlêrê Pîroz Kir

Nûçexane – Bi minasebeta serkeftina kluba fûtbolê a Hewlêrê bi ser Chonburi Sport Club a taylandî de û gihiştina wê bo lîstika fînalê a şampiyona Asiyayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji kluba fûtbolê a Hewlêrê re şand.   Peyama Serokwezîr wiha ye: Birêzan kluba fûtbolê a Hewlêrê Silav li we bin Bi minasebeta serkeftina kluba fûtbolê a Hewlêrê …

Read More »

Klûba Dalkurd’ê Kongreya Xwe ya Awarte Civand

Klûba futbolê ya Kurdên Swêdê Dalkurd roja 1ê Cotmehê li Dalarnayê kongreya xwe ya awarte lidarxist. Serokê klûbê neguherî, lê hejmara rêvebiran hat kêmkirin û rêbazeke nû û hat danîn. Klûba Dalkurdê di Cotmeha 2004ê de li bajarê Dalarnayê hat damezirandin û saleke din jî dest bi leyîstinê kir. Dalkurd her sal kongreyên xwe di dawiya meha Sibatê de lidardixe …

Read More »

Wezîr û Parlementerên Herêma Kurdistan wê di maça fitbolê de werin beramberî hev

Nûçexane – Ji bo maçeke fitbolê di navbera wezîrên hikumeta herêma Kurdistanê û parlementerên herêma Kurdistanê bê kirin amadekarî tên kirin. Çav li rê ye rojên pêş ev maç bi merasîmeke taybet bê lîstin. Bi amadebûna Aram Ehmed wezîrê şehîd û enfalkiriyan û Kawe Mehmûd wezîr rewşenbîrî û gêncan yên hikûmeta herêma Kurdistanê û Seid Xalid koordînatorê hikûmet û parlamnetoya …

Read More »

Lîga Fitbola Kurdistanê Sibe Dest Pê Dike

Nûçexane – Serokê lijneya pêşbirkê ya federasyona fûtbola Kurdistanê, Dilşad Salih, diyar kir, yariyên werza 2012-2013 ya fûtbola Kurdistanê dê roja 27 Îlonê dest pê bike, her wiha destpêkma Cotmehê jî qonaxa 16emîn ya kûpa Kurdistanê dest pê dike. Dilşad Salih  got ku, biryar hatiye dayîn, yariyên werza nû ya fûtbola Kurdistanê rojên 27 û 28 vê mehê dest pê …

Read More »

Keç û Xortên Silêmanîyê di werzîşên meydanî de bûn yekem

Nûçexane – Di hevrikiyên werzişên meydanî yên Kurdistanê de, qîz û xortên Silêmaniyê bûn yekem. Hevrikiyên werzişên meydanî yên Kurdistanê doh, piştî du rojan û bi beşdariya 15 tîman bidawî bû. Di dawiyê de, di asta xortan de, tîma Pêşmerge ya Silêmaniyê bi 121 xalan di rêza yekem d cî girt, tîma Duhokê bi 118 xalan bû duyem û tîma …

Read More »

Çavê ‘Tîma Millî ya Kurdistan’ li FIFA’yê ye

Nûçexane – Desteya Rêveberiya FIFA’yê wê di roja pênçşemê de biryara dawî derbarê Kosova û Katalonyayê de bide. Lê vê yekê ne tenê Kosova û Katalonya xist nava heyecanê, Kurd jî niha di nava heyecanê de ne. FIFA wê ji bo serlêdana Kosova ya ji bo lîstîna di maçên navneteweyî de, biryar bide. Ev biryar ji bo Başûrê Kurdistanê jî …

Read More »

Xortên Duhokê bûn şampiyonê Kurdistanê

Nûçexane – Tîma basketbolê ya lawên Duhokê, bû şampiyonê Kurdistanê. Lawên Duhokê karîn bi encama 65-54 li tîma Basketbola Zaxo bibin û şampiyoniya Kurdistanê bidest bixin. Rahênerê tîma Duhokê, Serdar Salih, ji AKnewsê re got, tîma me karî di çarîkên yekem û duyem yên yariyê de yariyê kontrol bike lê di niviya duyem de tîma Zaxo baş lîst û xwe …

Read More »

Îmad Ehmed: Divê Silêmanî di warê sporê de jî pêşengîyê bike

Nûçexane – Îmad Ehemed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî (29.06.201) li bajarê Silêmaniyê aerdana ofîsa Komîteya Olompiya Kurdistanê kir û ji aliyê sero û rêvebirên wê komîteyê ve hat pêşwazî kirin. Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel serok û berprisên Komîteya Olompiya Kurdistanê civiya û rewşa sporê li Kurdistanê nirxand. Çmad Ehmed di civînê de behsa siyaseta hikûmeta herêma …

Read More »

Tîma Milî ya Kurdistan Kûpeya Şampîyonîyê Hilda (+Vîdyo)

Nûçexane – Tîma Mîlî ya Kurdistan ku şevê din piştî maça bi Qibrisa Bakur ya Tirk re ji bo Şampîyonîya Fînalê hate beramberî hev, bi encama 2 – 1 bi ser ket û Kûpeya VIVA World a FIFA’yê wergirt. Li gor hemû encaman Qibrisa Bakur bû duyemîn û Tîma Zanzîbar jî mafê sêyemînîyê di VIVA World Cup Kurdistan 2012 de …

Read More »

Li Amedê 3. Konferansa Sporê dest pê dike

Nûçexane – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Konseya Meclîsa Sporê ya Bajar Bajar a Yerel Gundem 21, 3. Konferansa Sporê pêk tîne. Dê di konferansê de mijarên “Di sporê de cudakarî”, “Şîke û fûtbola endustriyê” û “Rêveberiya herêmî ya di cih de û Spor” bên niqaşkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Konseya Meclîsa Sporê ya Bajar Bajar a …

Read More »

Kurdistan û Provens wê îro li Duhokê hêza xwe nîşan bidin

Nûçexane –  Di fînala navîn ya VIVA World Cup Kurdistan 2012 de îro tîma Kurdistan û Provens li stadyûma Duhokê tên pêşberî hev. Tîma Kurdistan bi lîstika xwe ya heta niha rapêş kiriye pir nêzî fînalê ye ku şampîyonîya vê kûpeyê bi dest bixe. Maça diduyan ya fînala navîn a din jî di navbera Qibrisa Bakur û Zanzîbar de, dîsa …

Read More »

Tîma Kurdistan bi encama 1 – 0 ji Oksîtanya bir

Nûçexane – Tîma Kurdistan û Osîtanya îro li Stadyûma Silêmanî hatin pêşberî hev. Maça diduyan ya Grûba A ya VIVA World Cup Kurdistan 2012, bi serkeftina Tîma Kurdistanê bi dawî bû. Di maçê de tenê golek hat tomarkirin ku ew jî alîyê tîma Kurdistan ya Milî di deqeya 28’an de Amad Îsmaîl avêt dergeha tîma hevrik. Tîma Kurdistan bi vê …

Read More »

Îro Tîmên Oksîtanya û Kurdistan tên pêşberî hev

Nûçexane – Tîma Kurdistan ya Milî di maça diduyan ya VIVA World Cup Kurdistan grûba A de îro derdikeve pêşberî tîma Oksîtanya ya başûrê Fransayê. Pêşbirka Kurdistan û Oksîtanya li Stadyûma Silêmanî demjimêr 17:00 dest pê dike û di televizyona Al Iraqiya Sports de zindî tê weşandin. Hêjayî gotinê ye ku, tîma Milî ya Kurdistan di maça xwe ya ewil …

Read More »

Tîma Kurdistanê ya Milî bi 6 – 0 Sehara Rojava Têk Bir

Nûçexane – Tîma Milî ya Kurdistanê di maça vekirina VIVA World Cup Kurdistan 2012 de, bi Sehara Rojava re hat beramberî hev. Fitbolîstên Tîma Kurdistan di vê pêşbirkê de lîstikeke gelek serkeftî derxistin holê û bi encama 6 – 0 ji tîma Sehara birin. Maça Kurdistan û Sehara doh piştî ahenga vekirina VIVA World Cup Kurdistan 2012 ku li Stadyûma …

Read More »

Serok Barzanî Şampîyonîya VIVA Kurdistan dide destpêkirin

Nûçexane – Şampîyonîya Futbolê ya Kurdistan VIVA World Cup 2012 ya 5’emîn, bi ahenga ku wê Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî beşdar bibe, roja duşemê (sibe) li demjimêr 19.00 bi dema Hewlêrê li yarîgeha Fransiwa Herîrî dest pê dike. Hat ragihandin ku, wê ji xeynî Televizyonên Kurdistanê kanala Televizyonê ya Iraq Sport jî Şampîyoniya VIVA Kurdistan bi awayekî zindî biweşîne. …

Read More »

Li Kurdistanê VIVA World Cup 2012 Dest Pê Dike

Nûçexane – Şampîyonîya VIVA World CUP ya 5’emîn, îsal di navbera rojên 4-9 Hezîran’ê de li Herêma Kurdistan tê lîstin. VIVA CUP ji alîyê N.F-Board (Non FIFA) ku tê wateya welatên hêja ne bûne endamê FIFA’yê ve ji sala 2003’yan ve tê sazkirin. Ji bo VIVA World Cup 2012 îsal Herêma Kurdistan a Iraqê mazûvanîya şampîyonîyê dike. Logo’ya îsal ya …

Read More »

Tîma Kurdistan ji Şampîyonîya VIVA re amade ye

Nûçexane – Pêkhateya tîma fûtbola Kurdistanê ji bo şampiyoniya navdewletî ya VIVA hat ragihandin. Rahênerê tîma Kurdistanê, Ebdula Mehmûd ku, piştî çend yariyên hevalînî û şampiyoniya Filistînê, me pêkhateya tîmê bo şampiyoniya VIVA destnîşan kir. Ebdula, diyar kir, pêkhateya tîmê ya ku dê beşdarî yariyên VIVA bike, ji 23 lîstikvan pêk tê ku lîstikvanên herî baş ên Kurdistanê ne û …

Read More »

Tîma Kurdistan û Tûnisê îro ji bo fînalê gogê dibezînin

Nûçexane – Hilbijardeya Kurdistanê ya gogê amadekariyên xwe dike ku îro bi hilbijardeya Tûnisê re li yarîgeha Filistînê di qonaxa berî dawiyê de bilîze. Di çarçoveya şampiyonaya navdewletî ya Filistînê de, tîma Kurdistanê ku bi encama 1-1 li hember tîma Endonesyayê wekhev ma û bi pileya yekem derbasî dora din bû, îro bi tîma Tûnisê re ji bo qonaxa berî …

Read More »