Breaking News

Cejna Zimanê Kurdî li Stenbolê Hate Pîroz Kirin

Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê li Stenbolê bi pêşengîya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi çalakîyekê hate pîroz kirin.

Di daxuyanîya ku li ber Komeleya Dihê (Eruh) ya li Fatîh a Stenbolê hate dayîn de, ji bilî mamoste û xwendekarên Enstîtuyê, dayikên aştîyê, zarokên Kurd û rêvebirên BDP’ê jî beşdarî kirin.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Hevseroka Enstîtuya Kurdî Gulseren Yilmaz ve hate xwendin de, hate dîyar kirin, ew ê wek kedkarên zimên ligel karkeran bin û serxweşî ji malbatên karkerên ku canê xwe li komirgeha Somayê dane re hate xwestin.

Hevseroka Enstîtuyê got, “Ziman çand û nasnameya netewe ye. Em bi vê bîr û bawerîyê cejna we pîroz dikin û bang li hemû malbatên Kurd dikin ku zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin.”

Piştî hevseroka Enstîtuyê, Serokê BDP’ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul û rêvebirên Enstîtuya Kurdî bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî axaftin kirin û helbest xwendin.

Hidir Ercan ê ku 11 zarokên wî hene û wan jiber nebûna dibistanên Kurdî naşîne dibistanên Tirkîyê jî tevî zarokên xwe li wir amade bû.

Ercan ji Dengê Amerîka re got, “Divê êdî Kurd li şûna xwestina ji dewletê, ew bixwe dibistanên xwe yên Kurdî vekin.” Salih Turan / VOA Kurdish +Deng

Hidir Ercan 11 zarokên xwe naşîne dibistanê Tirkiyê û ew bixwe wan bi Kurdî perwerde dike.
Hidir Ercan 11 zarokên xwe naşîne dibistanên Tirkiyê û ew bixwe wan bi Kurdî perwerde dike.

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …