Breaking News

Kakeyî, li Çilrojîyê bi Berhema Dawî Hate Bîranîn

Nûçexane – Berehama Dawî ya Rewşenbîr û kesayetê navdarê Kurd Felakedîn Kakeyî bi navê  ‘Lêkolînên Edebî û Jiyana Şaîrên Kurdistanê’ di çilrojîya rehmetî de hate belav kirin.

Li Salona Konferansan a Saad Ebdulla ya bajarê Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek kesayetî û malbatên Kakeyî îro (12.09.2013) çileyê matemeniyê bo rewşenbîrê koçkirî Felakedîn Kakeyî birêve çû û berhema dawî ya wî nivîskarî hat belavkirin.

Di vê derbarê de Rêveberê Karên Felakedîn Kakeyî, Reza Kakeyî got: ‘’Di çileya matemeniya rehmetî de me berhema Felakedîn Kakeyî ya bi navê ’’Lêkolînên Edebî û Jiyana Şaîrên Kurdistanê’’ belav kir û piştre jî bi fîlmekî dokumenterî behsa jiyan, kar û çalakiyên nivîskar hat kirin.’’

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Felakedîn Kakeyî roja Pêncşemê (31.08.2013) li mala xwe ya Pîrmam bi nexweşiyeke ji nişka ve canê xwe ji dest da. Hoşmend Sadiq (Hewlêr) / Bas News

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …