Breaking News

DAIŞ’ê Peyekerê Şêrekî Dîroka Kurdan Rûxand

Komên çete yên DAIŞ’ê li bajarê Reqa yê Sûriyayê pûtê şêrekî ku bi dîroka wê vedigere serdema Memleketa Hidato ya Kurdî (niha gundê Şêran ê Herêma Kobanê) ku rêjîma Baasê ji herêmê rakiribû bajarê Reqayê şikandin.

Di salên di navbera 1927-1928’an de Lêkolînerên berhemên şûnwaran li gundê Şêranê yê herêma Kobanê rastî du şêrên ku dîroka wan vedigerin sedsala 8’an b.z. hatin.

Rêjîma Baasê di salên 1980’ê de pûtên herdû Şêran ji gund derxistin û Heykel (pût) yekem rakirin Mûzexaneya Mezin a bajarê Helebê û yê din rakirin bajarê Reqayê û li pêş Parka El Reşûd a bajêr danîn.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê dest danîn ser bajarê Reqayê, êrîşî taxên Kurdan ên bajêr kirin û welatiyên herêmê neçarî koçberiyê hiştin, çeteyan her tiştên girêdayî kurdan her wiha pûtê şêrê ku li pêş parkê hatibû danîn hedef girtin û şikandin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, çeteyên DAIŞ’ê bi riya Bildozerê Pûtê Şêr şikand. Her wiha heman çavkaniyan diyar kirin ku sedema şikandina çeteyên DAIŞ’ê ji pût re tenê ji ber ku vedigere dîroka Kurdan, û îdîa kiribûn ku Kurd gawir in û baweriya xwe pûtan tînin.

Hin çalakvanan ji bajarê Reqayê diyar kirin ku DAIŞ’ê pût di 26’ê Nîsana 2014’an de şikandine.

Hêjayî gotinê ye piştî ku DAIŞ’ê dest danî ser bajarê Reqayê Rojnemevan nikarin têkevin bajar û binpêkirin û kiryarên wan eşkere bikin. ANHA

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …