Breaking News

Di IPhone 7’ê de taybetîyên balkêş…

Kompaniya Teknolojîyê ya Cîhanî Apple li San Francisco bi danasîneke li serarserê dinyayê hate şopandin telefona xwe ya nû pêşkeş kir.

Iphone 7 ji niha ve diyare dê wek telefona teknolojîya herî nûjen û serkeftî mohra xwe li bazara telefonên jîrik bide.

Di Iphone 7’ê de hin taybetmendiyên şoreşî hatine zêdekirin ku êdî bergeheke nû di vê bazara milyar dolaran de vedike.image

Taybetiya herî balkêş a ıphone 7’ê qûla berguhkê hatiye asêkirin û bê berguhka kebilî dixebite.

Lê dîsa balkêş e ku ev berguhk ne bi bernameya Bluetooth bi Wifi dixebite û li ser telefonê jî nayê firotin.

Ev berguhka ku bi tena serê xwe nêzî hezar dolaran e ji niha ve bikarhêner matmayî hiştin.

Hate diyarkirin, mebest ew e ku hêdî hêdî li beramber berguhkên Bluetooth bikaranîn û firoştina berguhkên teknolojiya nûjen a apple (earpods-wifi) bê zêdekirin. image

Lê dîsa Apple berguhkên kabloyî bernade û di Iphone 7’ê de bi rîya soketa şarjê rê dide bikaranîna berguhkên kabloyî.

Nirxê iPhone 7’ê li Amerîkayê wek bihayê destpêkê 649$ e. Lê li gor welatan û baca wan ev nirx diguhere û heta 1300$’an blind dibe.


Taybetmendiyên din ên herî li pêş yên iPhone 7’ê jî ev in:

  • Li pişta telefonê 2 kamera hatine bicih kirin.
  • Li hember av û tozê xweragir e.
  • Bîr/bellek ji 32GB destpê dike 128GB û 256GB bijarteyên wê hene.
  • Rengên iPhone 7’ê reşê jetî, reş, gewr, zêrînî û helesorî/penbeyî ne.
  • Kamera iPhone 7’ê hatiye pêşxistin û bûye 12 mega pîkselî.

Nûçexane / Teknolojî

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.