Breaking News
Diljen Ronî
Diljen Ronî

Diljen Ronî li Stenbolê konsertekê dide

Diljen Ronî 16’ê Berfanbarê piştî derketina albûma xwe ya nû Xewna Derew cara yekemîn li Stenbolê konsertekê dide.

Hunermend Diljen Ronî ku demek berê albûma wî ya nû ‘Xewna Derew’ hatibû belavkirin û rastî elaqeyeke germ hatibû 16’ê Berfanbarê (16.12.2108) li mekanê bi navê Cemiyet ya li Beyogluya Stenbolê saet 19.00’an konsertekê dide.

Di konsertê de, Ayhan Orhuntaş bi elektrogîtarê, Erdi Aslan bi saksafon û flutê, Levent Canen bi bas gîtarê û Firat Ozyavuz jî bi daholê bi Diljen Ronî re derdikevin ser dike.

Herwiha hat diyarkirin ku hunermend Rûşen Alkar jî di konsera Ronî de weke mêvan dê derkeve ser dikê û bistirê.

Afîşa Konserê
Afîşa Konserê

DILJEN RONΠKΠYE?

Hunermend Diljen Ronî di sala 1981’ê de li Cizîra Botan ji dayîk bû. Di salên zarotiyê de wî bala xwe da ser muzîkê û pê re eleqedar bû wî lîse li Diyarbekirê xwend û sala 1998’an dest bi xwendina zankoya doktoriyê kir. Ji piştî ku di sala 2006’an de ji zaningehê derçû ve weke doktor dixebite. Ronî bi çend hevalên xwe re dest bi karê muzîkê dike û sala 2008’an albûma wî ya yekemîn ‘Çend Gotinên Evînê’ ji aliyê Kompaniya Anadolu Muzîkê ve tê tomarkirin. Albûma duyemîn a Diljen Ronî ya bi navê ‘Du Demsal’ sala 2012’an derdikeve û weke dawî ji aliyê Kom Muzîkê ve sala 2018’an albûma klasîkên kurdî ya bi navê ‘Çile’ tê tomarkirin

*kurtejiyan û fotografê di manşetê de ji http://diljenroni.com/ê hatine wergirtin.

 

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …