Breaking News

Diyarbekir ji bo Newrozê amade ye!

Amadekariyên Newroza Diyarbekirê ku dê sibe bi girseyî were pîroz kirin heta berevarkî jî berdewam bûn. Hat diyarkirin ku heta derengê şevê jî dê amadekarî bidomin da ku di pîrozbahiyên sibe de tu kemasi dernekevin. Meydana Newrozê jî bi rengên kesk û sor û zer tên xemilandin.

Komîteya Amedekariyê dibeje ev li heviya nêzikî 2 milyon kesan e ku beşdarî pîrozbahiyên Newroza îsal bibin. Herweha, ji bo Newroza îsal gelek ji Ewropa, Amerîkaya Latîn, Başûr û Rajavayê Kurdistanê gelek kes, partî û kom hatine vexwendin.

Îsal tê pêşbînîkirin ku ji pîrozbahiya par bêhtir mirov beşdarî Newroza Diyarbekir bibin. Sala bori ku tê de nameya Abdullah Ocalan ya ‘pevajoya çareseriyê’ dest pê kiribû hatibû xwendin zêdeyî milyonek insan beşdarî pîrozbahiyan bibûn. Herweha, di nameya xwe de Abdullah Ocalan daxwaza vekişîna gerîla ji bakur bo başûr kiribû. Wek tê zanîn piştî nameya Abdullah Ocalan, KCK’ê biryara vekişîna gerîlla dabû û 8-ê gulan a 2013-an jî vekişînê dest pê kiribû.

Di pîrozbahiyên Newroza îsal ya Diyarbekirê de careke din nameya Abdulah Ocalan ya li ser pêvajoyê ku ev saleke dimeşe dê bê xwendin. Ji bo vê yekê wateyek din a ve Newrozê heye ji ber ku tiştê dê Abdullah Ocalan di nameya xwe de bilêv bike ji bo pêşeroja pêvajoyê gelekî girîng e. /Bas News

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …