Breaking News

DVD ya ‘Klama Dayîka Min’ Derket

988893_10152754956153527_7365149789313039_nDVD ya Fîlma kurdî ya bi navê “Kilama Dayîka Min” a derhênerê kurd Erol Mîntaş derket.

Di nava DVDya Klama Dayîka Min de kurte filma Erol Mîntaş a bi navê “Berf” jî wekî xelatekê tê dayîn. Di DVDyê de jêrnivîsa fîlmî bi zimanê tirkî, ingilizî û fransî ye.

Erol Mîntaş niha dest bi projeyek nû kiriyê ku ew projeya wî ji bo Festîvala Fîlma Sarajevo Cinelink hate hilbijartin û 3ê Nîsanê diçe Sarajevoyê.

Fîlma derhênerê kurd Erol Mîntaş a bi navê “Klama Dayîka Min”  li Tirkiyeyê û çend welatên cuda beşdarî festival ên fîlman bûye û çend xelatên girîng jî standiye. 

Di 20emîn Festîvala Fîlman a Saraybosnayê de xelata filma herî baş û listîkvanê herî baş; li Festivala Portaqala Zerîn a Antalyayê jî xelatê fîlma yekemîn a heri baş, lîstikvanê herî baş,  listikvane alîkar yê herî baş û muzîka heri baş standibû. Herwiha fîlmê li Festivala Fîlma ya Nantes Silverê xelatê temaşevanan û li Festivala Fîlman a Love ya Belçikayê jî xelatê taybet ê juriyê wergirtibû.

Klama Dayika Min li ser koçkirin û berjêriya jiyana mamostayekî kurd û dayîka wî ye. Di fîlmê de zimanên kurdî û tirkî tên axaftin.

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …