Breaking News

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman da Ronayî Onen

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li roja damezirandina xwe Xelata Ziman ya Feqî Huseyn Sagniç a 10’an da mamosteya Kurdî Ronayî Onen.

Bernameya Xelata Ziman û pîrozkirina salvegera Enstîtuya Kurdî roja Înîyê êvarê anku 18’ê meha 4 bi beşdarîya gelek rewşenbîr, mamoste, xwendekar û kesayetên Kurd li Stenbolê pêk hat.

Xelatgir Ronayî Onen ku hêjayî vê xelatê hate dîtin, bi salan e di nav xebatên Kurdî de cî digire ku niha jî li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê dersên Kurdî dide.

Li şeva xelatdayînê herwiha sertîfîkayên xwendekarên Enstîtuya Kurdî ku mafê mamostetîyê bi dest xistine jî hatin dayîn.

Hevserokê Enstîtuya Kurdî Samî Tan, di axaftina xwe bal kişand ser zehmetîyên li dema avakirina enstîtuyê ku rewşenbîr û zimanzanên Kurd Musa Anter û Feqî Huseyn Sagniç pêşengîya wê kirine.

Hevserokê Enstîtuyê, da zanîn ew îro jî li ser bingeha ku wan ava kiriye xebatên xwe didomînin.

Mamosteyê Kurdî Mulazim Ozcan ku bi salan e di nav xebatên Enstîtuya Kurdî de cî digire jî di axaftina xwe de li ser xwedîderketin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî rawestîya.

Mamoste Ozcan, helwest û hewildanên Feqî Huseyn Sagniç û hevalên wî yên li ser Kurdî bi helbestekê anî ziman.

Li bernameya xelatdayînê Parlamentarê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Adil Zozanî jî axaftinek kir ku piştî wê ked û xebata salan niha behsa azadî û xwedî statubûna Kurdan tê kirin.

Parlamanterê BDP’ê Adil Zozanî ku bixwe jî li demên berê di karên Kurdî de çalak bû, li merasîma xelatdayînê got ku xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jibo wan pîroz in.

Parlamentar Zozanî got, êdî di piraniya xebatên sîyasî de jî Kurdî tê bikaranîn, lê jiber hin astengên fermî ew nikarin li her qadên yasayî û parlamanê Kurdî bikar bînin.

Xelata Ronayî Onen ji alîyê sîyasetvanê Kurd Alaattîn Aktaş ku demek berê ji doza KCK’ê ya Stenbolê hatibû berdan ve hate dayîn.

Xelatgir Onen, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî zanîngeheke mezin jibo xebatên xwe bi nav kir û spasîyên xwe jibo vê xelatê pêşkeş kirin.

Yekem Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Gulseren Yilmaz jî li ser rola jinê di nav xebatên ziman û çandî de dîyar kir, rola jinê di nav van xebatan de pir girîng e.

Şeva xelatdayînê bi dayîna bawernameyên mamosteyên Kurdî ku li Enstîtuyê hatibûn perwerde kirin bi dawî bû.

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …