Breaking News

Erdogan bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê li ser greva birçîbûnê dide (Vîdyo)

Nûçexane – Duh serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Almanya bersiva pirsa nûçegihanê Armanc Egîd Nêrweyî ya derbarê gerva birçîbûnê de da. Erdogan got: “Greva birçîbûnê nîne û şov heye.”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Almanya piştî hevdîtina ligel serokwezîra Almanya Angela Merkel, civîneke çapemeniyê lidarxist. Nûçegihanê me Armanc Egîd Nêrweyî jî beşdarî civîna çapemeniyê bû û du pirs ji Erdogan pirsîn.

Di dema civîna çapemeniyê de, nûçegihanê rojnameya me Rûdawê yê li Almanya Armanc Egîd Nêweyî pirsa “Em dibînin ku di mijara greva birçîbûnê de, mafên herî sereke têne binpêkirin. Gel ji bilî tundiyê alternatîfek we heye?” ji Erdogan pirsî.

Erdogan di bersiva vê pirsê de wiha got: “Ez ji Almanyayê bang li cîhanê dikim: Li Tirkiyeyê tenê kesek di rojiya mirinê de heye. Rêxistinek terorê û partiyek siyasî ku ji wan re dibêjin bimirin heye. Yên ku dibêjin bimirin jî ew bi xwe kebab û goştê berxikan dixwin. Ez dîrokê jî bidim: 17’ê tîrmeha 2012, parlamenter û endamên rêxistina terorê li mala Ahmet Turk bi keyfxweşî goştê kebab û berxikan dixwarin. Niha tu greva birçîbûnê filan tune ye. Evane hemû şow in. Ji nîva vana zêdetir jî bi daxwaznameyê eşkere kirine ku dest jê berdane. Ger di mijara tenduristiyê de tiştek derbikeve, em dikarin mudaxele bikin. Evane çi daxwaz dikin, dixwazin serkêşê terorê serbest bê berdan. Meseleya me tenê meseleya birayên me yên Kurd e, meseleya 75 milyon e.”

Hêjayî gotinê ye ku di dema daxuyaniya Erdogan de, wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn li Tirkiyê ligel wezîra dadê ya Almanya hevdîtinek çêkir û wiha got: “Di 66 girtîgehan de 683 girtî di greva birçîbûnê de ne.” Rûdaw

http://youtu.be/JXlg3rBnwDk

About editor

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …