Breaking News

Erdogan YPG bi êrîşkirina Efrînê tehdît kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan got, wan biryar daye ku di demeke gelek nêzîk de, PYD û YPG ji Munbicê derxînin û Amerîka jî ji wê yekê agahdar e.

Receb Tayyib Erdogan, di civîna Muxtaran de axavtinek pêşkêş kir û got, yan dê hêzên PYD bi rihetî derkevine rojhilatê Çemê Firat yan jî dê bi zorê werin derxistin.

Erdogan wiha got: “Wan Dabiq ji destê DAIŞê derxistin, niha wan berê xwe dane Babê, eger PYD û YPG li hemberî wan derkevin, ew dê nesekinin û şerê wan jî bikin, ew dê ji Babê jî berê xwe bidin Minbicê.”

Serokomarê Tirkiyê dîsa bal kişande ser Mîsaqî Milî ya tirkan û got, ew tiştekî dîrokî û belgeyî ye, lê çavên wan ne li axa Iraqê ye ne jî li axa Sûriyê.

Erdogan eşkere kir ku wan ji dostên xwe yên amerîkî re jî gotine, ku ew dê şerê xwe li hemberê DAIŞ, PYD û YPGê berdewam bikin. Rûdaw

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.