Breaking News

Festîvala Helbestan a Kurdistana Mezin Li Dar Dikeve

Nûçexane – Li Germiyan Festîvala Helbestan a Kurdistana Mezin tê lidarxistin û şaîrên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin.

Festîval bi slogana ‘’Helbest kepreke bo nasnameya me ya neteweyî’‘ ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê û bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Huner a Germiyan û Rêveberiya Rewşenbîrî û Huner a Kelar ve tê lidarxsitin.

Derbarê festîvalê de Rêveberiya Rewşenbîrî û Huner a Kelar Necim Hemîd ji BasNewsê re got: ‘’Hemû amadekarî bi dawî bûne û biryar e festîval (08.10.2013) were lidarxsitin û du rojan berdewam dike. Ji her çar parçeyên Kurdistanê 24 şaîr hatine vexwendin. Mebest jî hevdu naskirina şaîrên Kurd e û kes an jî helbest nayên xelatkirin.’‘

Necim Hemîd wiha axifî: ‘’Ji Herêma Kurdistanê Mehabad Qeredaxî û Letîf Helmet jî beşdarî festîvalê dibin. Lê heta niha em nizanin ji parçeyên din ên Kurdistanê dê çi şaîrekî navdar beşdar bibe.’‘

Hemîd diyar kir ku ger bikaribin dê sala dahatû festîvalê berfirehtir bikin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ger em bikaribin salê bê emê festîvalê berfireh bikin û şaîrên Fars, Tirk û Ereb jî vexwînin, lê îsal tenê şaîrên Kurd beşdar dibin daku hev nasbikin.’‘ BasNews

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …