Breaking News

Fîlmê Derhênerê Kurd ‘Bîranînên Ser Keviran’ Oscara Asyayê Stand

Fîlma derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî ya bi navê “Bîranînên Ser Keviran” xelata “Oscara Asyayê” stand.

Di 8. Festîvala Fîlman Asia Pasificê ku li bajarê Brîsbane ê Awustralyayê hat lidarxistin de, fîlma kurdî ya bi navê “Bîranîn Ser Keviran” ku fîlmeke hevbeş a Başûrê Kurdistanê û Almanyayê ye, xelata fîlma herî baş û senaryoya herî baş stand.

Xelata fîlma Şewket Emîn Korkî “Asia Pasific” bû ku jê re dibêjin “Oscara Asyayê”.

Fîlmê her wiha xelata taybet a UNESCOyê jî bidest anî.

Derhêner Şewket Emîn Korkî piştî standina xelata xwe got, ez xelata xwe pêşkêşî gelê kurd dikim ku piştî zilma Sedam Husên, niha jî şerê DAIŞê dike.

Fîlma “Bîranên Ser Keviran” a Korkî beriya niha jî gellek xelatên hêja yên festîvalên navdewletî bidest anîbû.

Merasima xilasbûna festîvalê roja 11ê vê mehê li bajarê Brîsbane hat lidarxistin.

Yek ji wan xelatan, Xelata “Moriya Reş” a Festîvala Dubeyê bû ku roja 23ê Cotmeha îsal hat lidarxistin. Rûdaw

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …