Breaking News

Fransayê ji bo Kurdan Tirkiye hişyar kir

Wezîrê Derve yê Fransayê li ser rûbirûna Kurdan li Sûriyê hişyarî da Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault ragihand ku, karekî baş e Tirkiyê bi aşkere beşdarî şerê li dijî DAIŞê dibe û sînorê xwe diparêze.

Lê di heman demê de Ayrault hişyar da Tirkiyê ku, destêwerdana di Sûriyê de tundûtûjiyê bike û rûbirûyî pirsa Kurdî bibe.

Ayrault tekezî li ser wê yekê kir ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) roleke wan ya baş heye di şerê li dijî DAIŞê de.

Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tank û topan operasyona bi navê “Mertalê Feratê” bo girtina Ceralblusê dest pê kir.

Li gor pişporên leşkerî dibêjin ku, armanca destêwerdana Tirkiyê bo nava xaka Sûriyê re, rêgirî li pêş avakirina Kurdistana Sûriyê ye. K24

About nucexane

Check Also

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.