Breaking News
Navenda Tuyapê, Beylikduzu, Stenbol

Fuara Pirtûkan a Stenbolê dawiya hefteyê vedibe

37’emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya Navnetewî 10 û 18’ê Mijdarê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Beylikduzuya Stenbolê li dar dikeve.

Li fuara TUYAP a Stenbolê ku zêdetirî 800 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî dibin tevî hevpeyvîn, panel, bernameyên helbestxwendinê, bernameyên zarokan û rojên îmzeyan ji 300’î zêdetir çalakî dê bêne lidarxistin.

Temaya sereke ya fuara îsal ‘Dorpêçkirina Jiyanê bi Edebiyatê’ ye. Mêhvanê rûmetê yê îsal nivîskarê tirk Selîm Îlerî ye. Di çarçoveya mêvanê rûmetê yê îsal de civîn û bernameyên taybet dê bêne lidarxisitin.

WEŞANXANEYÊN KURDÎ JÎ STANDÊN XWE VEDIKIN

Hat diyarkirin ku ji weşanxaneyên kurdî Aram, Ava, Avesta, Lîs, Nûbihar, Na û Weşanên Weqfa Ismail Beşikci tev li fuarê dibin û standên xwe vedikin.

BI FUARA PIRTÛKAN RE DI HEMAN DEMÊ DE FUARA HUNERÎ YA ART-IST 2018’AN JÎ TÊ LIDARXISTIN

Bi fuara pirtûkan re di heman demê de 28’emîn fuara Art-Ist 2018 (28. Fuara Hunerê ya Stenbolê) jî tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku qada fuarê li rawestgeha dawî ya metrobusê ya li Beylikduzu ye û têketina qadê ji xwendekar, mamoste, kesên teqawîtbûyî û berasteng re belaş e.

Fuar, di nava heftiyê de di navbeyna  saet 10.00 û 19.00’an de, di dawiya hefteyê de jî di navbeyna saet 10.00 û 20.00’an dikare were ziyaretkirin

Ji bo agahiyên zêdetir li vir binerin: http://www.istanbulkitapfuari.com/

About Mewlûd Oguz

Journalist, edîtor & blogger: Mewlûd Oguz, di sala 1987’an de li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye. Di kovar, rojname û malperên înternetê de helbest, kurteçîrok, werger û hevpeyvînên wî weşiyane. Di navbera salên 2017 û 2018’an de li beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Spûtnîkê weke edîtor xebitiye. Edîtoriya kovara muzîka kurdî Ziryabê dike û ji bo Nûçexaneyê nûçeyên çand, huner û edebiyatê amade dike. E-MAIL: oguzmevlut@gmail.com

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …