Breaking News

Futbolîzê Kurd wê di tîma milî ya Swêd de bilîze

Futbolîzê Kurd Delaho Îrandost ê 22 salî ji bo tîma milî ya Swêd hat vexwendin. Îrandost ê ji Pave ya Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, sala 1996an li Goteburgê ji dayik bûye û wekî futbolîzekî hêja li Swêdê tê zanîn.

Delaho Îrandost ji bo tîma mîlî ya Îranê jî hatibû vexwendin, lê neçûbû.

Îrondost bi zimanên kurdî, Swêdî û Îngîlîzî dizane û li naverastê dilîze û bejna wî 185 cm ye û li Swêd wekî futbolîzekî herî baş ê pêşerojê tê naskirin.

BK Hacken a Swêdê ku Dalaho Îrandost di wê tîmê de dilîze, yek ji tîmên herî serkeftî ye li Swêdê.

About nucexane

Check Also

Welatê ku înterneta herî bilez bikar tîne kîjan e?

Ajansa nûçeyan a Koreyê Yonhapê encamên rapirsîna derbarê lezbûna înternetê de eşkere kir. Li gor …