Breaking News

Gundê Maweta Goştê Dîkan Naxwe?

Gelê navçeya Maweta a ser bi parêzgeha Silêmaniya wisa bawer dikin ku Dîkan ew ji komkujiyê xilas kirine, ji ber vê yekê bi sedan sal e ku Dîkan serjê nakin.

Li bajarê li quntara çiyê, xelkê navçeyê peykereke Dîkê ya bi qasî 3 metre û nîvan çêkirine, ev peyker jî nîşan dide ku gelê navçeyê gelek Dîkan pîro dibîne.

Li gor çîroka efsaneyê, gelê Mawetê artêşa dijmîna ku ji bo êrîşê dihat, bi banga bê wext ya dîkan ferq dike.

Kalemêrekî navçeya Mawatê bi navê Hecî Fettah bi daxuyaniyekê ji ajansa Anadolê re gotiye: “Bi banga bê wext yê Dîkê, beşek ji gelê Mawetê ji serdagirtina dijmin xilas dibe. Me ji wê rojê pêve Dîkan wekî nîşaneya wefa û dostaniyê dît û ji ber vê yekê em goştê dîkan naxwin.”

PUKmedia

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …