Breaking News

Hafiz Nazirî Albûmek Derxist

Di marasîmeke taybet de bi beşdariya hejmarek hunermendên naskirî yên Îranê yekemîn albûma Hafiz Nazirî, kurê Şehram Nazirî hat nasandin. Di merasîmê de hunermendên wek Şehram Nazirî, Nadir Meşayêxî, Mehdî Azer Sîna, Cewad Mecabî û çend kesayetiyên din amade bûn.

Merasim li hola ’’Mîlad’’ a Tehranê birêve çû, berpirsê mala muzîka Îranê ligel ku behsa projeya hevbeş a Şehram û Hafiz Nazirî ’Semfonya Romya’ kir û got: ‘‘Hafiz hunermendekî ciwane û kariye di warê muzîkê de pêngavên mezin û taybet biavêje.’‘

Hafêz Nazirî jî kêfxweşiya we ji bo bidawî hatina karên albûmê nîşan da û got: ‘‘Ji 19 salî ve ji bo berdewamiya di karê hunerî de min serdana Amerîkayê kir û li New Yorkê muzîk û kultura welatên cîhanê nas kir, ji ber vê ye ku yekem berhema min li Îranê belav dibe.’‘

Hunermendê cîhanî yê Kurd Şehram Nazirî li bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û çendîn berhemên wê yên hunerî bi zimanên Kurdî û Farisî hene. Hafiz Nazirî kurê wî hunermendî ye ku di çend salên borî de wek yek ji profesyoneltirîn hunermend tê naskirin. BasNews

About nucexane

Check Also

Peykerê Hadî Ziyadînî

Bi wêneyan peykerên peykersazê kurd Hadî Ziyadînî

Peykersaz û hunermend Hadî Ziyadînî (1956-…) li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê dijî. Jiyana wî …