Breaking News

Hevditîna Wênekêşên Kurdan li Almanya

Nûçexane – Hunermendên Kurd yên wênekêş bona 4 rojan hatin libal hevdu. Di vê hevdîtina xweş de wan hûnerên hevûdu şirove kirin, ji hevdu re pêşniyarî û rexneyên hûnerî pêşkêş kirin, ku pêre gihîştin tecrûbeyên nû, û her wisa li ser bûyerên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê axifîn.

Hûnermendan diyar kirin ku “hevdîtinên weha gelek watedar û kêrhatî nin.” Nizamettin Ariç û Usif Alo daxuyandin ku “ev hevdîtina hunermendan ya pêşîn gelek bi serfirazî, armonîk û berhemdar derbasbûye” û diyar kirin ku “ewê di dema pêş me de bi kesên ji hûnerên cûr be cûr ji hemû parçeyên Kurdsitanê û ji diasporayê civînên bi vî awayî amade bikin.”

Di vê hevdîtinê de Behram Haco 1, Rodî Khalîl 4, Kito Sîno 2, Mîre Hêkan 1, Yahya Silo 2,  Nizamettin Ariç 1 tablo amadekirin. Piştre jî tabloyek bi beşdariya hemû hûnermendan ji bo bîranîna vê hevdîtina xweşik bi hevre hat pêkanîn. N. A.- Almanya

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …